ebê dił qerarit bim be daym

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  531 Dîtin
ebê dił bêqerarit bim be daym
be dîde eşkibarit bim be daym
eger bom řêk kewê zor arezûme
ke xakî řehguzarit bim be daym
meqamî řef’etim ’îciz û nyaze
be nazî xaksarit bim be daym
wekû bilbil ebê herdem le gułşen
muẍẍenî newbeharit bim be daym
nîşanî ’aşiqî wek daẍî lale
le diłda daẍdarit bim be daym
le seḧnî gułşen û hem mîrẍuzarit
ebê her murẍî zarit bim be daym
le ’alemda kenarim ta hemû dem
le damanî kenarit bim be daym
be dewrî şem’î řûta feřze bo min
kewa perwanewarit bim be daym
be şabaşî qidûmit arezûme
hemû dem can nîsarit bim be daym
be daym xadîmNasnava edebîû bende û ẍułamim
heta key întîzarit bim be daym?