bo toye her be toye detwanim bikem sena
Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
4 Xulek
1537 Dîtin
bo toye her be toye detwanim bikem sena
řoj û şewî to dên û debê meẍrîb û ’îşa
gewre û giran û bêkes û bê cê û bê mekan
bo bêkesan kes û bo bê cêyekan, pena
tenha û berqerarî, her bûy û her debî
bê az û bê nyazî, bê bab û bê bira
bêwêne san’êkî be emrê dirust dekey
însan le aw û guł le geław û le gił, gya
herçî peřî gułane, lebo zîkirî to, ziman
herçî gełay bedarewe, destin lebo du’a
her şukirî toye deyken û her řizqî to dexon
ḧeywan le beḧir û beřye, firîştan leser sema
her çawyan le toye, her ummêdyan be to
herçî ẍenî û feqîre le herla, geda û şa
řezzaq û nazrî le hemû cêge ḧazrî
xałî le to, le ’erz û sema cêgeyê nema
bo dost û dujmine keremit, bê kem û zyad
bê minnet û teşexxuse, bê qîmet û beha
muḧtacî řeḧmî toye, nebî bê eger, welî
ḧeyranî wesfî toye eger şêx, eger mela
masî le şewqî toye le beḧra deken şena
teyran le ’îşqî to le semada deken sema
lutifit lebo me bê, çi şefayêke da’îmî!
dûr bê le ême qehirit, derdêke bêdewa!
to zyatrî le herçî xeyałatî lê dekem
nî wek kesê, ne kes wekû toye, qiseş biřa!
te’rîfî to le taqetî fîkirî me, çote der
لااحسیErebî seyîdî meye fermûye bermela
herkes biłîndî key, be kesê nakirê newî
herkes fiřê bidey, le hemû cêge derkira
zeřřêkî nûrî toye ke dunya piře le nûr
řûnakî řoj û mangî şew û şu’leyî sema
hełkey eto çirayekî qet nakujêtewe
řîşî desûtê herkesê fû ka le ew çira
ředid û qebułî toye yekê neḧis, yek se’îd
adem geřawe hatewe, şeytan wedernira
bakim çîye gunaḧim eger zore ya keme
çunke hemîşe pîşeyî to burdine û ’eta
zorim humêde řojî qyamet be ’efwî to
me’lûme her le toye ’eta, lêmeye xeta
bexsûs şefî’î êmeye ew xoşewîsteket
şabazî ew … feř û şay şarekey sefa
herdem sełatî zor û siławêkî bê jumar
dyarî bo řoḧî pakî to, ey fexrî enbya!
meqsûd le xełqî ’alemî, her zatî pakî to
xełqî hemû tufeylî û her toy ke bang kira
çûne ḧizûr û hatnewet, leḧzeyêkî girt
lew cêgeda melek be gelêk kewtine dwa
hat, çû û bîstîy û kutî û zû geřayewe
ałqey der her delerzî, çiray małê her giřa
paşxiwanxorin le xwanî sefat herçî enbya
wirtikeçnî derî keremit cumle ewlya
to padşay û ême gedayanî derkî to
ẍeyrî guzeşt û bexiş, çi dekirê legeł geda?
’ebdim lebo seḧabe- ke yar û řefîqî ton
qurbanî al û beyt û îmamanî řênuma
bo min ke çwar yarî nebî yar û yawerin
bo dozexim çi ẍem? be beheştim çi î’tîna?
ewdem ke herkesê be kesêkî debê necat
êmeyn û dest be damenî ew pênc tenî ’eba
kurdîn û bêkesîn û le herlayê derkiraw
destê wedes me de, ke le řêt ême laneda
dunya, ke sîcnî mu’mîne, fermût û dat xeber
her bo meye, legeł meye, her lême řû deda
ye’nî ne miłk û maşe lebo me, ne ḧał û mał
ne cah û ne celal û bê mał û bê seła
lême ne şa û ne mîr û ne serdar û ne wezîr
ne ḧakim û ne nayb û sertîp û ne sipa
her yek ẍułam û nokerî bêgane mîlletêk
zîz û kiz û kesîf û keneftîn û bênewa
nîmane merkezêkî ke wa pałî pêwe deyn
ne mezin û gewreyêkî ke pêyan berîn pena
pałestodan û cwab û fiřêdan le pillekan
des pêwenan û piştemle, zille, gêt, neya!
ne medrese, ne ders, ne ’îlim û ne sen’etêk
zułme legeł me, hênde be çawêk neken nîga
axir be zatî toye humêdî necatî me
řazî mebe le ummeteket, mîlletêk fena
ewřo ḧesenNasnava edebî mu’ezzîne kurdane bang deka
hestin le xew, wexiř bin û ḧî ’ilî alsilaErebî
nwêj çatre le nûstin ḧî ’ilî alfilaḧErebî
secde û řikû’ layqe her berne ber xuda