kesê ẍewwasî beḧrî ’îlim û ’eqił û feził û cewher bê

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  763 Dîtin
kesê ẍewwasî beḧrî ’îlim û ’eqił û feził û cewher bê
debê sîney sefîney ’ezmî wek seddî sikender bê
kesê meylî xezêney gencî esrarî nîhanî bê
debê merdî te’am û ḧewtixiwan û şêrî ejder bê
kesê talb be nêw û şoret û řuşd û şeca’et bê
debê amade bo şemşîr û tîr û zerbî xencer bê
kesê meylî be berdan û biřanî xwênî fasîd bê
debê ewweł qedem řazî be êş û nêşî neşter bê
çi bakêkî le tîr û te’in û lomey yar û eẍyare
kesê ’aşiq be taqî qewsî ebroy yar û dulber bê
çi karêkî be we’iz û mînber û mîḧrab û mizgewte
kesêkî muřşîdî meyxane ya řend û qelender bê
ke min řûtim be min çî ger lîbasî ’alemî dinya
hemû dîba û etłes ya ne darab û mucester bê
ke min neqdî dukanim bû be eskînasî îflasî
be min çî ger hemû kes saḧîbî yaqût û gewher bê
ke min şem’î umêdim kewte nêw fanûsî zułmanî
be min çî ger çiray ’alem hemû wek řojî enwer bê
ke min şahî wicûdim matî beytulḧuznî weḧdet bê
be min çî ger hemû dinya nîzam û top û ’esker bê
ke min camî şeřabim piř le jehrî mar û eqreb bê
be min çî şerbetî to piř le şîr û şehd û şekker bê
le xettî musteqîmî qelb û qalb min ke meḧřûmim
be min çî ger kurey ’alem muḧeddeb ya muqe’’er bê
’ezîzim ’ezim û hîmmet şerte boçî hînde me’yûsî
debê «şa’îrNasnava edebî» qewî qelb û metîn û sîne defter bê