le berqî řûyî ew şoxey eger taqet nebê çawum

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  696 Dîtin
le berqî řûyî ew şoxey eger taqet nebê çawum
le şewqî arezû naka ebed qet’î nezer çawum
weha cîlwey cemałî têkełî her ’izû her řegme
bebê çawî le xełwet dam û ’eksî dête berçawum
etirsim ezyetî pêy nazkî da xarî mujganim
le řêgada le katêda qedem dênêyte ser çawum
le gułşen bê temaşay cîlwey ḧusin û gułî řûy to
weku xaru xese lale û gułî gerbête berçawum
be řûxsarî to bende řiştey nezzare bo dûrîy
eka bo dîtnî to her seḧer ’ezmî sefer çawum
peyamî dulberî pêye seba çun qasîdî yare
le min me’lûm buwe îmşew kewa efřî eger çawum
lebo wesłî řuxî daway ser û małim eka dulber
cwabî dayewe xadîmNasnava edebîełê řazîm, beser çawum