’ezîz arezût zorî bo hênam

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 7 Xulek  1276 Dîtin
’ezîz! arezût zorî bo hênam
firmêskim sûr bû, zerdî řûy lênam
dîsan be awrî dûrît kewtime gîr
dinyam lê sard bû, bû be zemherîr
dinya wa piř bû le befir û sîxwar
firmêskî sûrim bespî hatne xwar
ta nahumêd bûm le hatnî zût
cergim bwe polû, henasem bizût
hewa be ḧałim wek kêwan degrî
be terze û befir û baran û hewrî
’erzîş lebo min hêndey quř pêwa
beharî degeł zistan lê şêwa
gya û gołî mêrgan bom sîs û zerd bûn
bo şînî kêwan, kewan hemderd bûn
darî mêşe û baẍ befir daypoşîn
lêk dełêy mirdûn, kifnyan poşîn
şînî behare, asman her degrî
hewrîş nałenał řûy xoy depçiřî
ba, le kêw û deşt xoł weser deka
giryanî kêwan beḧran piř deka
kewî kwêstanan, le qaspe kewtin
bêhoş bûn yaxo, xewyan lê kewtin
çîře û cirîwey cûře û çoleke
nayê, neyanma hêlane û hêlke
legleg le gil kewt, nema teqteqî
sêrûş le sîře û fîtû û çeqçeqî
pak peşîmanin lebo germênê
boç dehatnewe? ’emrû nemênê!
qaz le şetawan qařey lêbřa
duřnay çomawan zuřnay lêdřa
le dirzî ’erzî, hewêrde daman
bêhoş bûnewe, siř bûn le serman
le serman, seryan kîseł û řeqe
birde ber xoyan, bê teqe û řeqe
wîşk bû dûpişk, ew kwêrî nařast
mişk kunî xoy be awat dexwast
boq ke deyqiřand, lewêy kirdewe
kerîş zeřînî, lebîr birdewe
mar papokey xward, xoy de xoł degird
twêjî kone û nwêy leber xoy dekird
řêwî kewłî xoy awejû dekird
jûşk arezûy kewłî mûy dekird
lał bim nabîyêm le çya û le řazan
zîřey hełoyan, çirîkey bazan
lebin berdan man her sermazełe
le baẍ û baxçan, qel û qişqełe
pûşî dapoşî, dałdey pak biřî
kerwêşkîş řîşey pak kird û biřî
befrî bê we’de řeşangî biřî
řeşang û sipî pakyan ser biřî
ser biřa gaşîn paş mangabore
lebatî « garan řoyî» gaboře
şîn û şepoře lenêw ře’yetî
beba çû řenc û se’î û zeḧmetî
şemał û ziryan daym şeřyane
aẍawet şiřn, kirmanc qiřyane
řoj heta şewê, gewre û biçûkyan
xêzanî małê, gewrekiç, bûkyan
xerîkin le baẍ firîzû derdênin
wek şewnimî guł areq deřjênin
areq le henyan beřîz bijmêre
kê dî le asman be řoj, estêre
le dewrî seryan, desrokey hewrî
wek mangî çarde, le nêwan hewrî
kewte ser pîlyan çarekey nwêjê
keşehewrî kird le dewrey řojê
zulfan le řûyan wek řeşmar dexşan
şew, bûn wek şewe, be řoj dedrexşan
qed û bałayan wêney nemaman
kê dî nemaman, bigirin şemaman!
desmałî milyan, piştêndî şilyan
çinar û lawlaw, çawî be kilyan
zulfan leser şan, lêk piřjan, řijan
leşkirî çîn û japon têkçiřjan
be lerze deçne firîzûçnîn
giryane karyan lecêy pêkenîn
boçnînewey cwan kełekey deken
polî kewan wan, ke çîney deken
paç û pêmeře û bêl leser şanda
wek fewcî ḧazir lejêr fermanda
hênde lawazin meř û małatyan
qurbanî nakirê, nadrê zekatyan
ga leber leřî hełnagrê nîrî
ne meř mastî ma, ne manga şîrî
lok çemberey bû, mayn mişmişe
ga, gwêřepey girt, gamêş xişxişe
keł û gamêşan bûne çekçekî
wiştiryan be’eyn bêçûy leglekî
leber bêhêzî, le tirsî serma
piştênd le piştida hemû cil kira
bizin û meř řût bûn wek sûresaqe
yek danû deykuşt, yek belebaqe
zistanî ewsał dyare pênc mange
meř û ka û gya û co, biřa le dange
naye fîtey şwan leser şewênê
mêgelan çêştan lekwê denwênê?
