ew corey bitewê

şeksipîr
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 14 Xulek  1061 Dîtin

1

řojgarêk bû wiłatî cwan û diłgir û kangey ewîn û diłdarîy feranse, berełła û herkes herkes bû, kes serî bo kes danedenwand, kes beřbey kesî nedepêwa, her layey be des mîr û mezin û derebegêkewe bû. le nawçeyekî em wiłate mîrêkî zordarî, dagîrkerî, diłřeş fermanřewayî dekird. ke desełatî meznayetî le dest birakey xoy derênabû, miłk û maşî lê biřîbû.

ew mîre le despîsî û napakî û małperistîda wêne û hawtay nebû. birakey xoy ke ta řadeyek lenêw xełkida naxoşewîst bû. derkirdibû. biray zor lêkirawî, lêqewmawî wederniraw penay bo lêřewarî dûre dest û çiř û piřî «ardin» birdibû. lewê degeł çend dost û aşna û layengirî xoy jyanêkî şad û azad û bê derdîseryan řadebward.

wirde wirde ogrî jyanî sakarî cengeł bû, xem û pejarey be dîtnî dîmene cwanekanî xořisk deřewand. awî sard û řûn û bêxewşî kanyawî dexwardewe. heway xawên û sazgarî zenwêranî hełdemişt, karg û řêwas û gwarde û şîr û penîr û lork û kere û hengiwênî kwêstanî le çêşte çewr û swêr û tîjekanî koşk baştir pê dekewt. derd û deẍezî depeřand û azar û nexoşîy nedehêşt řoj be řoj jimarey lêqewmaw û derkiraw û řawnirawî pitir lê ko debûnewe û dewrey qewẍatir debû, weřezî zyatir deşka û metirsîy kemtir dema.

ew mîre derkirawe kîjêkî hebû, ta ḧez bikey nazdar û lebar û wirya û zana û wişyar bû. ewende gifit û lifit xoş û xwênşîrîn bû kes nebû bedił xoşî newê, nêw «řuzlînda» bû.

řuzlînda lew řojewe bawkî bo parastinî gyanî penay birdibuwe «ardin» le małe mame bedfeřekeyda mabowe. ta awdeng û hawdemî «silya»y kiçî mamî bê. ew gildanewe herçend řojekanî hewweł sext û tał û naxoş bû, bełam ew cûte kiçe zû ogrî yek bûn û bûne dostî çak û pak û gyanî yektir.

çîrokî ême lêrewe des pêdeka, «řuzlînda» řojêk wek řojanî pêşû, leber pencerey jûrî «silya» be weřezî destî weber çeney hełdabû û bîrî le jyanî piçřaw û hełweşawey xêzanî xoyan dekirdewe û «silya»ş be pence nermołekanî dostane pirçe xaw û cwanekanî dadehêna.

lew kateda xizmetkarêkî emîr hate jûr û peyamî emîrî bo hênan û gutî:

êsta emîr dû pałewanan begij yekda deka defermuwê eger wazyan lêye ewanîş bêne temaşa.

lew serdemeda baw bû ke pałewanan lepêş çawî mîr û gewre gewran zoranbazî biken û ewanîş be fîzewe le swêyan řawestin û em kare dizêwe û napyawane mayey řabwardin û sergermî û diłxoşî řesenzade bedesełatekan bû. «řuzlînda» û «silya»ş ke zor weřez û diłteng bûn bo temaşa çûn. bełam bedaxewe dîmeneke lebatî weřezyan bişkênê pitrî xembar kirdin. çunke dîtyan mêrmindałêkî řîwełey, barîkełey şûş û gişt xerîke ambazî lendehorêkî mil estûr û sîng pan û dêwezmeyekî bê kilk û şax û beşan û bahu û bêřeza bê.

cyawazîy temen, wêk neçûnî leş û endam, nîşaney karameyî û ezmûn, dyar û berçaw bû. hemû kes deytiwanî be hasanî encamî em begjyekdaçûne naberambere xefetbare pêşbênî bika. keçî laweke hîç nîşaney tirsan û bizirkan û têşkanî pêwe dyar nebû detgut lêy řûn û aşkiraye zał debê û serdekewê û řûsûr derdeçê û bizey her leser lêwan bû.

