yekem řojnamey kurdî le kurdistanî êranda

Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 15 Xulek  1313 Dîtin

kem mêjûnûsî êranî heye didanî xêrî pêda hênabîn, şitêkî wêçûy lebaremanda nûsîbê, kem ya zor serusekutî nekutabîn, seyre, beřastî seyre, lewetî mêjû nûsrawetewe ême wekes neřzawîn, hełman nekutawete ser miłk û maşî kes, destiman be kiławî xomanewe girtuwe ba neyba. her dujmin gemaroy êmey dawe, her netewey tir pelamarî bo ême hênawe, her bêgane be gij êmeda hatuwe, her zordar wîstûyetî bimangirê, bimankujê, bimankutê, tałanman bika, xaw û xêzanman wedeştê bixa û mał û ḧałman lê têkupêk bida û jyanman bişêwênê. hemîşe her dagîrkeran hêrşyan hênawete ser nîştiman û zêdekeman û wîstûyane wiłatî bab û bapîrman lê dagîr biken. ême eger destewekerîman kirduwe, eger bo berberekanî řapeřîwîn, eger dawmanete çya, eger řobûyne çek, pêşî zordarman girtuwe, be gij dagîrkerda hatûynewe, tenya û tenya bo parastinî gyan û mał û namûsî xoman buwe.

ca carî wa buwe qurbanîy zorman dawe, xwênman be lêşaw řijawe, leşman be kełeke le meydanê becê mawe û minare le serî şehîdanman dirust kirawe. carî waş buwe bedestimanewe hatuwe bersîngeman le dujmin biřîwetewe, daman pełosîwe, dabiř dabřiman tê xistuwe, tenanet cuqewarman lê biřîwe, bełam le hemû ḧałêkda heq her belay êmewe buwe. çunke bergirîman kirduwe, le binarî çya sext û hezar be hezarekanî xomanda wedest hatûyn. bergirîş mafî řeway hemû zîndewarêkî ser em cîhaneye û be tawan najmêrrê. keçî mêjûy zordaran bixiwênnewe, temaşa biken, her ême tawanbar û gunahkarîn, her ême pyawxirap û bednawîn. bo? çunke bêhêz û bêdestełatîn. çunke qełem bedes dujminanewe buwe. mêjûnûsekanî bêgane ke zorbeyan be nanî zordaran çawyan pişkutuwe û be wirkey dagîrkeran bexêw kirawin pêyan le řastî xistuwe û waqî’yan şardotewe. hezaran cinêwî ser bekułkeyan pêdawîn û qisey sard û sûkyan le parseng nawîn û tûk û le’netyan lê kirdûyn, ke boçî destiman leser dest danenawe ta xawen şikoyan behasanî bimankujin? boçî çawman daneyeştuwe ta be keyfî xoyanî destidrêjî bo mał û gyan û namûsman biken? bo wedest hatûyn? bo bergirîman kirduwe û bo be carêkî netwawînewe? seranserî kitêbî ew mêjûnûsane piřn le hêrşî nařewa bo ser netewey zorlêkiraw û beşxurawî kurd. bełam le labelay lapeřekanî em kitêbe piř le tews û pilar û latawaneşda carubar detwanîn tirûskayîy řastî bidozînewe.

bo nimûne le nîwey dûhemî çerxî bîstemda le sałî 1350y hetawî (1971y zayînî)da kitêbêk benawî «awza’ ayran dir cing awil ya tarîx riza’îhFarsî» nûsrawî «miḧimd timdinFarsî» biław botewe ke beřastî pełey şerme be dawênî zanistewe. em kitêbe ke kabrayekî azerî be farsîyekî nařêk û nalebar û piř le ẍełet û pełet nûsîwyetî, piře le cinêw û qisey sûk û gałte kirdin be gelî kurd le kurdistanî êranî kirduwe û wek gutûyane «karêkî pê kirdûyn ba be dewarî şiřî naka». betaybetî hêrşî way birdote ser şehîdî řêgay řizgarîy gelî kurd, qaremanî kołneder simayl aẍay simko ke qet eskender begî turkiman xawenî «’alim aray ’ibasî» neybirdote ser emîr xanî biradost, xanî lepzêřîn. bełam dekirê mêjûnûsêkî wird û wiryay kurd zor řastî wa ke nûser berawejûy nîşan dawin le labelay em kitêbeda bidozînewe. bo nimûne em nûsere basî yekem řojnamey kurdî deka ke penca û çwar sał lewey pêş (1340y koçî) le kurdistanî êran biławbotewe û ême zorman leser nedezanî, kilêşey řojnamekeşî çap kirduwe. min lêreda demewê ewî em kabraye leser derçûnî em řojname nûsîwyetî bikeme kurdî. le lapeřey 369 lejêr ’înwanî «simîtqo û ruzname kirdî»da nûsîwyetî:

