pêşekî bo qełay dimdim

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 23 Xulek  3322 Dîtin

be dirêjayîy mêjûy netewey kurd her karesatêkî giringî syasî û mêjûyî, her řûdawêkî komełayetîy berçaw, her çîrokêkî tał û şîrînî diłdarî û her şayî û şînêkî gewre le her mełbendêkî kurdistan qewmawe, xowêj û xoşxiwane kurde nexwêndewar û nenasrawekan leser kêşî biřgey xomane be zimanêkî sakar, bełam puxt û paraw û řesen û řewan hondûyanetewe û ahengêkî taybetî xoyan bo danawe û pêyan gutuwe beyt.

şayer û beytibêjekan ew beytaneyan le kořî dîwexanî meznan, le lamêrdanî gewre pyawan, le goşey mizgewtî gundan û le çayîxane û karwanseray şaran bo xełkî tînû û tamezro gutuwe. bemcore hem neyanhêştuwe řûdaw û karesatekan lebîr biçnewe û hem ziman û ferheng û edebî folkilorî kurdîyan řoj be řoj dewłemend û dewłemenditir kirduwe.

em beytane sing be sing û pişt be pişt parêzrawin. dyare bepêy cê û kat û westayî û nawestayîy şayer kem û zor gořanyan beserda hatuwe. zyad û kem kirawin wişey taze û nwê û bawyan hatote nêw û wişey kon û swawyan lê derawêjrawe. bełam nêwerokî mebest herwek xoy mawetewe.

le serdemî êmeda ke cîhan aługořêkî seyr û be peley beserda hatuwe. însan şepołî heway xistote jêr řikêf û aweznigî xoy û atomî qełşanduwe û leser mang dabezîwe. herçend wez’î kurdistan gořanêkî ewtoy beserda nehatuwe û netewey kurd herwa le karwanî şaristanyetî becêmawe û temumjî nezanî û nexwêndewarî le asmanî wiłatekeman neřewîwe. bełam eger nûrî kareba kurdewarîy řûnak nekirdotewe, řadyo û giram û řîkorder geyştote kwêredêyekanî kurdistanîş û detwanîn biłêyn tîşkî zanist nařastewxo kurdistanîşî girtotewe.

bernamey řadyokan, îstiwaney giramekan û şirîtî řîkorderekan xełkyan le beyt û bawî şayer û hunermendekan bênyaz kirduwe. boye metirsî ewe zore şakare benirxekanî edebî folkilorîman wirde wirde lebîr biçnewe û lebîr çûneweşyan zyanêkî zor gewre le ziman û ferheng û mêjûy netewekeman deda. herçend zanayan û řûnakbîranî kurd le hemû lawe hestyan bew metirsîye kirduwe û her kes bepêy hêz û twana û derfetî xoy xerîkî kokirdineweyanin. bełam bedaxewe derost nayen û pêşgirîyan bo nakirê.

yekêk le karesate here gewre û xwênawîyekanî mêjûy nwêy kurdistan ke paş dabeşkirdinî em wiłate lenêwan ’usmanî û qizłibaşda řûy dawe, gemarodan û gîranî qełay dimdim û şehîd bûnî emîrxanî biradost, xanî lep zêřîn û hawpeymanan û dostanî em serdare mezney kurde.

em karesate ewende xwênawî û besam buwe, şa ’ebbasî sefewî şay xwênřêj û pyawkujî êran, ewendey řiq le netewey kurd buwe, ewende załmane û zordarane degeł em netewe bêderetane cûlawetewe, ewendey xełk kuştuwe û wiłatî xapûr kirduwe û jin û mindałî bedîl birduwe. emîr xanîş ewend pyawane řapeřîwe û azayane wedes hatuwe û serî bo şoř nekirdotewe û bergirîy kirduwe û ewende merdane şehîd kirawe ke řabirdinî zeman neytiwanîwe tozî feramoşî leser em karesate dabêjê û lepêş çawanî win bika.

