le bo tesxîrî qel’ey dił supahî ẍemzey mujgan

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  599 Dîtin
le bo tesxîrî qel’ey dił supahî ẍemzey mujgan
muzeffer bû lejêr emřo qyadey xesrewî xuban
çe xesrew padşahî mulkî ḧusin û afetî îqlîm
be sîḧrî çawî fettanî hezaran qiseyî dewran
le řûya her nîgahî gułşenî tir dête berçawit
leher zeřřî cemałî aftabî mecme’î xuban
demêke çawenořî pîrehenme herweku ye’qûb
seba řewşen ke bînayîm be bonî yusfî ken’an
lîbasî nukte peydaye le lutfî me’îna yaran
tehî pîrahenî sîmîn ’uzarî min bibê ’uryan
be xende bimkuje qurban cefa ḧacet nîye bo min
kesê bimrê be şekir ew çe ḧacet zehre ya derman
sefî mujgan beraber bû be qesdî kuştinî xadîmNasnava edebî
le têkeł bûnî her dûla bû qatil xoy dekird penhan