mełê qurban legeł to min cefam kird
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
1020 Dîtin
mełê qurban legeł to min cefam kird
minîş herwa lekarî to xetam kird
cefa û cewrit hemû bo min sefaye
biłê bem bendeyî xome ’etam kird
kesê hat wibpirsê lêt: biłê pêy
legeł em bêwefayey xom wefam kird
dił û dîn û serim hî xote gyane
emanet bû lelay min, wafîdam kird
seḧer her çawenorî řayḧey tom
leser ’ehdê legeł badî sebam kird
leser dana le řêgey ’aşiqî da
le gerdenma bû em qerze edam kird
be şimşêrî to cergim zamdare
be awî tîrî peykanit dewam kird
lecyatî maçî le’lî lêwî dulber
le min řoḧî tełeb kirdû řezam kird
be pencey ḧesretim camey sebûrîm
le dûrî to leber xoma qibam kird
le bezmî nîstî feyzî ḧizûrî
minîş wa îxtyarî řêy fenam kird
tewafî cîlwey canane xadîmNasnava edebî
weku perwane bo nûrî çiram kird