şayer û xoşxiwanekan em karesateyan be şêwey corbecor kirdote beyt, lik û popyan lê kirdotewe û şax û bałyan lênawe. le hemûyanda dû şit lepêş çaw gîrawe: azayetî û xořagrîy emîrxan û diłřeqî û bêbezeyîy şa ’ebbas.

lenêw em beytaney min lem bareda bîstûmin hîçyan nagene em beytey ke zanay gewrey ałmanî «oskarman» le seretay em çerxeda le řeḧman bekirî bîstuwe û le 1905da çapî kirduwe û êsta ledes daye. le hemû beytêkda xeyałatî şa’îrane beser waq’îyatî mêjûyîda zał debê. lem beyteşda eme debîndirê. bełam wa dyare em beyte zor paş qewmanî karesateke negutrabê, çunke nawî hêndêk kes le karbedestanî qizłibaş û dostanî emîrxan lem beyteda wek xoyan mawnewe.

mêjûnûsekanî xomane û bêganeş leser ew karesateyan nûsîwe û serçawey hemûyan «’alim aray ’ibasî» kitêbe benirxekey eskender begî turkimane.

eskender beg herçend noker û nimek xurdey şa’ebbas û dujminî netewey emîrxan buwe û daway řeway ew serdare mezney kurdî be lasarî û serpêçî û tenanet nimek beḧeramî û leřê derçûn danawe û be aşkirayî cinêwî dawe û dełê: «erkî serşanî şay îslam penaye asewaryan łê bibřê» bełam pyaw heq biłê mêjûnûsêkî yekcar wird û wirya buwe û řûdawekanî mêjûy serdemî şa’ebbasî zor beserincewe tomar kirdûn. cige lewe xoy le gemarodanî qełay dimdimda beşdar buwe û agay le hemû keyn û beynêk buwe.

řaste ewîş wek hemû desupêwendî şayan řyabaz û dirozin buwe û zorî teşî leber şa’ebbas řistuwe û be bejin û bałay ew şa bedfeř û xwênřêjey hełkutuwe û way nîşan dawe ke tawanî kurdan buwe ke diłî naskî xawen şikoyan şikanduwe û heqî xoyan buwe qetlu’am bikirên û bew derde biçin. bełam degeł eweşda zor zanyarî têdaye û serçaweyekî bekełke bo ew kesaney byanewê lebarey qełay dimdim û sałî mukirî qiřanekeda şit binûsin.

karesatî dimdim û mukiryan ke yekêk le besamtirîn řûdawekanî mêjûy kurdistane, ke hestî netewayetîy zanayanî kurdî coşanduwe, xanîy nemir em heste agirîney çil û çend sał paş karesateke derbiřîwe.

lem sałaney dwayîda zanay benawbang û nûserî meznî kurd «’ereb şemo» çîrokêkî dirêjî benawî qełay dimdim leser uslubêkî nwê û bawî řoj nûsîwe. nûsînî çîrokî mêjûyî lemêje lenaw gelanî cîhanda cêy xoy kirdotewe. bełam eme yekem çîrokî dirêje ke min be zimanî kurdî lem bareda xwêndûmetewe.

bedaxewe min nûsînekey ewm nexwêndotewe. çunke serim le xetî řûsî dernaçê û kitêbekeş be xetî řûsî çap kirawe. bełam mamosta şukur mistefa ke em çîrokey hênawete ser şêwey kirmancîy xwarû û xetî pesnidikirawî kořî zanyarî dełê: «destim le nêwerokî çîrokeke nedawe û her řwałetim gořîwe».

mamosta ’ereb şemo be xeyałî berzî hunermendaney xoy çîrokêkî şîrîn û piř karesat û hest bizwênî xułqanduwe û xizmetêkî gewrey be edebî netewekey kirduwe. sertaserî em çîroke betame piře le hestî pîrozî însanî, nîştimanperwerî û gel xoşewîstî.