(řojêk şêx ’ebdułła (le pyawe têgeyştuwekanî simîtqo le xizmanî seyd teha» hate lay min û lenêw qisanda gutî: aẍa «yanî simîtqo» deyewê le wirmê řojnameyek biław bikirêtewe, aya beřay to beç endaze û tîrajêk detwanîn řojnameyek lew şareda biław bikeynewe? ke hem sengîn bê û hem cwan û serinciřakêş? nûser le cwabî şêx ’ebdułłada way gut:

«bedaxewe pîtekanî çapxaney ême zor kemin, beşî çapî řojname naken. şêx ’ebdułła ke em wełamey bîst, be tundî gořa û ḧałî şêwa. minîş tirsam û le hełey xom geyştim û gutim:

«eger wêřay kirêkaranî dezgakey xoman têbkoşîn lewaneye kemukuřîyekanî nehêłîn û bitwanîn řojnameke biław bikeynewe. bełam debê zor zeḧmet bikêşîn ta amrazî pêwîst amade bikeyn».

lêreda řeng û řûy şêx ’ebdułła kirayewe û hîç cwabî nedawe. egerçî ew bełênî da ke heqdestî karbedest û kirêkaranî çapxaneke bida, nedekira lew řojîda pişt be bełênî kurdekan bibestirê. çunke serpêçî le fermanî simîtqo lew helumercîda gałte be gyanî xo kirdin bû. paş ewey çend řojêk lewbareda bîrim kirdewe, ’eqiłim be hîç kwê řanegeyşit. naçar kitêbxane û çapxanekey xom daxist, şewê degeł nokerêkim û çend bełedî dîke le şarî weder kewtim). lêreda nûser basî řakirdinî xoy deka û pêwendî be êmewe nîye û le axrî lapeřey 730da dest pê dekatewe:

(bełê paş řakirdin û awarebûnî benaçarî min, simîtqo destûrî dabû ke kitêbxane û çapxanekem dagîr biken. mela muḧemmedî turcanî nawêkîşî me’mûr kirdibû řojnamey kurdî çap û biław bikatewe û aẍay mela muḧemmedî turcanîş neykirdibuwe napyawî beşêkî le kitêbe benirxekanî kitêbxaney min hełgirtibû û birdibûyewe małe xoy. her bewendewe řanewestabû, nawî çapxanekeşmî gořîbû. tabloy çapxaney «timdin»y fiřê dabû û tabloy çapxaney «ẍîret»y heławesîbû. řojnameyekyan be zimanî farsî û kurdî biławkirdibowe ke ḧewtûy carêk derdeçû. nawî «řojî kurd - şewî ’ecem» buwe ke dwaye bote «řojî kurd» û axrî bote «kurd».

nûser çend lapeřey dîkey be basî şeř û kêşe û karesatekanî nêwxoy ew serdemî êran řeş kirdotewe û dîsan bay dawetewe ser basî simko û nûsîwyetî: «xełk ke behîwa bûn hêzî dewłetî simîtqo řam û berdest bika, ke xeberî řapeřînî «lahûtî» û kujranî «xało qurban» û řakirdin û biławbûnî çirîkekanî ew û hatnî seyd tehayan bîst becarêkî nahumêd bûn. lew laşewe kurdekan bew zał bûnane azatir û baw xoştir û lexobayîtir bûn.

