newroze řojî şadîye emsałe sałî guł
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
778 Dîtin
newroze řojî şadîye emsałe sałî guł
bilbil le custucoye epirsê hewałî guł
’eksî cemałî yare kewa hatewe çemen
xuş ḧałî bilbilane kewa xoşe ḧałî guł
sirwey nesîmî yare ke dê lem behareda
yařeb nebînê çawî ḧesûdan zewalî guł
meste dû çawî nêrgiz û xendane baẍ û řaẍ
bem cîlweye ke direxşendeye cemałî guł
sewsen zuban guşade ełê xoy bedarî serû
esrarî ’eşqî bilbil û ḧusin û xîsalî guł
guł bo demaẍî êmeye bonî biław ebê
şadî ekeyn hemîşe be bonî wîsałî guł
guł damenî bedestî umêdim eger kewê
řeqsane dił le xuřřemî şaxî nîhalî guł
esłî nîhalî guł ’ereqî řûyî yarme
sedrî kemałî bedre hemîşe hîlalî guł
dûbare zîndû buwe, peř û bałîda le yek
bilbil be neẍmexwanî eka qîl û qałî guł
nesrîn û nergiz û semen serû yasemen
xadîmNasnava edebî le de’wetî behare le bo îmtîsalî guł