çîrokî qełay dimdim nimûney edebêkî řî’alîstî řexnegraneye ke le edebî kurdîda eger bêwêne nebê kem wêneye. le labelay dêřekanî em çîrokeda perde leser waqî’î netewey kurd, be layenî baş û xirapda nîşan dirawe û bo ew bêgananey kurd baş nanasin zor bekełke.

pałewananî em çîroke hîçkam bo kurdêk nenasyaw nîn. «şebab» lawêkî kurdî asayî û řezasûke ke hemû řojê le řêbaz û kûçe û kołanan tûşî debîn û qisey degeł dekeyn. «dilber» kiçe kurdêkî lebar û neşmîlaneye ke le hemû gund û şaroçkêkî kurdistanda nimûney zore û hîç wê naçê xeyałî nûserêk xułqandibêtî. zor «hemze çaweşman» dîwin û dwandûn. zor westay ermenî û asorî amrazî pêwîstîyan bo dirust kirdûyn. zor «eskendere pîre» çîrokî konyan bo gêřawînewe.

kem lawî kurd heye le diłdarîda şebabêk nebê. kem kîjî kurd heye biřway be piř û pûç nebûbê û penay bo piř û pîrêjnan nebirdibê û nuştey çewr û şîrînî û dembesî be mela nekirdibê. çildane û şemołey negirbêtewe. bin pişk û xuşkî piçûkî wek «nenê»man zor dîwin ke dyarî û řaspardey kakyan bo dezgîranekey birduwe.

beřastî mamosta şarezayîy tewawî le waqî’î jyanî netewekey heye û zanyarîyekey xoy zanayane û westayane le labelay dêřekanî em çîroke şîrîneda next û puxt gêřawetewe.

hewar û banemeř û ajełdarî, herewez û destewa û leber şane danîştin, xurî pişkinînewe, teşî řistin, lêk kobûnewey kiçan. tewn heławesîn, wêney mafûre girtinewe, mazû çinîn, řabwardin, dawet û hełpeřîn. jwan û diłdarî, cût û ga û kiştukał û aşewanî, nwêj û ta’et, swarî û teqle û řimbazî û řaw û şikar û nêçîrewanî, nan bideyî û mîwandarî, jin zor hênan û kiç firoşî û şîrbayî wergirtin, nîştimanperwerî û fîdakarî û gyanbazî, xeyanet û bêganeperistî û řûřeşî, hemûyan be zimanêkî şîrîn û sakar û le cêy xoyanda bas kirawin û nirxî çîrokekeyan zyatir kirduwe. mamosta ne le nîşandanî kirdare başekanda zêdeřoyî kirduwe û le řastî dûr botewe û nekirdewe dizêw û naşîrînekanî şardotewe. mamosta le sertaserî em çîrokeyda tê koşawe akarî pak û kirdarî çak lenêw komełî kurdewarîda birew pêbda. deyewê lawanî kurdistan řast û pak û nîştimanperwer bin û dost û dujminî xoyan binasin. dostyan xoş buwê û komek û yarmetî biden û barbûy lê wergirin û dujminyan naxoş bwê û řiqyan lê bê û leseryewe neçin û firîwî nexon her bewe řanewestawe û wîstûyetî usûlî şeřî partîzanî fêrî şořişgêřanî kurd bika û tenanet ewende lem bare diłsozî nîşan dawe ke naçar buwe le waqî’ dûr bêtewe. bo ewey şořişgêřanî kurd le şeřî şewêda fêrî xoşardinewe bika. le şeřî şemzînanda řûdawêk dexułqênê û hemze çaweşî hêdî û hêmin û diłsoz ke nimûney fermandeyekî here baş û leserexoye wa tûře deka ke naçar bê dagjête serbazêk û lêy bida. çunke cigerey dagîrsanduwe!

bêguman mamosta lêreda hênd beteng fêr kirdinewe buwe zeman û mekanî lebîr çotewe. řaste le zemanî şa’ebbasda pêy ewrupayîyekan bo êran kirawetewe û tenanet ew padşaye birayanî «şîrlî» wek řawêjkerî supay hênawete êran û bałyozî nardûne ewrupa. dûr nîye tûtin ke le emrîkawe hatote ewrupa geybête êranîş. bełam to biłêy le kurdistan lew serdemeda qennekêş hebûbin? girîman tûtnîş bûbê û qennekêş hebûbin. xo řengibê mamostaş wek min lebîrî bê ta em dwayîyane kurd be berd û estê agirî hełdekird û sebîle û qenneyan dekêşa û cigere her nebû. cigere kêşan û agir hełkirdin bo partîzan zererî heye û mamostay mezin deyewê em ezmûne benirxeman fêr bika boye tûşî em hełe buwe.

bedaxewe em çîroke benirxe hełey way têda hen. ke behîç barê nakirê çawyan lê bipoşrê.

