eger bêt û binûsim şerḧî hîcranim leser kaẍez

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  758 Dîtin
eger bêt û binûsim şerḧî hîcranim leser kaẍez
esûtênê henasey ḧesretim herwek şerer kaẍez
ḧesûdîm dê ke fasîd çawî řoşin bê be řûyî to
le katêka binêrim min be qasîdda eger kaẍez
le lefza têpeřîwe şerḧî eḧwałim wekû agir
le katê bû be me’na xoy esûtê ser be ser kaẍez
mîdadim xwênî dił bê hem qełem mujganî xwên alûd
seḧîfeş řûy zerdim bê binûsim min eger kaẍez
le xełwet ser be zanoda le me’na boy enûsim min
le ewraqî seḧîfey cewherî nûrî beser kaẍez
suleyman war xadîmNasnava edebî çawenor taweku hud hud
seba bênî le seḧray seba bo min eger kaẍez