’aşîqan katê be ahî dił be mewcî xwên eken

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  644 Dîtin
’aşîqan katê be ahî dił be mewcî xwên eken
ḧukmidaran padşahin naz le ser gerdûn eken
şew beyadî qametî ře’nawu cîlweyî řûy yar
sekteyî teb’î nefis bem cîlweye mewzûn eken
aşnayî weḧdetin dûrin le qeydî kîsreta
bê te’elluq řû le ’eşqî ḧezretî bêçûn eken
zîndiganî xoy be înşay sefḧeyî qudret eka
ta nefis perwaz eka tefsîrî kaf winûn eken
çun qena’et meşrebin bo teşniganî badîye
cîlweyî mewcî serabî bo to wek ceyḧûn eken
ger le cennet cîlweyî diłdarî lê win bê demê
gułşen û qesrî be ahî her wekû hamûn eken
wek şehîdanî wefa ta abřû peyda bikey
her le xwênî lîbasî to demî gułgun eken
to le bezmî meykeşî em ta’îfe dîqqet bike
saẍîrî mey piř le kasey kelleyî mecnûn eken
xot le qeydî em xumî gerdûne xadîmNasnava edebî bêne der
medresey ’eşqe be dersî to be îflatûn eken