îmřo le sayey ’eşq xom kameran ebînim

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  507 Dîtin
îmřo le sayey ’eşq xom kameran ebînim
mestî ebed le feyzî pîrî muẍan ebînim
mestanî ḧezretî yar bo wesłî cîlwey řûy
yekser le herdû ’alem da min fişan ebînim
yekdem ḧîcabî hestî ladey leser dû çawit
mî’racî to be perwaz bo lamekan ebînim
yek şew le bezmî xasî mestan be ser berî to
dîdarî ’alemî can bo to ’eyan ebînim
seḧray ’eşqe herdem sed qafłe le řêga
ta wesłî kwî dulber çend karewan ebînim
řiştey miḧebbetî yar wayan ekêşê herdem
sed karewan le dway yek bê sareban ebînim
sed qeysî bê ser û pa dewran be kûyî leyla
yar û řefîqî řêgey řêkî řewan ebînim
em gułşenî sefaye bergî guł widrextî
meḧfûz le cewr û zułfî badî xezan ebînim
bilbil leser çiłî guł daym be neẍme xwanî
bê xan û man û giryan bê aşyan ebînim
řêwî ze’îfî seḧra lem badîyey miḧebbet
cewlan û hełmetî wek şêrî jyan ebînim
şahî cîhane her kes lem dergeye geda bê
pêy hîmetî le bałay to asman ebînim
neqşî xeyałî řûy yar katê ke dête berçaw
lem cîlweye hezaran camî cîhan ebînim
îqlîmî me’şûqe bû xadîmNasnava edebî melyamî ’uşret
lem bê nîşaneyey to naw û nîşan ebînim