fesłî xezane îmřo şêwawe ḧałî bilbil

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  546 Dîtin
fesłî xezane îmřo şêwawe ḧałî bilbil
pejmurde dête berçaw cîlwey cemałî bilbil
berqî xezanî zanî cîlwey keda le gułşen
sûta be yek biłêse dû peřû bałî bilbil
bo new ’irûsî gułşen camey ’eza depoşê
gořa be hîcrû dûrî řojî wîsałî bilbil
’aşîq le dûrî canan nałey ke dê seḧerga
bo ḧesretî cudayî wek nałe nałî bilbil
bilbil le xwabî ẍefłet tûşî fîraqî guł bû
tenbîhî ’aşîqan bê ’eksî xîsałî hêna
şerte le ’aşiqîyda perwanewar sûtan
nek her fuẍan û girye daym mîsałî bilbil
sirwey nesîmî newroz key dê be řûbî gułşen?
ta laberê becarê ’îciz û melalî bilbil
ya řeb to çaresazî bo ḧałî derde daran
řeḧmê bike be xadîmNasnava edebî lutfê be ḧałî bilbil