nebû satê řeḧet îmşew dû çawî eşkibarî min

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  657 Dîtin
nebû satê řeḧet îmşew dû çawî eşkibarî min
nebû teskîn diłî zar û nezar û bê qerarî min
le beḧrî xwênî dił hewrî ẍemî cazîb bû bo çawim
wekû baran surişkim dê le çawey çawî tarî min
le herla mirdûy sed sałe dêne řeqis û hem cunbuş
tebesum ger guşadey ka ’eqîqî lêwî yarî min
seba kirdî be seḧray xuten îqlîmî dapoşî
le bonî ’etir bêzî zułfî ’enbersay yarî min
le seyrî baẍ û gułşen çîme min lem kułbeyî ḧuzne
tecellay cemałî bo guł û baẍ û beharî min
benewşe û lale û guł secde bo berpêy eben katê
be gułşen ger guzerka bem xerame guł’uzarî min
řeqîb her çende řêy girtim be ber derkya neçim îtir
wełêkin şahrahî dił ebête řehguzarî min
le serxo çûne, sûtane, le xak û xwên tepane dił
eda dersî le ’eşqa ẍemzey nazî nîgarî min
diłî tûtî sîfet perwaz eka xadîmNasnava edebî le sînem da
le baẍ û mîr ẍuzara cinsî xoy dî murẍî zarî min