gwê şil ke bira lem ẍezele nisḧet û pende

le lapeřey 8 y jimarey yekemî govarî «hawarî kurd» da biław buwetewe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  771 Dîtin
gwê şil ke bira lem ẍezele, nisḧet û pende
wa tê mege beytî bileye meyke be xende
řûḧim be fîday ew kese mîllet deperestê
bêzare le meḧkûmîy û azadî pesende
herkes ke degeł mîlletî xoy nîyetî ça bê
zatêke ke ’alîneseb û fikirî bułende
em mîllete meḧřûme le azadî û şadî
aware le bûm û wetenin bûne peřende
dexulênewe seḧra û der û deşt û byaban
wek ẍûlî byabanî û ḧeywanî çeřende
qismêkî wekû ’eqreb û wek mar û řuteyle
meylî be gezîne wekû ḧeywanî gezende
ba’îs emeye bêkes û serdar û ře’îsin
her boyeşe em îşe ke gendîde û gende
ger muttefîqen des bidenê neykene qełbî
yek quwetî pê lazme em bend û kemende
tewfîq le xudawende leser êwe qyame
yek ḧemle berin firsete wek şêrî diřende
ew sedid û telîsmane be gurzan bişkênin
letlet biken em qeyde be şimşêrî biřende
ew lezzetî azadî û ḧuřřîyetî nefsî
sed mertebe şîrîntire lem şekker û qende