menzilî cananeye cêy ḧezretî diłdare dił

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  605 Dîtin
menzilî cananeye cêy ḧezretî diłdare dił
xełwetî şahaneye xałî le her eẍyare dił
min xerabî em xerabatem le sayey ’eşqewe
bo ewey mestî ebed bê,xaneyî xummare dił
ḧusnî dulberîye mudeřřîs,dersî ’îşqî pê ełê
bo hemû řemzî ḧeqîqet meḧremî esrare dił
neş’ey mey bu hewayî ke’bewu dîrim le ’eşq
mewc eda lem xaneye piř cîlweyî diłdare dił
nyetî û ’îciz û zîllet bû şî’arî mezhebim
derkî bê derkî le bê hoşî daye wa huşyare dił
ger le seḧrayî miḧebbet mîslî mecnûn win bî to
bo tewafî xeymeyî leyla eçê bêdare dił
gułşenî tewḧîde bilbil neẍme xwanî şaxî guł
boçłî her gułbendêkî bilbil gułzare dił
xoy leber mestî ekate hawserî me’şûqe dił
meşqî serdarî eka daym ke cêy serdare dił
bo cwabî «lin tiranî»Erebîye’sî wesłî qet nekird
ser qedem daym le pêşe talîbî dîdare dił
ke’beyî xasane xadîmNasnava edebî cîlwegahî řûy yar
me’bedêkî ’ame bo her mu’mîn û kuffare dił