tuřřeyî mîşkîsay to ḧelqe be ḧelqe xem be xem

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  453 Dîtin
tuřřeyî mîşkîsay to ḧelqe be ḧelqe xem be xem
ḧelqe be dewrî ’arîze wek gułî subḧidem be dem
şewqî cemałî ḧusnî to agirî zewqî ’eşqî min
řû le zyade herdemê leḧze be leḧze dem bedem
nan û te’amî şamî min derd û ẍemî fîraqî no
bû be ’ezabî řoḧî min luqme be luqme cem be cem
eşkî dû çawî ḧesretim carîye şew heta seḧer
her nefesê lekuyî to sîl besîl yem beyem
zamî ciger betîrî to baqîye tabe řojî ḧeşir
carîye xwênî da’îma qetre be qetre nem benem
xoşe le xełweta seḧer şahîdî sîm ber leber
dest le dest û leb be leb, boseyî dem be dem bedem
çareyî derdî ’aşiqî sebir û teḧemmulî lî dewê
key buwe, kê buwe bika çarey derd û ẍem be ẍem?
hênde mucahîdim le ’eşq nûrî yeqînî weḧdetim
zułmetî şek û kesretim meḧû ekat kem bekem
xadîmaNasnava edebî masî tînuwe dewrî zułałî to eda
nehir be nehir co be co seyl be seyl çem be çem