sofî were hengamî guł û fesłî behare

Li pirtûka:
Dîwanî Mela Marf Kokeyî
Berhema:
Mela Marif Kokeyî (1875-1945)
 2 Xulek  899 Dîtin
sofî were hengamî guł û fesłî behare
wextî tereb û ’eyş û demî geşt û guzare
pîşe û ’emelet ḧîleye tezwîre řyaye
to beşqî xuda pêm biłê em kare çi kare
bem řîşe heta key debřî řîşeyî ’umirit
em řîşe meger tîşeye ya şeqqemşare
têfkire temaşake le kûçe û le xyaban
sozî neye neş’ey meye awazeyî tare
poł poł sefî meḧbûbe le gułzar û çemenda
to dêwî meger menziłî to her le meẍare
řayxistuwe feřřaşî seba feřşî zumuřřud
wek etłesî yek řenge be bê gerd û ẍubare
herçî like dare wereqî sebzî le berda
bêbehreye lem xel’ete herçî lekedare
deřjênê le awpaşî felek awî muqetter
seqqayî řebî’î be qetare û be metare
sertîpî beharî le guł û laleyî řengîn
çen tîpî le san da le pyade û le seware
musteḧfîz û newbetçîye bo baẍ û gułistan
kebkî derî û bulbul û qumrî û qenare
xemłîwe wekû xêwetî xara be gułukan
her‌ çîmen û baẍ û der û deştêk û nizare
seḧraye leber ’etrî goł û lale û sunbul
wek deştî xeta û xuten û muşkî tetare
şewnem ke leser řûy wereqî guł dedrewşê
’eynen wekû qetrey ’ereqî řûmetî yare
swêsin be zimanêkî teř û taze xerîke
bo mediḧ û senay san’î em nexiş û nîgare
yanî ke hemûşt be demî sîřřî wicûdî
bo bûnî xudayêk betenê bełge dyare
şa’îr were to beşqî xuda řû le çemen keyn
suḧbet degeł em ’aleme her derd û ciẍare