mecnûn sîfetim meyl be seḧrame hemû dem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  463 Dîtin
mecnûn sîfetim meyl be seḧrame hemû dem
daym be tełeb xeymey leylame hemû dem
dam û qefesî bo çîye murẍî dił zarim?
bo daneyî xałî lebî to řame hemû dem
sergeştewu dêwane be her kûçewu bazař
bo ḧelqey dû zułfî to ẍewẍame hemû dem
ḧacet nîye bo seydî diłim tîru kewanit
yek nîwe nîgahêkî to bwî dame hemû dem
qurbanî wefatim le wefatim were bo lam
her çend xeyałî řuxî to lame hemû dem
bo ke’beyî wesłî tuwe dił wa le tewafa
bo řûte ke ser řûte le îḧrame hemû dem
dił kamî wîsalî tuwe kamî tuwe dûrî
boxatrî kamî tuwe nakame hemû dem
destî emelim kurte le bo damenî wesiłit
fikirim le wîsalit hewesî xame hemû dem
’aşîq le nezer ’alem û hem zahîd wi’ayîd
rîswawu cefa dîdewu bedname hemû dem
peymane to şa bî minîş bo to geda bim
wek ḧelqey der xadîmîNasnava edebî dergame hemû dem