pêşekîyek bo «pêkenînî geda»y ḧesen qizłicî

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 11 Xulek  1674 Dîtin

şew direngane, bêdengîyekî besam jûre sard û siř û çol û hol û nîwe tarîkekey dagirtûm. le xwêndinewey em çîrokane bûmewe, le ḧałêkda ke karêkî zoryan kirdote ser mêşk û demarim û wirde firmêskyan pê hełwerandûm. be espayî deftereke dadenêm. çirake dekujênmewe, le cêgakem dexzêm û çaw lêk denêm bełkû serxewêk bişkênim û xem û pejarem biřewênim.

keçî xeyał hełmidegrê, demba... demba... dewena û dewen û řeweza û řewez beser befrî serî kwêstananda, benêw daristan û lêre çiřupřekanda, be pêdeşt û goř û nermanekanda, be nwałe zinwêr û bijwênekanda, be bestênî çomî «tetehû»da bo şare xunçîlanekey mamosta, bo bokan, bo bûkî şarekanî kurdistan, bo kangay ewîn û diłdarî, bo mekoy xebat û fîdakarî bo ber selay serdarî şehîd, bo ser ḧewz û kanîye cwan û benawbangekey, bo temaşay bejin û bała û xał û mîl û çaw û biro û kezê û egrîce û pûz û belek û ser û şede û şan û desmał û qed û piştênî kîje bokanîyan, ke deste deste û pol pol wek mêgelî mamz û ask be lence û lar û taske task dêne ser ḧewz, wegoze sûr û nexşawekanyan be naz le kanî hełdeden û wêneyan le awêney řûn û bêgerdî ḧewzekeda cîlweyekî asmanî heye ke firîşte û perî webîr دەێنێتەûە şi’ûr û zewq miştumał deka û hest û xeyał debziwênê.

gwêm le dengî ew mindałe řezasûk û bizoz û řûtełe hełwafroşane debê. ke tebekî hełwa degêřn û be hewayekî xoş pêy hełdełên û hawar deken:

hełway ten tenanî, heta neyxoy nayzanî

le cêgakemda emdîw û ewdîw dekem. be nahumêdîyewe henaseyek hełdekêşim û leber xomewe dełêm xozge û hezar xozge minîş wa pîr û keneft û şeket û kelela nedebûm. ewendem hêz û guř û tîn û twana dema ta piř be amêzim lew çîrokane hełgirtiba û be hemû şar û ladê û kûçe û kołan û xeyaban û bajêřî kurdistanda geřabam û yek be xom hawarim kirdiba:

xełkîne eger şitî le hełwa şîrîntir û le gułałey nwałan bebon û berametirtan dewê werin, werin bixiwênnewe, bixiwênnewe ta ahî xoştan le dił û derûn bigeřê bixiwênnewe ta tamezroyîtan bişkê, bixiwênnewe ta kułukotan dabmirkê, bixiwênnewe ta komełeketan baştir binasin û le derd û azarî bigen. bixiwênnewe ta pitir şayîtan be zimaneketan bê. ta neyxiwênnewe nazanin qełemî sîḧrawî mamosta qizłicî çi şwênewarêkî benirx û bêwêney xułqanduwe. bîrî wird û xeyałî biłînd û hestî naskî em nûsere bilîmete çi nimûneyekî edebî berzî dařiştuwe û pencey behêz û řengînî em hunermende gewre lîzgeyekî çonî le duř û gewher û mirwarîy nayab bo honîwnewe?

le mukiryan bawe dełên: «binemałey qizłicî wek bêçuwe mirawî wan her le hêlke hatneder melewanin». mebestyan eweye ewî lem binemałe bê, her le mindałîyewe zana û pîtołe. beřastîş em binemałe beřêze gelêk řołey bilîmet û zanay lê hełkewtuwe, ke bê ewey bo xoyan wîstibyan nawbangî zanist û huneryan le dinyada biław botewe.

mamosta ḧesenî qizłicî řołeyekî hełkewtûy em binemałe gewreye, ke mayey şanazîy netewekemane. ew řêbazî bawik û bapîrekanî negirt û řêgayekî tirî hełbijard û, lebatî xizmetî ayîn, ke řêgay bawik û bapîrekanî bû xizmetî edebî we’esto girt ewîş çi edebêk? edebêkî berzî komełayetî.

yekêk le syasete şûmekanî řezaxanî pehlewî le mawey desełatî řeşî faşîstî xoyda hewłî bêwçan û bêřeḧmane bû bo twandinewey gelî kurd le kurdistanî êranda. bo cêbecê kirdinî em mebeste şeytanîye, dab û şwên û ciluberg û edeb û ziman û mosîqa û semay kurdî be sextî qedexe kirdibû.

