nałey kułî dił kwanê te’sîrit?
Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
1 Xulek
916 Dîtin
nałey kułî dił kwanê te’sîrit?
bexeta řoyî bo hedef tîrit?
ey firmêskî çaw hełřijê betaw
kwa coşî hełçûn wek dîzey şîrit?
damîn gułgun ke be xwênî ciger
piřjêne ser xak qetrey eksîrit
hawderdî derdim ey bilbilî zar
le gułzar ebwîm nałey şeygîrit
minîş herwek to be şew denałim
wek neẍmey be soz wa ’alem gîrit
min bo guł řengî to bo řengî guł
şertî dû be dû neçê le bîrit
ey diłî meḧzûn çebû tawanit
kê be zułfî xoy kirdî zincîrit?
wek perwane be, bê perwa lexot
be şem’e sûtan çare û tedbîrit
kewtûm û xadîmNasnava edebî leber em derge
yekêk her ebê bibê destigîrit