«řuzlînda» zor peşêw û xembar bû. aram aram le kuřeke ço pêş nîgay diłřifên û sîḧrawî tê biřî. be zimanêkî nerim û şîrîn pêy gut:

«des lem kare mindałane û şêtane hełgire, çunke em kabra zil û zebełaḧ û behêze lewaneye nethêłê û jyanî lawetîy to bixate metirsîyewe».

lawe nenasyaweke be edebewe gutî:

«daxî giranim natwanim pend û amojgarî em kiçe nazdare le gwêy bigirim. min biřyarî xom dawe berengarî debim, eger serkewtim şanazîye û eger têdaçûm, lem dinya pan û berîneda taqe kesêk nîye denkêk firmêskim bo biřêjî!» le ḧałêkda çawî be tasewe le çawe piř şerim û cwanekanî kiçeke biřîbû gutî:

«tenya awatim eweye diłsozî û xemxorî to piştîwan û handerim bê».

zorewanê des pêkira, «silya be awatewe bû lawî nenasyaw serkewê. řuzlînda des be du’a bû û depařawe xuda laweke le şeřî em luzendere biparêzî. betaybetî tirsî cwanemergî ew perêşan û herasanî kirdibû. têgeyştibû em laweş wek ew bêkes û bêpenaye diłekutey girtibû, bo yekem car le jyanîda hestî be şitêk le diłî xoyda kirdibû, ewîş hestî ewîn bû.

bepêçewaney boçûnî temaşakeran lawî mêrmindał ke leber kabray be ged û gîpał nek her xoy leber řagirt û çeqî, bełkû bersîngey lê biřyewe, meçekey lê engawit, ser simtey da û baw leser bawî hênaye ta kabra biřistî lê biřa şil bû û fêłî pê nema. emcar be herdû dest berzî kirdewe û be řiqewe way le textî herdî řakêşa ke çwar pelî hawêşt û lecêy nebzût û pişûy lê biřa.

çepłeřêzan, horyakêşan, dengî aferîm, destit neřzê, bawkim deberit mirê, řûy dayk û bawkit sipî bê berz bowe. mîr xoy pê řanegîra lawekey bang kird û le řesen û bineçekey pirsî:

«wełamî dawe kuře giçkey «sîr řulandibiz»m. emîr çirja, girj bû, řûy lê wergêřa. bawkî denasî û deyzanî yekêk le dostanî nîzîkî birakey bû».

bełam piley xoşewîstîy «řuzlînda» beriztir bowe û le ḧałêkda ke lebnewe destî «silyay» deguşî gutî:

«bawkim bawkî em kuřey zor xoş dewîst û mitmaney tewawî pê hebû». eger demzanî řołey ew pyawçakeye be hîç barêk nemdehêşt tuxûnî ew ẍûle bikewê. be pařanewe be ah û firmêsk dawênim degirt û wazim pêdehêna».

herdûk çûne lay kuřeke ke le bêmeylî mîr diłî yeşa bû, zoryan lawandewe û diłxoşî dayewe. ke hatin biřon «řuzlînda» zincîrêkî le gerdinî bilûrînî derhêna û le mistî na û gutî:

«em yadgare piçûkem lê wergire. min le małî dinya çîdî şik nabem, dena to boye debûy dyarî zor benirxtirit pêşkêş bikem».

2

«firedrîk» fermanřeway dagîrker ke wefay «řuzlînday» degeł laweke bînî û lelay dîkeweş basî çakî û pakî û bebezeyî û bê’azarî pê řageyandibû. be řiqda çû û hate ser ewe birazakey le małî xoy derka.

řojêk ke degeł «silya» danîştibûn wejûr kewt û bêşermane û napyawane pêy gut: her êste debê lêre biřoy! herçî «silya» pařawe û laławe û girya û dest û dawênî bawkî bû sûdî nebû. naçar tikay le bawkî kird mewda bida emşeweş pêkewe řabwêrin.

şewê tegbîryan kird û hatne ser ewe be cût řabken û xo bişarnewe. beyanîy zû yek le cilî lawêkî tund û toł û ewî dîke le bergî ladêyda be derkî nihênîy koşk derbazbûn û be naşarezayî řûyan le cengełî «ardin» kird.

hîç kam neyandezanî çîyan beserdê û řojgar çi boseyekî bo nawnewe. řêbaz nadyar û dwařoj win bû. tenya amancyan ewe bû řêgay dûr û dirêj bibiřn û zû xo bigeyenne lêrî «ardin» ke beşkû mîr le wênderê bidoznewe jyanî tarîk û tinûk û sard û siřyan leber tîşkî betîn û lawandinewey ewda germ û řûnak bêtewe.

«řuzlînda» be cilî pyawane û «silya» le bergî kîjêkî ladêyîda benêw sedan řêbwarda têpeřîn û kes neynasîn. katê řoj awa bû le yekem ḧesaneweda çunke xişił û dirawî zoryan pê bû twanîyan jûrî pak û xawên bigirin û xwardinî baş bixon û řaḧet binûn.