bełam bew hemû hêze şeytanîyewe nek her kurdî kołnederî bo nebezî û derostî nehat. bełkû em syasete û em zebir û zenge bû behoy řapeřînêkî berînî fîkirî le kurdistanda.

hezaran pêç û piştên û řank û çoxe û pestey pyawî kurd û şede û hewrî û desmał û kołwaney jinî kurd diřa û sûta, bełam cilubergî kurdî wek sunnetêkî mîllî her mawe.

le qutabxane û îdare, tenanet le kûçe û xeyaban hezaran kurd be tawanî kurdî gutin gîran, azar diran û sûkayetîyan pê kira bełam zimanî kurdî wek sermayey netewayetîman her parêzra. kurd netwawe û abřû tikawî û řîswayîy mêjû bo polîsî řezaxan mayewe.

lew serdeme tarîk û tinûk û engust le çaweda le mełbendî mukiryan bo berberekanî degeł syasetî twandinewey kurd, komełêkî nihênî le zanayan û řûnakbîran û gewrepyawanî kurd be řaberîy mamosta mela eḧmedî fewzî, seyfî qazî, pêşeway nemir, qazîy bokan şêx eḧmedî sirîlawa û gelêkî tir le řûnakbîrî ew serdeme pêk hatbû ke amancî esasî û here gewreyan parastin û perepêdan û bûjandinewey ziman û edebî kurdî bû. kitêb û řojnamey kurdîyan ke le ’êraq biław debûnewe be zeḧmet peyda dekird û be îḧtyatewe beser lawanî biřwa pêkirawda biław dekirdewe ta fêrî kurdî xwêndinewe bin. ewan betaybetî mamosta fewzî desteyek lawî řûnakbîryan pê geyandin ke le dwařojda şa’îr û nûserî zor xizmetkar û benawbangyan lê hełkewt. yekêk le desperwerdekanî û hawbîrekanî ewan kak ḧesenî qizłicîy xomane. ke her lew demîřa fêrî kurdî xwêndinewe bibû. ewebû degeł sayey şûmî pehlewî laçû temumjî çareřeşî û negbetîy kurd řewî. wek estêreyekî geş û řûnak û piřşingidar le asmanî edebî kurdîda direwşayewe. lapeřey gowar û řojnamekanî kurdî be nûsrawe cwanekanî xoy řazandewe.

le serdemî komarî dîmukiratî kurdistanda mamosta qizłicî bê ewey sîng řepêş xa û xo řanê yekêk le xoşewîstitrîn nûseran û nîzîktirîn dostanî pêşewa qazî miḧemmedî edebdost û hunerperwer bû. bêcge lewey le řojnamey kurdistan organî ḧîzbida deynûsî sernûserî goware cwanekey hełałeş bû.

pêşewa le axrîn řojanî desełatîda xerîk bû mamosta qizłicî û çend şa’îr û nûserî law û taze pêgeyştû binêrête derewe ta be qewlî xoy çaw û gwêyan bikirêtewe û şitî taze fêrbin. bełam bedaxewe negeyşit û em awateşî wek zor le awate pîrozekanî nehate dî.

wek êsta lebîrme û ta giłebanî çawim deken lebîrim naçêtewe. řojêkî sard û sehołbendanî mehabad bû, xom kuzû kirdibû û be pele deřoyştim cêgayekî germuguř bibînmewe. temaşam kird pêşewa leber bêłakey hatuço deka û řojnamey kurdistanî be desteweye û yekêk le nûseranî řojnamekey lelaye. xerîk bûm fîzmałkî bidemê û xom bibwêrim. dîtmî û bangî kirdim. hêşta dûr bûm fermûy «dîwte em qizłicîye çonî nûsîwe?».

zanîm mebestî em parçe edebîye cwaneye ke qizłicî lem jimareyeda nûsîwye. gutim: «bełê dîwme û beřastî çakî nûsîwe. kakî nûser hełî daye û gutî: bełê çak denûsê bełam kem denûsê. pêşewa bizeyekî hatê û serî řaweşand, em dû şê’rey se’dî xwêndewe:

xak miẍirb şinîdham kih kinindFarsî
bih çihil sal kashî çînîFarsî
sid biruzî kinind dir biẍdadFarsî
lacirim qîmş himî bînî?Farsî

ke xwalêxoşbû mela mistefay sefwet away kirduwe be kurdî:

bîstûme ke wa le řojhełata
be çil sał eyken yek kase çînî
lemerdeşt eken sedî be řojê
boye qîmetî waye eybînî

dîsan řûy le min kird û fermûy: «birya zorî waman heban» û pêş ewey min cwabî demewe bo xoy gutî: «eger bo xoman bîn zorî waman lê hełdekewn».