çîrokî mêjûyîy esłêkî heye û hemûy zadey xeyałî nûser nîye bełam nûser şax û bałî lê denê û lik û popî lê dekatewe. le çîroke serkewtuwekanda hemîşe nawî qaremanekan û şwênî giringî cuẍrafyayî deparêzrên. ew kesey çîrokî mêjûyî denûsê debê şarezayî tewawî le mêjû û cuẍrafyada hebê ta behełe neçê bo bełge îşare be çîrokî «şeř û aştî» tolistoy dekeyn. bêguman mamosta le min baştir em çîroke dezanê çunke be zimanî řûsî xwêndotewe. řengibê çîrokî «ewende qareman» zor kem bin. bełam çunke tolistoy mezin agay le mêjû hebuwe û cuẍrafyay wiłatekey baş zanîwe sałî qewmanî şeřan û nawî qaremane derce yekekanî û şwênî şeřgekanî negořîwe û parastûnî boye xwêner qaremanekanî tirîş be qaremanî xeyałî nazanê û řûdawe piçûkekanî nêw karesat ke be zadey xeyałî nûser nazanê, cêy daxe mamostay xoşewîstî ême zor kemî şarezayî le mêjû û cuẍrafyay kurdistan û êran hebuwe. seranserî çîrokekey leser xeyałî xoy dařiştuwe boye hełey zor zeq û berçawî le nûsînekeda heye.

kesêk byewê leser qełay dimdim binûsê naçare bizanê paytextî şa’ebbas îsfehan buwe nek taran, şa’ebbasêkî le serdemî desełatî řeş û zordaraney xoyda zor şarî sûtandin, zor qełay řûxandin, zor řewey řifandin, zor wiłatî xapûr kirdin, îsfehanî wa řazandewe, wa awedan kirdewe, ke pêyan gut: «asfihan nisif cihanFarsî» êstaş ew xanûbere û mizgewt û baẍaney ew dirustî kirdûn û bînay nawin, cîhangeran bo îsfehan řadekêşin.

mamosta pêş nûsînî çîrokekey mêjûy êranî nexwêndotewe, ta bizanê ew şa’ebbasey ew basî deka çi dêwezmeyekî xwênxor buwe? eger bepele çawêkî her be «’alim aray ’ibasî»da gêřaba, ke mêjûnûsî taybetî şa’ebbas nûsîwyetî, deyzanî ew zordare pyawkuje nêrîney le mełbendî mukiryan, le beşêkî gewrey nîştimanekeman biřîwe û mêyîne wirdey bedîl birduwe.

pêm waye eger deyzanî ke şa’ebbas ewende zordar buwe ke netenha hezaran kesî kuştuwe û hezaran wecaxî kujandotewe, bełke xoşî wecax kwêr kirduwe û le sê kuřekanî xoy dûy çaw derênawin û yekî serbiřîwe. tabloyekî zor besamtir û řeştir û na’însanî tirî le şa’ebbas dekêşa.

mamosta nek zor agay le mêjûy êran nebuwe bełkû gwêy nedawete mêjû û cuẍrafyay wiłatekey xoşî, dena hîç neba debû bizanê «silêmanî» zor paş karesatî qełay dimdim dirust kirawe. min beş beḧałî xom nawî ’eşîretî «beřûdarim» nebîstuwe ke mamosta dełê xanî lep zêřîn gewrey wan buwe. bo ewey bizanîn emîrxan kê buwe? we çon pêgeyîwe. naçarîn pena berîn bo ew nûsrawey dujmin leserî nûsîwe, çunke bo xoman serçawey kontirman nîn. xawenî «’alim ara» denûsê:

«paş nemanî şay beheştî, ke řomîyekan mirxyan le azerbaycan xoş kird, ’êl û ’eşîretekanî kurdî ser be em dewłete bayandawe û řegeł řomîyekan kewtin. şamuḧemmed nawêk le mîrzadekanî biradost be fermanî xundikarî řom kira be mezin û xawen desełatî biradost. emîrxan serî bo danenwand û milî bo řanekêşa, her deme řegeł yekêk le emîrekanî gewrey kurd dekewt. maweyek lekin ’umer begî ḧakmî «sihran» řaybiward. le şeřêkda ke ’umer beg degeł dujminanî kird, emîrxan destêkî le anîşkewe peřî. nawbangî be emîrxanî çulaq řoyşit. lew sałeda ke ałay berzî padşa’î le azerbaycan deşekawe û şa bew pê û qedeme pîrozewe berew nexçewan û êrewan deyajwa. nawbiraw hate ber derkî baregay padşayetî û xoy be şaperist û xizmetkar nîşan da. xawen şiko awřî řeḧmetî lêdawe. meznayetî û destełatdarî tergeweř û mergeweřî pê bexşî û naznawî «xanî»daye û serî berz kirdewe. mełbendî wirmê û şinoy ke ser be azerbaycane û le serdemî şay beheştîda lejêr fermanî yekêk le gewre gewrekanî qizłibaşda bû pê espard. leser fermanî şawesta zêřîngerekan destêkyan le zêřî sûr dirust kird û be gewahîrat û mirwarî benirx řazandewe û le baskyan best. çunke aza û merd bû xawen şiko zorî řû dedaye û gelêkî çake degeł defermû. ewîş destî xizmetî leser sîng dana. lesayey diłsozî û çawedêrî xawen şikoda řoj be řoj be peyjey meznayetîda çuwe ser û le hemû hawşananî xoy têpeřand. çend nawçe û mełbendî le emîrekanî kurdî ser be řom estandewe. be payeberzî û leşkir zorî nawbangî derkird. zor le xêłekanî kurd û le emîrzadekan le dewrey hałan û xizmetî ewyan řeçaw kird. hênde pê neçû hewa û fîz le serî da û lexoba’î bû...»

mêjûnûsêk ke emîrxanî be çawî xoy dîwe û sereřay ew hemû dujminayetîye, î’tiraf be azayetî û merdayetî deka û dełê: «emîrxan le ’eşîretî biradost bû û le şeřda destêkî peřîwe û şa’ebbas destî zêřî bo dirust kirduwe» bełam mamosta dełê çunke zorî zêř bexşîwe pêyan gutuwe: «xanî lep zêřîn».

mamosta zor be wirdî û dirêjî basî qełay dimdim deka. bełam bew ḧałewe be pêwîstim zanî em kurte basey eskender beg leserî nûsîwe, lêreda bînmewe ke dełê: «lepêş îslamda le zemanî sasanîyekan «akasre»da her lew şwêneda qełayek hebuwe ke pêy gutrawe «dimdim» û desdirêjîy řojgar xapûrî kirduwe».

le cêgayekî dîkeda nexşey qełakeman awa bo dekêşê:

«em qełaye leser dundî kêwêkî yekcar berz dirustikirawe ke yekparçe berdêkî dirêjûke û teske û wek piştî ga hełkewtuwe. lay şîmal û cinûbî dołî zor qûłn ke le jêła bo serî debê be peyjey xeyał boy biçî, leber berzî pêwîstî be şûre nîye û şûreyan bo nekêşawe. dû layekey dîkey ke panayîy qełaken, lay řojhełatî pałî wepanayîy çya dawe û şûreyekî zor tewawî bo kêşrawe. burcî zor biłîndî hen û dergayekî berew cinûb dekirêtewe. le derwazewe bo ’erzî řêgayek benêw berdîda heye ke ewende tenge be zeḧmet swarêkî têwedeçê. senger birdine pêş le lay řojhełat û řoj’awawe nebê nakirê. le lay řojhełat tîrhawêjêkî bo derkî qełay bimênê yekparçe berdî sext û řeqe. lebnewe bûdřî bo lê nadrê. ke berdeke biřawe burcêkî zor berz û qaymyan lê dirust kirduwe ke bo xoy qełayçeyeke. ta ew burce ber des nekirê senger birdine bin qeła miḧałe. awî qeła le ḧewzêkî gewreřa dabîn dekirê ke be baran piř debê. bełam le lay şîmal lenêw gelîda nîzîkî qeła, kanîyek heye. awî zor keme emîrxan cogey bo kêşawe û řêy bo kirdotewe û deḧewzekey kirduwe. awî em kanîye le êwarewe heta berebeyan, ḧewzeke piř deka. awekey beşî řojêkî qełanşînekan deka. gumbezêkyan le řêkî ’erzî leser ḧewzeke hełxistuwe ke lepêş çawan win bê; pêy dełên «sulq», bo parastinî ḧewzixaneke burcêkyan bepał qełakewe hełçinîwe. lelay cinûbewe sehołdanêkyan sazkirduwe ke be befir û sehoł de’axnidirê. letenîşt wê ḧewzêk heye ta ew befir û sehołey le hawînda detwêtewe û debête aw befîřo neřwa û lewêda kobêtewe û le katî kem awîda bekar bê ew sehołdaneş qełayeçeyekî leser dirust kirawe û pasewan û tifengiçî leser danrawe. bewêş dełên: «buzilq» ya «qarilq», řêgay wîş wek řêgay «sulq» le dereweřa wine.

bekurtî em qełaye le pênc qeła pêk hatuwe. yekyan esłî qełake, yek qełay xwarê, yek qełay sulq û yek buzilq û ewî dîkeyan burcî gewrey derewey dergay řojhełat ke lepêşda basman kird. her pênc ewende berz û qaymin ke peykî tîjřewî bîr û mêrûley xeyał řêyan tê naba û wêyan hełnageřê».

pêm waye eger mamosta her ewendey eskender beg wek dujminêk leser qełay dimdim nûsîwyetî dexwêndewe, ca waqî’îyetî mêjûyî bew xeyałe berz û naskey xoy deřazandewe. çîroke cwanekey degeyşte řîzî şakarekanî edebî berzî nûsere benawbangekanî cîhan.

le «’alim ara»da nawî hemû serkirdekanî qizłibaş û zor le pałewananî kurd hatûn. çend xoş bû mamosta qaremanî derece yekî xeyałî nexułqandiban û qaremane esłîyekanî nawbirdiban. ca keyfî xoy bû bazirganî ’erebî naw dena «îbin betute» ya na. çunke detwanîn te’wîlêk bo ewe bihênînewe ke ew bazirgane be nawî cîhangeřî benawbang kirawe û mebestî mamosta ew cîhangeře nîye.

namewê basî ewey bikem ke wa dyare mamosta le dwayî çîrokekeyda mandû buwe û pişûy wek pêşû dirêj û leserexo nîye. çarenûsî beşî zorî pałewanekanî nadyare. çunke em şêwem le zor dastanekanî řûs betaybetî şakarekanî tolistoy meznida dîwe û mamostaş kem û zor lejêr tawî ewandaye boye hîç lembareda nałêm. bełam dewêrim biłêm basî gemarodanî qeła û qeładarîy emîrxan û xořagrîy kurdan û bêbezeyî dujminî kurt biřîwetewe. çunke beşî here giringî karesateke ke serincî xomane û bêganey řakêşawe û nawî emîrxanî le mêjûy kurdistanda be nemrî hêştotewe em beşeyane.

lenêw kurdewarîda bawe dełên jinî qełanşînekan betaybetî jinekanî emîrxan le qeładarîda beşdar bûn û le beytekeşda îşarey bo kirawe. wek dełê:

«kê bû le xatûn perwerê

gutî: kak ałî eto mawî etoş hełê»

herweha meşhûre dełên jinekanî emîrxan û gewre gewrekan paş gîranî qeła û kujranî pyawekanî, xoyan le qeła hełdaştuwe ta nebne dîlî destî dujminî bêşerim. le beyteke gutrawe:

