seba sirwet bê beser can û dił

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  550 Dîtin
seba sirwet bê beser can û dił
mujdey beharîş bide be bilbil
bilbilim diłim zor çawenware
le gułşen leser ew çił bo em çił
key wek zułfî yar be şane ekey?
bekzey nazit guł destey sunbul
weyşûmey xezan gułşenî têk da
le dûrî behar enałê bilbil
minîş herwek ew egrîm bezar
min bo guł řuxî ewîş bo řûy guł
’irûsî çemen çawenorî ton
lale û nesteren guł û qerenfil
şem’ û perwane ḧazîrî bezmin
meḧfel arayî be řûy guł û muł
arayş bide be sirwet çemen
ta bezmê bigirin xadîmNasnava edebî û bilbil