kwan şengebêrî le çya û kwêstanan
şiłqey meşkeyan berî beyanan
qołyan hełdeken dełêy bilûre
sîngyan derdexen, parçêk le nûre
derzî berokyan ke dên derbênin
řoj le ’asmanê bo ’erzî dênin
zulfyan labela deken belada
řoj hewrî leser řûy xoy welada
dêhatî lêk dey çadir û hobanî
dest nakewê řon bo çewresanî
wedest nakewê mast bo hewênî
doy hełgêřyewe, yan bîkułênî
penîr bwe îksîr, şîr awî ḧeyat
herwek eskender kewtîne zułmat
şemał û ziryan daym şeřyane
aẍawet şiřn, kirmanicqiřyane
zistanî ewsał dyare pênc mange
meř û ka û gya û co, biřa le dange
tewîle û hoł û heywan hełweşan
xira ber meřî le dange û ḧewşan
pûş û ałaş û qamîş derkişan
dira be gařan wek wêncey nuxşan
kirmanc, dewłetî piř û patał bû
koçî dê be dêy be mang û sał bû
ewîş ledes çû, çîdî koç meken!
kay serewniwê ken, cûtî ça biken!
qîmetî kaye wek karebaye
bo be qûtî řoḧ wêncey seḧraye
ḧasłî ’umrû - le zor û kemî
datan be gya û ka lenêw ’ecemî
baẍan dabnên, daran binêjin!
necîb û esiłn, kon û lemêjin
ḧeyfe mîlletê şeş hezar sał bê
nokerî małan, řût û řecał bê
çîdî dujminan be xo xoş meken
bûzu û kepenk bałapoş meken!
ta key le derkan kiz û biław bîn?
bê mezin û gewre, ser bê kiław bîn
nokerîy małan şerme le bo me!
kołan hełgirîn be komekome
her kes arezûy małanî hebê
wecaẍî kwêr bê, mindałî nebê
ew bedbextîye le kurd řûy dabû
leber nexwêndin kozyan sawa bû
wacbe xwêndin bo dinya û dînê
pêẍember fermûy bo çûnî çînê
be kute û şanaman mîllet demênin
be mezin û gewran şan deşekênin
derdî dił dekem kurt û kirmancî
«ḧesen» kirmance, çî le dîlmancî
pûş û ałaş û qamîş derkişan
diran be meřî wek wêncey nuxşan
kay zerde û řizîw be lîrey sûre
wêncey řeş û şîn pêstî semûre
řêy kakêşanê wek kehkeşane
qetarî wiştir wek estêrane
lał bim nabînim xêł serew xwaran
teqłe û řimbazî û hewhewî swaran
kwa «pîrot aẍa», serxêłî kurdan?
le «qułesenî» řa biçê bo kwêstan
le kwêye «taẍî» - ew çadrî cwanî
tîp tip mîwanî ser sifre û xwanî
kwanê «seyd semed» ew merdî řeşîd
bo «mayn biłaẍ» biçê be temhîd
«xesrew»yiş cwanega řeşî mindar bû
xwardinî firîzû, gełay bin dar bû
degeł «ẍunçê» gyan şînyan degêřa
«sałḧ» û «qadir»yan de ser degêřa
kerebozîşyan leser westaye
kułî giryanyan le ewkê daye
tazemałekan daxuda çilonin?
ewanîş xerîk firîzû û kakonin
diłit teng nebê, tifaqit hebê
ewî toy newê yaxuda qet nebê
«’umer» û «’usman», «bûbekir»y nazdar
be naz gewre bin, hanaman çwaryar
cêjnî qurbane, xom qurban dekem
cêjnepîrozey ’ezîz gyan dekem
tarîx hezar û sêsed û dwazde
bîstî ferwerdîn neçê le yade.