’ezîz beynêke lêm bê xeberî

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 2 Xulek  787 Dîtin
«’ezîz» beynêke lêm bê xeberî
wekû bîstûme lem ber ew berî
carêkî bîstim çûy bo «’enbar»ê
xoşî xoşîm bû dêşî bo xwarê
paşan wamzanî swar bûy bo «sera»
eminit hełbiward le xizim û bira
meger nazanî emnîş biratim?
řûnakîm her toy, mayey ḧeyatim!
xozgem be zistan, befir û sermakey
mij û sîxwar û kiřêwe û bakey
ke hemsefer bûyn beynêk pêkewe
lezzet ew wexte, ḧeyat her ewe
şewî meraẍe çen xoş řabran
çende suḧbetî řoḧanî kiran
le paşan be şewq dehatim bo lat
boy xakî dergat carcar bom dehat
ew tof û bende leknim behar bû
sermay êwarêy germay nehar bû
kêwî «gamêşan» pirdî sîřat bû
«kultepe»ş beheşt, cêgey necat bû
hatim, dabezîm çûme dîwaxan
be kûre û lampa bû be çiraxan
yadî bexêr bê kûre germeke!
pałewpişteke, lêfenermeke
’ebdułła heway wek beheşt lê kird
xoş xoş, be xoşî, hênd awrî tê kird
berbang û parşêw her new’e nî’met
degeł xułqî xoş, bê de’ye û mînnet
zistan le behar bo min xoştir bû
gułî umêdim ewdem geştir bû
ḧesenNasnava edebî be qurban ’ezîzekanit
«’umer» û «’usman», «bûbekir»y cwanit