eger meylit le dił derkem syah řûy řojî meḧşer bim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  791 Dîtin
eger meylit le dił derkem syah řûy řojî meḧşer bim
kujawî te’ney bêganekan wizamî xencer bim
eger řiştey ’eşqit le destî dił demî birdim
dił û can bo cudayî to hemîşe piř le exger bim
beheşt û ḧorî zîbawu qisûrî «تحتهاالانهار»Erebî
be le’net bim qibûłî kem be bê to ger muxeyyer bim
le tarîkî şewî dûrî tilû’î şewî řût babê
hetakey çawenorî pirtewî mehtab û exter bim
leser sefḧey gułî řûsunbulî zułifit demit lade
heta farîẍ le baẍ û gułşen û gułhay eḧmer bim
supahî ẍem le bo tesxîrî dił hat û minîş êsta
xeyałî řûy tom hêna muqabîl ta muzeffer bim
cefa û cewrî to cana wefa û řeḧmete bo min
temenname ke kuştey çawî fettanî sitemger bim
weku bilbil mebe xadîmNasnava edebî le xewda ẍafił û eymen
weku perwane sûtawî çiraẍî řûyî dulber bim