mu’nîsî tenhayî û hem kułbeyî eḧzane ẍem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  455 Dîtin
mu’nîsî tenhayî û hem kułbeyî eḧzane ẍem
dił newaz û yar û hemdem bo şewî hîcrane ẍem
yaxuda bê beş nebê ’aşîq le řenc û derd û ẍem
bo tesellay diłim hem derd û hem dermane ẍem
ger temennay wîsałî ḧezretî canan bikem
bo řîsalet qasîdê bînî min û canane ẍem
ẍem nebê yadî řuxî me’şûqe qet nayete dił
ba’îsî ’eyş û sirûrî em diłey buryane ẍem
ẍem nebê cergim le xwênawa esûtê لەحزەێ
cazbî xwênî cigerme ba’îsî giryane ẍem
xadîmaNasnava edebî em tîflî nazk perwere bê naz meke
mu’nîsî qelbî ḧezîne hemdemî mestane ẍem