baz ewa şabazî fikirim meylî perwazî heye

bo ḧemed aẍay ’ebbasî malîkî gundî «sera» nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  806 Dîtin
baz ewa şabazî fikirim meylî perwazî heye
bo şikarî lutfî to zorî nîye nazî heye
hewrî teb’im maylî giryan û berq û barîşe
boye guł keyf û demaẍêkî teř û sazî heye
muddetêke ’endelîbî baẍî şê’irim sakîte
lem guł û gułzare yek dinya gile û řazî heye
yadî lutfî to sebeb bû kewte ser neş’e û demaẍ
qehqehey kebkî beharî, çehçehey bazî heye
’aşiqî gułzarî baẍî toye toş men’î meke
bo ẍezelxiwanî yedî beyza û î’cazî heye
ey seba çawî serim zeḧmet bikêşe ta «seraCih»
sehle bo to gerçî dûre û pêç û hewrazî heye
bo ḧizûrî merkezî alî benî’ebbasyan
ew cewaney şoret û te’rîf û awazî heye
mun’îmêke řîzexwarî nî’metî bê mînnetî
xoştire wez’î le aẍayêk ke «diryazî» heye
nîm nîgahêkî legeł mey bê ser û payêk bibê
hênde pênaçê dełên feřş û ser’endazî heye
to le qewlî min le paş ’erzî îradet pêy biłê
«kokeyîNasnava edebî» yek wez’î nahemwar û nasazî heye
nazrî karxanekey deygût ke bo şam û nehar
ẍalîben nanî be wişkî û carê pîwazî heye
pertewî şu’le û şu’a’î dayrey în’amî to
bo şewî tarîkî ew ḧukmî çiragazî heye
gerçî çen sałe le derwazey «seraCih»yî hîmmetit
yek ḧiqûq û qîsmetî bê kesir û efrazî heye
munteha ew sał leber dexłî kem û xercî gezaf
întîzarî yek sîley mexsûs û mumtazî heye