musmî newroze îmřo bay seḧer wextê ke hat

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 2 Xulek  735 Dîtin
musmî newroze îmřo bay seḧer wextê ke hat
bergî sewzî bo ’irûsanî çemen hêna xełat
řojî wesłe ’aşiqî bê çare ẍefłet ta bekey
ẍunçey wextî pêkenînî hat û bulbul her nehat
feyzî hewrî newbeharî mewc eda boher teref
’etir efşan bû le ’alem badî ferwerdîn ke hat
duxterî dû şîzeyî baẍ û dirext û şaxî guł
ḧamîley badî seḧer bûn sirweyî ’îsa nehat
mewc eda cîlwey ’ereq her wek leser gonayî yar
jałe wa eřjê beser řûy lalewu şaxî nebat
ey demî enfasî ’îsa ey nesîmî kwî yar
mirdeyî sed sałe emřo çawenorin bo ḧeyat
lem kenarî cwîbare û şaxî guł awî řewan
mujdeyî saqîm denê bo xatrî xuwa bo nehat?
hate meclîs saqîy fereḧ rox û piřxende pey
camî mey hênane gêřan badeyî ateş sîfat
şem’ û guł perwane û bulbul min û şahîd beyek
cejnî wesłî ’aşiqane ’eyşî can bexşî ḧeyat
’alemî tir dête berçawum le ’eksî camî mey
ḧel ebê bem badeye saqî seraser muşkîlat
men’î mey xwarîm eka zahîd kewa çon řûy heye
saqîy meclîs xidir bê bade bê awî ḧeyat