le goşey mey kede yaran meqamî ’eyşe cê degirim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  462 Dîtin
le goşey meykede yaran meqamî ’eyşe cê degirim
le bezmî saqî wimutrîb le çeng û ’ûdî gwê degirim
le her kwê şahîd û saqî û mey û mutrîb muheyyabê
petim ken her eçim bo em meqame cê lewê degirim
eda pendim lemen’î badey saqî ewa zahîd
hezar efsaney wam bo bixiwênin gwê le kê degirim
gutim bo kuştinî ’aşiq te’emmul carê bo nakey?
gutî bo min ḧełałe xwênî hî wek to le pê degirim
gutim zincîrî zułifit bo beser şanit perêşane
gutî herdem hezaranî weku to şêtî pê degirim
le her kwî şu’ley agirî cemałî yarî lê derkewt
weku perwane bo sûtan be satê giř lewê degirim
gutim çawit demî bo kul le fîtne û saḧrî nada?
gutî xadîmNasnava edebî eto şêtî emin nêçîrî pê degirim