em behare řuxî to kulfetî peyda eka

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  620 Dîtin
em behare řuxî to kulfetî peyda eka
wek ḧena řengî giranî sêberî peyda eka
hênde têkeł bû wicûdim wa be sewdayî cinûn
wîs’etî damanî daẍ îcadî yek seḧra eka
ẍemzeyî weḧşî mezacî bo diłî zamdarî min
zexmî naxun fîkirî mewcî herweku derya eka
herçî mewcûde hemûy ẍerqe le gêjî wehim wizen
muddetêke coşî derya mewcî xoy bała eka
cîns derdî bê kesî lem bazare bê qîmet nîye
mayeyî bîstin ebînim nałeyî sewda eka
’eqłî bê tedbîr ewa xeclet keşî hîmet buwe
ey cinûn řeḧmî xêre wa xadîmNasnava edebît rîswa eka