3

«orlandu» giçketrîn û lawtirîn kuřî «sîr řuland» bû. her le seretay jyanewe řojgar jehrî nakamî le camî kirdibû, hêşta zarokêkî piçûk bû ke bawkî hemîşe becêy hêştibû û çarenûsî be bira gewrekey «ilîwir» espardibû. «ilîwir» lawêkî sûk û xoş řabwêr û le xobayî bû. bepêçewaney wesyetî bawkî hîç agay le birakey nebû û başî pênegeyand. «urlandu» degeł awałî geřok û sûkełe û xwêřî û hîç û pûç gewre bû. bełam çunke bo xoy çak û diłpak bû be bêkare û destewestan derneçû, baş pêgeyşit. lawêkî bwêr û netirs û behêzî lê derhat. ewe hestî îreyî û bêzarîy kakî bizwand û xerîk bû be her corêk bê serî le naxî řoka û lenêwî berê.

bem mebeste şûme hanî deda berengarî pałewananî behêz û bêřeza bibê bełkû be des ewan biçê. bełam bextewerane hemû carê zał debû û ewanî deşkand û debezand. ke lem kare nahumêd bû; şewêkî jûrî nûstinî agir têberda ke be hezar zeḧmet û narî ’elî řizgarî hat.

«adam» kone xizmetkarî bawkî ke beşî zorî temenî le xizmetî em binemałeda birdibuwe ser lem řazey geyand û wadarî kird pêş ewey nexşe napakekanî kakî cê bigirin řabka û xoy derbaz bika û wiłat becê bêłê. çunke deyzanî çi şik naba û hîç dirawî nîye, paşekewtî çend sałey xoy daye û bo xoşî řegełî kewt.

ke geyşte cengełî «ardin» pîrepyawî kenifit û zurhan le pê kewt, «urlandu» ewî lebin sêberî darêk dana û bo xoy be barîke řêyekî lêrewarda řoyşit ta geyşte cêgayek ke mîr û dostanî xerîkî xwardin bûn. şîrî le kałan derkêşa ke be zorî xwardinyan lê bistênê bełam mîr fermûy da û be řûxoşî gutî: «were degełman bixo».

«urlandu» le karî xoy pejîwan bowe û daway lêburdinî kird, paşan serguzşitey xoy bo gêřawe û gutî: «nawî «orlandu» û kuřî çûkî «sîr řuland»e».

mîr ke bîrewerî zor xoşî le dostayetîy bawkî hebû gelêkî bexêrhatin kird û le nasînî ew zor şad bû nardî pîrepyawekeşyan hêna û lejêr bałî xoy girtin.

4

hêşta ḧewtûyek be ser jyanî «řuzlînda» û «silya» le cengełda řanebirdibû, řojêk «řuzlînda» be bin pîredarêkda têpeřî û dîtî nawî ew le bejnî darêkî hełkendirawe. belayewe seyr bû...

herwa degeřa û temaşay kird nawî be darêkî dîkeweş heye, herçî serî hêna û bird boy neçuwe ser yek ewe çîye? axrî hate ser ewey lem lêrewareda firîşteyekî efsaneyî hebê ke hawnawî ew bê lew xeyałeda bû kutupiř tûşî lawêk hat ke xerîkî řaw bû, ke başî têřama «urlandu»y nasîyewe, diłî kewte lêdan û řengî bizirka, lêy nîzîk buwewe û gutî:

«nawit çîye?»

gutî: «urlandu»

ewîş ewînêkî şurit û gum û awatêkî babirdełey le řeng û řûy ewda bedî kird û gutî:

«edî to nawit çîye?»

- «kanîmd»

pêkewe geřan «urlandu» boy gêřawe ke çon carêkî lewpeřî nahumêdîda lekatî milaneda kiçêkî cwançak û diłpak humêdî weber nawe û şêt û şeyda û gîrodey xoy kirduwe lew demewe le bîrî nekirduwe û hemîşe goranî piř sozî pê hełdełê û nawî le darî cengeł hełdekenê. «řuzlînda» wexta bû le hoş biçê û xoy le amêzî bawê.

bełam xuday eqił têy řaxuřî, carê wextî xo nasandin nîye, çakî taqî bikewe û bizane řadey wefadarî û fîdakarî çende? gutî:

«min nek «řuzlînda» denasim, bełkû xizmayetîşim degeł heye. wa çake herçî le diłit heye bo minî hełřêjî ta hemûy pê řabgeyenim».