daxî giranim zor zû hêlanekeman lê şêwa, sayey ew pyawe nîştimanperwer û edebdost û hunerperwer û qedirzaneman leser wela kewt.

qizłicîş wek zor le nûser û şa’îrekanî kurd bê’enwa û bêdaşdar û diłsoz mayewe û le des zułim û zorî řêjîm aware û peřîwey henderan bû.

her bo xoy dezanê lem mawe dûr û dirêjey lêqewman û derbederîda çen tał û swêrîy jyanî çêştuwe, çendî serma û germay dinya dîwe, çendî pend û gołmez beser hatuwe. çen gîrawe û azar dirawe, çen hewraz û nişêwî pêwawe û emdîw ewdîwî pê kirawe û bo peyda kirdinî paruwe nanêkî bê minet naçar buwe bew destewestanîy xoyewe, karî çen sext û giranî bedenî bika û ser bo nakesan şoř nekatewe.

mamosta le kořî xebatda qał buwe, xarawe û le kił hatoteder. lew hemû kwêrewerî û derbederî û çermeserîye şit fêr buwe, zanistî berew jûrtir çuwe. tecrebey weser yek nawe, komełî xoy baştir nasîwe, hestî be êş û azarî kirduwe û dermanî bo dozîwetewe û bote feylesûfêkî pispoř û nûserêkî ři’alîst û waq’ibîn.

pałewananî çîrokekanî qizłicî hîçkamyan bo xwênerêkî kurd nenasyaw nîn. hemûyanî lenêw çîn û twêjekanî komełî kurdewarî hełbijarduwe. karesatî jyanî ewan be kurdîyekî sakar, bew zimaney hemû kurdêkî nexwêndewar û sawêlke lêy ḧałî debê şî kirdotewe. xwênerî wird têdega mamosta qizłicî ta çi řadeyek şarezay zanistî řewanşinasîye û çonî řûḧî pałewanekan nasîwe û çote naxî derûnyanewe.

mamosta qizłicî komełî kurdewarîy zorbaş nasîwe. xwêner lem kurte çîrokaneda nimûney jyanî derebegêkî çekmeřeq, kone begêkî bargîn topîw, şêxêkî desbiř, derwêşêkî zerk weşên, cûtyarêkî zorlêkiraw, bab nokerêkî zimanlûs, karbedestêkî bertîlxorî bêgane, tacîrêkî sûtxorî tema’kar, casûsêkî nîştmanfroş tenanet, jinêkî çareřeş û bêbeşî kurd debînî.

xwêner paş xwêndinewey zorbey çîrokekan pêkenîn deygirê, bełam çi pêkenînê? pêkenînêkî tałtir le kekire.

ewey bo kurdêkî diłsoz cêy dax û xefete emeye: ke degeł eweşda zyatir řûdawekanî nêwerokî çîrokekan degeřênewe bo sî sał lewey pêş keçî debînî êstaş aługořêkî ewto le wez’î komełayetîy kurdida řûy nedawe ke em çîrokane tazeyî xoyan ledes biden.

êstaş cûtyar be çeşnêkî nwê deçewsênrêtewe û leber zorî îcare û qîst û sûrsat des le zewî û zarî xoy hełdegrê û řû le şaran deka. êstaş tunî ḧemam piřn le hejare bê cê û řêyekan. êstaş bazirganî sûtxor û siftebaz, şêxî koneperist û desbiř, derwêşî firîwdirawî zerg weşên le kurdistanda kem nîn.

êstaş dayk û bawkî kurd bo çarî derdî mindałe nexoşekanyan, des û damênî amîne xanî nûştenûs debin û zor amîne xanî bêbeş û çareřeş mawin ke leber wez’î nalebarî komełayetî, hewes naçaryan deka be fêł řeşîd fêr ken nûşteyan dekoşî bawê.

êstaş serkar řezay pasgakanî kurdistan le cenabî serheng îcare degrê û bo estandinî bertîl û saz kirdinî pełp û byanû ḧusên qułî her bedesteweye.

xwêneranî beřêz; min lew sereta kurteda natwanim mamosta qizłicî be êwe binasênim. xotan kitêbekey beserincewe bixiwênnewe ta em nûsere hełkewtuwe binasin û lebîrî berzî behre wergirin.

ba têkřa fermayşekey pêşeway nemirman dûpate bikeynewe û biłêyn: «birya zorî waman heban».