esîre dił le pêç û tabî tuřřey dawî gîsûda

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  645 Dîtin
esîre dił le pêç û tabî tuřřey dawî gîsûda
wekû mecnûn giriftare le ḧełqey sîlsiley mûda
řimûz amûze ’îşqit bo diłî tûtî sîfet cana
le wextêka ke xoy dîwe le aw awêneyî řûda
esîre dił le pêçû tabî tuřřet dawî gîsûda
wekû mecnûn guriftare le ḧełqey sîlsiley mûda
řimûz amûze ’îşqit bo diłî tûtî sîfet cana
le wextêka ke xoy dîwe le aw awêneyî řûda
le aẍûşî kemane tîrî muşganî le bo sînem
le wextî xoy be ẍemze û nazewe debey le ebruda
ke hełsa qametî berzî, le awata diłim lerzî
perêşan zulfî sed terzî be ser yek mû be ser mûda
le xałî rûmetit emřo te’ecub maw û ḧeyranim
ke şahî ḧusnî tu bû kîşwerî řomî be hîndû da
le ’etrî tuřřey to bû seba ey bird be her lawe
ke birdî bo xeta ’etrî be tafet mêşkî ahûda
wekû řêwî esîrî destî şêrî ’îşqe xadîmNasnava edebî
wekû bazîy le ẍefłet çengî xwênînî le têhûda