«urlandu» hemû řojê deçuwe kin doste tazekey û wêkřa deçûne nêw dar û dewen û guł û gułzar û tenîşt kanyaw û cobar û xemî diłî xoyan deřewand.

berebeyanêkî zû taze gizing kewtibû. ke «urlandu» hesta û berew dîdarî dostekey řoyşit. temaşay kird kabrayek leser çeqî řêga řakşawe û xirp xewî lê kewtuwe. têy fikirî û bira gewrekey «îlur»y nasîyewe. pêy seyr bû ew fêłbaz û tirsinoke lêre debînê? ew zor lewe azatir û pyawtir bû ke tołe le dujminî xewałû û bêdesełat bistênêtewe. bełam be bêzarî lêy lada û řûy wergêřa û xerîk bû têpeřê û biřwa û temaşay kird marêkî şînî engêwî wek dodane do milî qef kirduwe û gezarey derkêşawe û dehajênê û berew ew dexuşê. hestî însanî û xwênî birayetî hemû řiq û qînî lebîr birdewe, şîrî hełkêşa û řay kirde marî, lepiř neřey dêłe şêrêkî ser tûtkan cengełî lerzandewe, ew destepaçe nebû, lepêşda marekey be zebrêkî dû let kird û paşan begij şêrda hat. şeřêkî xwênawî řûyda, şêrî tûře pelamarî daye. ewîş daynenwand, weber şîranî da û şipirzey kird. şêrî řiq hestawî birîndar ambazî bû û be çengałe tîjekanî layekî şanî ta pencey dadřî, bełam nûkî şîrî ewîş cerg û řîxołey şêrî we deştê xist û xistî û ḧeyatî řeşî lê biřî.

«ilîwir» ke ew dîmeney dî esrînî peşîmanî be çawanda hate xwar. ewende be xoyda şikawe û şermezar bowe ke xoy xiste ser pêy birakey û daway kuştin ya burdinî lê kird. «urlandu» ke diłêkî pak û bîrêkî řûnak û xawênî bû le baweşî girt û řabirdûy le bîr birdewe û bexşî. bełam xwênřêjî bask û mandûyî biřistî lê biřîbû, nîşaney menziłî dostekanî pê gut. ewîş le kołî kird û birdyewe małe «řuzlînda»û karesatekey serleber be tewawî gêřawe. «silya» û «ilîwir» xerîkî birjandinewey baskî û ḧesandinewey kiftukoy leşî bûn «urlandu» şermezar bû ke bo ewende şekete. «silya» be pêkenînewe gutî:

«pêt waye degeł bêçuwe pişîle gemet kirduwe hetîw! to dêłe şêrî ser tûtkanit kuştuwe» lem ḧałeda «ilîwir» çawî le çawe cwanekanî «silya» nedetrûkand. dyarbû «silya»ş bê meyl nebû û carcar be naz pencey «ilîwir»y dekuşî û wełamî daxwazîyekanî dedawe «řuzlînda» paş tawêk gutî:

«urlandu bênne lay min baştirim aga lê debê, bełam basî perêşanî minî bo meke».

ilîwir ke dił û dînî lepênawî ewînî em kîje nabû bepele hatewe lay «urlandu» û ewî le řazî xoy agadar kird û gutî:

«le xuday dewê «silya» bête jinî ew».

urlandu bizeyekî hate ser lêwan û gutî:

«biço lay û hemû qisey xotî bo bigêřewe. nazanî êsta tenyaye û «kanîmd» dête lay min.

dû diłdar ke be řwałet dû dostî gyanî gyanî bûn betenê manewe. «urlandu» basî ewînî «ilîwir» û «silya»y bo gêřawe. paşan gutî:

«xozge û hezar xozge êsta řuzlînday xoşewîstî minîş lêre debû».

«řuzlînda» pêkenî û gutî:

«hîwabiř mebe sozî cwantirîn bergî xot leber bike were binkey mîr. nardûme xoşewîsteket bê tikay lê dekem bête řeza û şût pê bika».

sozî mîwandarêkî baş û cwan le binkey řazawe, mîr, ilîwir «urlandu» û ewanî dîke çawenoř bûn. lepiř dû kiçî cwan û çeleng be cilî xowłatîyewe des lenêw destî yektir derkewtin.

«řuzlînda» xoy beser pêławî bawkîda da û tikay lê kird îzin bida mêrd be «urlandu» bika, mîr le xoşî dîdarî kiçekey wexta bû bał bigrê, destî dû nobûkanî le destî dû tazezawa na.

lewlaşewe mîrî dagîrker ke tenanet kiçekey xoşî le destanî řaykirdibû. berî şepołî tûřeyîy xełkî negirt û penay bo deyr bird, mîrî pêşû serlenwê çowe ser cêgay xoy.