ta ebed namewê bimken le derî yar cuda

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  684 Dîtin
ta ebed namewê bimken le derî yar cuda
ta le meyxane û saqî û mey serşar cuda
hemû e’zam buwete dîde le nezzarey to
dił cuda, goş cuda, dîdeyî xwênbar cuda
cejnî newroze kewa ’eyse le gułşene emřo
guł cuda serucuda, bulbulî ẍembar cuda
min le sê lawe le meyxane ke mestî ebedîm
mey cuda, neş’e cuda, dîdeyî diłdar cuda
men’î ’îşqim le hemû lawe eken peşme lam
şêx cuda, pîr cuda, zahîdî ’eyyar cuda
emkujin axrî bem ḧałe le herlawe yekî
řux cuda, ’îşwe cuda, ẍemzeyî xunxiwar cuda
le hemû lawe le fewtanî minî derbederin
ẍem cuda, hîcir cuda, ta neyî eẍyar cuda
fîtneyî dîn û diłn her yeke bo ’aşiqî zar
leb cuda, xende cuda, zułfî syeh mar cuda
ẍemî toye ke eřêjê le dû çawî xadîmNasnava edebî
xwên cuda, eşk cuda, gewherî şehwar cuda