řêzî nan bigirin

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 7 Xulek  1446 Dîtin

pyawêkî bałaberz, mûkej û çawkał bû, nimûney pyawêkî ałmanîy pizîşk bû, zor hêdî û leserxo bû, nîşaney endametîy ḧîzbî be yexeyewe dedrewşawe.

řojêk be mîwanî hate małî ême le katî xwardinda wirkenanêkî zor wirdî lê kewt be sersuřmanewe dîtim dahatewe û hełî girtewe û pêş ewey min çi biłêm xistye zaryewe.

eger caran karêkî ewtom be êranîyekewe dîba ke le hemû temenîda nan û xwardinî be nî’metêkî asmanî zanîwe û řêzî lê girtuwe, zorim belawe seyr nedebû, boçî êstaş xom eger le kołan û řêbaz tûşî wirkenanêk bim ke fiřê dirawe ya werîwe, hełî nagirmewe û fûy lê nakem û le kune dîwarêkî řa nakem? ta nebête pêxust. bełam ew duktore ałmanîye ke hemîşe têr û tesel buwe û le êrû û xoşîda jyawe. bo way kird? bîr kirdinewekem bû be pirsyar û gutim:

«boçî em wirket ke řengibê pîsîş bûbê xward?»

bizeyekî hatê bełam bizirka û nîgay tarîkî û pejarey lê barî. paş tawêk řaman gutî: «dezanim xwardemenî heye û dezanim êsta le zor wiłatan gelêk şit wegîr dekewê û tenanet le hêndêk małan bepêy fîlane. êmeş lêre le îrûda dejîn, bełam min mercim kirduwe heta mawim hergîz hîç xwardemenyêk fiřê nedem û xesar nekem». dwaye em serguzeştey bo gêřamewe:

«law bûm taze le zanistigey pizîşkîda destim be xwêndin kirdibû, yekêk le dostanî konim dozîyewe ke le mindałîyewe aşna bûyn. degeł xoy birdime kořî lawanî komonîst egerçî detirsam bełam çalakî û hełsûřanî em lawane serincî řakêşam û wîstim bem agirey le derûnî ewanda biłêsey girtibû xom bibûjênmewe û nek her xom germ kemewe bełkû giřêk le derûnî xom hełgîrsênim.

ew dêwezmem naxoş dewîst ke wirde wirde sêberî şûmî beser wiłatda kêşabû û hemû kelên û qujbinî tenîbû. em lawane deyanwîst degij ew řaçin. kem kem lewan nîzîktir debûmewe û ew ta’ûne řeşem ke birîtî le hîtler û ḧîzbî nazî bû, baştir denasî û le caran pitir řiq û qînim lê hełdegirt û têdegeyştim çi tarmayîyekî řeş û besam û moteyekî xwênimj heřeşeman lê deka û çi çarenûsêkî şûm û dizêwman le pêşdaye û dwařojêkî çen piř metirsî çaweřwanman deka.

jyan û kar minî lem lawane hełbiřî, tirs way hemû kes dagirtibû ke min nemtiwanî dostanî xom bidozmewe. ewendey pê neçû şeř hełgîrsa û minîş ke îtir pizîşk bûm nardirame cebhe. deřoyştîn û pêman leher cêyek dena çareřeşî, małwêranî, birsayetî û azar û cezrebe û agir û sûtman û kêm û xwên û nexoşî û mergiman degeł xoman debird. min be taqî tenê lenêw ew hemû efser û serbazaneda ke be kirdewey xoyan denazîn, xefetim dexward. tenya karêkî nextêk baş ke le destim dehat ewebû be nihênî yarmetîy girtuwekan bidem. ya ew kesaney be zorî û be bêgar xizmetî xoman pê dekirdin azar nedem û paruwe nanêk ya toze dermanêkyan be dizî û fizî bidemê.

