şu’ley cemałî to řûy to ger derkewê le dûr

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  1125 Dîtin
şu’ley cemałî řûy to ger derkewê le dûr
tarîkî kulbey mîḧnetim piř debê le nûr
dił ḧazîre le mewqîfî mîqatî ḧezretit
ta xoy eka be kohî zuxał û we ya be nûr
sergeşe bûm le cêy seḧrayî ’îşqî to
key dête pêşî meddî nezer agirî dûr
baẍî tereb demêke wişkî xezanî fîraqte
le sirwey beharî beserya eka ’ibûr
yunanyan le çarey derdim ke ’acîzin
îmanyan le lutfî to ger bom bibin zihûr
destim kewê le dergehî ’alî to cêgeyê
qet namewê beheşt û qisûrû lîqay ḧûr
zor xoşe hîcrî yar eger hîcrî ew nebê
key canfizaye hênde le bom lezzetî ḧizûr?
ey guł be ḧeqqî nazkî bergî řûy xot
ba ’endelîb bê diłî şeyda meke ẍirûr
zahîd eger be ḧorû be qesre umêdewar
meyxane qesrû baẍî minew řûy yare ḧûr
zahîd ełê ke tobe bike xadîmaNasnava edebî le ’îşq
tobe ekem le hawnoşînî însanî bê şi’ûr