aşî tebî’etim qederêke le xul kewtuwe

bo miḧemmed aẍay ’ebbasî malîkî gundî sera nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  723 Dîtin
aşî tebî’etim qederêke le xul kewtuwe
berdaşekey leser tewere û biste laçuwe
maşênî seci’ û qafye û qutir û qewarkey
wek cîkene şikawe dełêy kone kenduwe
karêz û ḧewz û menbe’î eş’arî piř le aw
wêrane, çołe, xałye wişkawî hatuwe
çen sałe min le baẍî edeb gułçinî dekem
yek yek gułî qeşeng û zerîfim bijarduwe
bo her kesêkî le eşraf û e’yanî memleket
lem gułistanewe deske gułêkî le bo çuwe
bełam lem çinîn û zeḧmete îlla le muhtedîKes
cuz xarî ẍem û elem semerêkim nedîtuwe
herçende teşekkurî bikem hêştake her keme
lutfêkî meḧze bo me xuda xełqî kirduwe
şoret deden dełên ke le serçaweyî sera
serçaweyêkî lutif û kerem munkeşîf buwe
ye’nî muḧemmed îbnî ḧesenKes malîkî seraCih
goy ḧusnî xułqî çakî le ’alem řifanduwe
’ebbasyanî kurd û ’eřeb fexrî pêdeken
ḧîfzî meqam û řutbeyî mensûrî kirduwe
mendîl beser ’imûmî le ser sewz û ser sipî
wek legleg û mirawî hemû polî bestuwe
sef sef deřon û dênewe emma wekû dełên
řojî se’adete le «seraCih» da hełatuwe
’ezim û wîqar û hîmmet û bexşayş û kerem
wek hale dewrî girtuwe meḧsûrî kirduwe
haley qemer delîle leser barîşî meter
em qewle qewlî min nîye qewlî erestuwe
çun suḧbetim nekirduwe aya wekû dełên
herwaye ya heraye ke weşwênî kewtuwe
bo îmtîḧan û řef’î xeyałat û îştîbah
em muxteser qesîde enêrim heta zuwe
em şorete ke esił û esasî bibê minîş
î’lan dekem ke ehlî kerem yek nîye duwe