zor zû geyştîne wiłatî pan û berînî şûrewî. lewê carî wa bû çend mang le cêgayek demaynewe, min xerîk bûm le fermandekem nîzîk bibmewe. ta le sayey dostayetî ewda azadî pitirim hebê û bitwanim xwardin û derman bidem bew jin û kiçaney xizmetman deken û eweşim bo kira. îtir hemûyan xûyan bew karey min girtibû carubar seryan dawêşte serim pêyan degutim diłteř, carî waş bû nawyan denam duktorî sûr. minîş be kawexo karî xom dekird û gwêm bew gałte û gepane nedebzût. çunke karim baş dekird û le karkirdinim řazî bûn efsere berzekan degełim dost bûn. minîş agam le dizî û despîsî ewan bû, boye kes wêm nedeřist û azarî nededam û dosyey bo dirust nedekirdim. dena şofar û dûzman û casûs yekcar zor bûn wirde wirde zimanî řûsî fêrbûm.

«řojêk yekêk lew kiçaney demnasî be peşokawî û serlêşêwawî lêm wejûr kewt û gutî: duktor destim be dawênit eger detwanî yarîdem bide. gutim çi qewmawe? çi karêk le des min dê? gutî: dayk û bawkim seryan dêşê û zor sexłetin û ême nazanîn çibkeyn û çiman le des naye, małekeyan be pena małî êmewe bû. karekanim tewaw kird û degełî çûm biřêk dermanîşim bird. baş demzanî em janesere le birsane, çûyne nêw małêk îtir çî têda nemabû çen sîpał, çen textey let û pet çend qape şikaw û kone semawerêk û çadanêkî gawkiraw û çen pyałe nebê, xanûyekî biçûk bû ke şeřî şûm û êmey dagîrker bêřeḧim geskiman lê dabû. letenîşt tendûr pîrêjin û pîrepyawêkî nîwe zîndû tixêł bibûn. le řuxsarî ewanda tenya dû çawî řoçû birîskeyan deda. be pena yekewe řakşabûn. wek mirduwan zerd hełgeřabûn. bêhêz û leř û lawaz bûn, neyandetwanî qise biken ya bibzûn. dû sê zarokî řeşuřût û kiz û mirdeloxe be tirsewe temaşay minyan dekird. temaşam kirdin pirsîm: çend řoje çîyan nexwarduwe? kiçeke be kułî giryanewe gutî: ḧewtûyeke zewadyan nebřîwe, be nîgeranîyewe gutim: çima çitan nebû? bo zûtir be minit nedegut? min ewşew le beşî xom şitêkit dedemê derxwardyan bide.

kiçeke gutî: duktor to zor diłsozî, bełam herçî dekem em dwane hîç naxon tenya car care çořêk aw nebê. nûzey pîrêjnekem gwê lê bû çûme serînî ta baştir gwêm lê bê. deygut ême beşî xoman jyawîn nabê parû le zarî em zarokane bigêřînewe. herçî hebê ba ewan bîxon ta bijîn, ta gewre bin ta řojî xoştir bibînin dayke bêdeng bû, dîtim em dû pîre fîdakarane destî yektirîyan girtuwe û çawyan lêk nawe, detgut bem kirdewe diłî yek dedenewe û pêşî nałey xoyan degirin. ewkim gîrabû, zimanim le bend çûbû, le beramber em hemû xořagrî û pêdagrîyeda çim pê nebû bîłêm. ewan be gyan û dił bepîr mergewe deçûn. çend ḧebî îspirînim danê ta kemêk jane serekeyan kem bêtewe. tenya awatim ewe bû wek ałmanîyek bin řêsmey derkî em małe xapûre maç bikem û le řast em hemû zîbik û ẍîreteda çok dadem, bełam bedaxewe her ewendem twanî leber ewanda ke îtir nemabûn serdanwênim.

lew řojewe mercim kirduwe xwardemenî herçî bênirxîş bê zaye nekem û ta hem leser mercî xom řadewestim. min le nîzîkewe bełê zor le nîzîkewe dêwezmey birsayetîm dîwe.