«kê bû? le xatûnî xanî

qibûł naken kafiristanî

xoman hełdedêrîn le çil kewanî»

mamostaş wîstûyetî nexşî jinanî kurd le xebatî řizgarîxwazîda berçaw nîşan bida û cwanîşî nîşan dawe. ewîş zor cwan basî ewey kirduwe ke jinekan xoyan kuştuwe. boye daxim naçê neyzanîwe ke yekêk le jinekanî emîrxan ke eskender beg nek bêzî naye nawî berê bełkû qisey sûkîşî pê dełê, şeş sał paş gîranî qeła serlenwê qeła degrêtewe. diłnyam eger mamosta ewey dezanî çîrokekey dû berg debû. çunke azayetî û fîdakarî em jine kurde beşerefe xoy bergêk çîrok hełdegrê.

mamosta basî ’eşîretî şikak deka ke êsta le dewruberî qełay dimdim dejîn, bełam lew serdemîda hîç nawyan nîye. keçî basî ’eşîretî gewre û benawbangî celalî naka ke bedaxewe lew serdemîda tenya ’eşîretêkî kurd bûn yarmetîy şa’ebbasyan dawe û beşî zoryan lenêw qizłibaşda bûn û jimareyekî kemyan le sengerî şerefda bergirîyan kirduwe.

mamosta wîstûyetî be’enqest biłê şeřî kurdan zyatir be tîr û şîr buwe bełam leřastîda emîrxan top û tifengîşî buwe, lebarî çek û qorxanewe tengaw nebuwe. her bê’awî û tînwayetî şipřizey kirduwe û way lê kirduwe le qeła bêteder û şehîd bikirê.

lepêşda gutim min le xwêndinewey xetî řûsîda kołim û çîrokekey mamosta ’ereb şemom nexwêndotewe. ca boye natwanim leser şêwey nûsînî ew çi qisan bikem. bełam ewekey mamosta şukur mistefam çend car xwêndotewe û beřastî çêjim lê wergirtuwe.

’eybî kar leweydaye ême ta êstaş zimanêkî sitandardiman nîye ke kes netwanê lêy lada. her wa be hasanîş natwanîn em zimane pêk bênîn û xoman le paşagerdanî řizgar bikeyn. maweyeke hêndêk le nûsere zanakanman be kirdewe bo em kare benirxe tê dekoşin.

dewêrim biłêm mamosta şukur mistefa yekêk le ałahełgiranî em xebateye û le řîzî pêşewe daye, mamosta wek pyawêkî zana destî le te’esubî nawçegerî hełgirtuwe û le nûsînekanî xoyda hewł deda le hemû şêwekanî zimanî kurdî kełk werbigrê û bebřiway min lem kare piř sûdeşda serkewtuwe.

mamosta tê dekoşê kam wişe řesen û sûk û řewane û kam kînaye leser zaran xoşe bekarî bênê. le berkarhênanî wişey dataşrawî nařesen û dizêw û naşîrîn xo deparêzê. zor şarezay řêzmanî kurdîye û lejêr te’sîrî zimanî bêganeda nanûsî.

mamosta xwêndewar û řûnakbîre, zor geřawe, gelêkî xwêndiwetewe. zeḧmet û kwêrewerî kêşawe û ezmûnêkî tewawî weseryek nawe. le sayey em ezmûneda geywete em qena’ete ke hîç şêweyekî zimanî kurdî ba zorîş dewłemend û piř wişe bê be tenê natwanê bibê be zimanî edebîy netewekeman. ca boye em řêbazey girtote pêş ke le pêkhênanî zimanî sitandardî kurdîda beşdar bê. sereřay ewane hergîz wek pyawêkî lexobayî le nûsînekanî xoy diłnya nîye û be şûreyî nazanê řawêjî be dostan û nîzîkanî xoy bika. eweş akarêkî başe û pyaw degeyenête amancî xoy. mamosta şukur lemêje be nûserêkî serkewtû nasrawe. bełam bebřiway min le nûsînî em çîrokeda xoy geyanduwete tiropkî here berzî edebî kurdî. lepêşda gutim em çîroke leçaw nêwerokewe le edebî kurdîda eger bêwêne nebê kem wêneye. êstaş le xom řadebînim biłêm leçaw řwałet û formîşewe her waye.