denûsim bo cenabî xałemîney ’esłe berzencî

bo seyd miḧemmed’emînî berzencî, nasraw be«xałemîn», nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  870 Dîtin
denûsim bo cenabî xałemîneKesy ’esłe berzencîNava taybet
be şertêkî nebête ba’îs û esbabî diłřencî
ewê řojê ke hatî şê’rekanit nusxe lêgirtim
le lam wabû xezêney piř le duřiř û gewher û gencî
netîcey întîzarîm bû be we’dey wîşkî berkursî
ke sewz û şîn nebû saq û guł û řîşe û řeg û pincî
heta çendêk ke deqqulbab le derwazey dehat demgût
yeqîn derwêş kerîm bû hat be kołêk koł û yapnicî
le axîrda ke zanîm bênetîce û hîçe her baye
îtir qet’î umêdim kird û řoyştim be gwêy dîncî
detirsêm kake meḧmûd lêm biřencê û şêx mukedder bê
we îlla firsete bo nukteperdazî û suxensencî
ewêstaş ger binêrî cubbeşînî kelle mexrûtî
le xizmet ḧezretî sedrî legeł dû murẍekî kuncî
minîş teqdîm dekem gahê be top û geh be mîtir û gez
ẍizlihayî cidîd altibi’Farsî û zerd û sûr û narincî
îtir sa besye şa’îrNasnava edebî lade lem nutiq û meqalate
mebada ’alemî şoxî bigate mertebey lencî