çe mestim ka nîgahî mestî ew şoxe çe mexsûrim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  634 Dîtin
çe mestim ka nîgahî mestî ew şoxe çe mexsûrim
ke saẍîr mey keşî ka min le her endêşey dûrim
le deştî bêxudî dîm û le ewza’î edeb dûrim
eger şêtî bikem yaranî saḧêb hoş me’zûrim
muhîbayî fenam bo cîlwey dîdarî ew şoxe
ke can û dił sûtawî berqî cîlwey agirî tûrim
weha çake be xaksiter bim û bimden be dem bawe
newek neqşê leser xaka bikêşê xwênî mensûrim
le te’zîmî îta’et pişt dûtayî yek rikû’im min
leber ḧusnî edeb hełnabiřim ser çunkî mizdûrim
çetofanê bû ya řeb nawkî ney řengî dîdarî
lecêgey xwênî mecmer şu’le coşawe le nasorim
bînayî ḧesretim xadîmNasnava edebî lejêr seylî ḧewadîs bû
le wêranî be nayî xomeda umêdî me’mûrim