tîẍî qatîl mewcî cewher wek biroy diłdar eda

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  609 Dîtin
tîẍî qatîl mewcî cewher wek biroy diłdar eda
cezbeyî ’îşqe ke mensûr nałe bo serdar eda
neẍmeyî tarî nefis mujdey wîsałî dulber
qebzî dił nałî eda awazî payî yar eda
men’î dîdarî le ’aşiq cîlweyî wesłî tire
berqî şu’ley lin tiranîErebî mujdeyî dîdar eda
ruxsetî cułanewey nada be mujganim نیگاە
ḧîretî xewtûme neş’ey dîdeyî bêdar eda
fîkirî cem’yet nebê bo ’uqdeyî meḧrûmî min
ta perêşan bê diłim bonî le zułfî yar eda
daẍî bê derdî ezanim emkujê emxate der
çunkî derdî dulberan boyî gułî bê xar eda
kifir û îman cadeyekî řaste bo kuyî bitan
sebḧeye herwa tewafî ḧelqeyî zennar eda
meqsedî xadîmNasnava edebî le gułşen řeng û bonî guł nîye
cîlwey řûyî gułêkî tir le pişt dîwar eda