serî min wek serî zułifit ke eka meyl be pa

Li pirtûka:
Dîwanî Xadim
Berhema:
Xadim (1895-1953)
 1 Xulek  928 Dîtin
serî min wek serî zułifit ke eka meyl be pa
têkî meşkêne be qurban be cefa meyxere la
qametî zarû ze’îfî ma wa beřûyî nîgar
wek hîlale ke be enguşte îşarey le sema
zînetî ḧusne sewadî xemî gêsûy řeşî
zułmetî şew ke nebê şewqî nîye şem’ û çira
men’e bo çawî ḧesûdan le nîgahî řuxî to
sunbulî zułfe ke perjîne be řuxsarî guła
her seḧer pirtewî xurşîdî ruxt dête wicûd
zeřře asa diłî xadîmNasnava edebî ke eka řeqis û sema