min te’eccub dekem le hîmmetî to

bo kerîm aẍay qunqeła nûsrawe
Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 1 Xulek  895 Dîtin
min te’eccub dekem le hîmmetî to
le cewanmerdî û fituwetî to
le buzurgî û bexşiş û keremit
sûřetî pak û ḧusnî sîretî to
samî’ey kes nîye ke xałî bê
le sedayî ’eta û şohretî to
fîlmesel mîslî xwanî yeẍmaye
sufreyî bê‌beha û mînnetî to
bo debê şa’îrêkî wek ême
bê‌beş û behre bê le nî’metî to
min şitêkî weha tełeb nakem
xarîcî îqtîdar û qudretî to
bare ardê be weznî şeş pûtî
le gułî xermenî muḧîbbetî to
zore bo ême, hîç kemî nabê
wezin û mîqdar û mał û dewłetî to
şê’rî bê cayze û sîle û în’am
zor be’îde le zat û ẍîretî to