le ’eşqî toda eger daym lexwarî û le zîllet bim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  583 Dîtin
le ’eşqî to eger daym lexwarî û le zîllet bim
xudaya lêm nesênî ba bedaym her le miḧnet bim
behay maçî lêwî gitir teleb ka canî şîrînim
se’adetme eger neydem wekû kafir be le’net bim
lelay ehlî miḧebbet şermezar û řûsyahim min
le meḧşerda eger bê řûyî to min řû le cennet bim
diłî dêwaneye ma’îl be ḧelqey zułfî zincîrit
le cennet xoştire lem řêgeda ger řû le cennet bim
le teswîrî cemałî to diłim xalî xeyałit bê
heta mawum lejêr barî řezałet hem mişeqqet bim
le cewr û zułmî bê payanî to dił lezzetî dîwe
nekey terkî cefa cana heta dił her be lezzet bim
terîqî ’eşq û can bazî eger yek leḧzê win kem
terîqî řûy yaranî cefa cuyî miḧebbet bim
le ’eşqî řûy leyla gerçî mecnûn řû le seḧra bû
ebê bo ’eşqî mewla xadîmaNasnava edebîmin lew be sebqet bim