emcar simîtqo bêcge le biław kirdinewey řojnamey kurdî «kurd» le wirmê řêkxirawêkî bo wergirtinî gumirgîş dirust kirdibû, le her şitêkî ke xełk le wirmêřa deyanbirde şarekanî tir (meraẍe, xo, tewrêz) gumirgî destand û petey çapî be kurdî dedanê. kujranî xało qurban le řojnamey kurdekan, ke be nawî kurd çap kirawe û biław botewe, bełgey benirxî têda hen, êmeş lêreda biławî dekeynewe.

nûser esłî paşkoy farsîy řojnamekey le lapeřey 380da çap kirduwe. eweta minîş deykeme kurdî:

karesatî kujranî xało qurban

le paşkoy jimare dûy řojnamey «kurd» çapî wirmê «hewałnûsî ême denûsê: kujranî xało qurban û şikanî leşkirekey bo agadarî xwêneranî xoşewîst řûn dekemewe. řojî 28y řemezanî 1340 le katêkda ke leşkirî kurd lejêr fermandeyî «seyd teha efendî» le dewrupşitî gundî «quzlu»y xakî hewşar xoy bo pelamar birdine ser «sayn qeła» saz dekird, xeberî destidrêjîy «xało qurban» le «myandiwaw»ewe bo «şarwêran» û «sabłaẍ» behoy dû swarî serdarî mukirî geyşit. her desbecê řû le sabłaẍ kirawe. şewî 29y řemezan le «bokan» manewe, beyanîy zû řoyştin. dû se’atî řoj mabû meznî ’eşîretekan le dewruberî gundî «derman» degeł seyd teha efendî kořî řawêj û wituwêjyan girt, nexşey pelamar birdine ser xało qurbanyan kêşa, awayan dana:

«cangîr beg» le ’êlî herkî, «eskender xan» le xełkî biradost «hemzaẍa» le ’êlî mameş «emîr’es’ed»y dêbokirî û «salar se’îd» le xetî «laçîn»ewe biçin. biřyaryan da le cengey bûlêłî bangî şêwanda, le se’atî dyarîkirawda, le sê lawe pelamar berin û teqe dest pê bikirê. «emîrul’eşayr» û «emîr’es’ed» û «salar se’îd» bepêy biřyarî giştî le tarîk û řûnî beyanî 29y řemezanda leser kêwî «zawa û bûk»řa leşkirî xało qurbanyan ke leser tepkî «daşa mecîd» lenêw sengeranda damezrabûn, daye ber destiřêj. le herdûk lawe şeř dest pê kira.

swaranî kurd neyanhêşt şeřeke dirêjey bikêşê, leser ciłewan řikêf kut hełyan kuta ser leşkirî ’eceman, xoyan depał hawêştin, be lûley tifengan wederyan nan. hêndêk bedîl gîran. hêndêk kujran û swarekanî emîr’es’ed «mitralîwiz»êkyan wedest kewt. esp û yestir û tifengêkî zorîş gîra. emîrul’eşayr, emîr’es’ed, salar se’îd lepaş ewey le kuştin û bedîlgirtinî serbazekanî «daşa mecîd» bûnewe, çend swarêkyan bedûy serbaze řakirduwekanda nard. bo xoşyan pelamaryan da qołêkî dîkey leşkirî xało qurban ke leser kêwî «xezayî» bûn. ewanîş paş teqeyekî kem sengeryan betał kird û hełatin.

hêndêkyan weberhatin kujran û hêndêkîş bedîl gîran. lewêş esp û tifengêkî zor wedest kewt. swarekanî salar se’îd mitralîwzêkyan girt. degeł kû şikestey leşkirî ew dû şwêne wa be şipřizeyî geynewe îndirqaş tirs lenêw leşkirî xało qurban kewt û pak hełatin. aẍayanî menguř û herkî û zerza ciłdane lêyan wexokewtin û azayane dayan gijanê. lew şeředa xało qurban û çend efser û serbaz kujran. zorîş bedîl gîran. pyawekanî seyd teha efendî 3 top, swarey menguřî topêk û swarekanî herkî 2 topî gewre û mitralîwzêk û esbab û tifengêkî zoryan betałan girt. hêndêk dełên swarey eḧmedî guławî aẍay menguř û hêndêk dełên eḧmed xanî herkî xało qurbanî kuştiwe.

şiksitey leşkirî xało qurban zorbeyan geřanewe bo wiłatî xoyan û dûsed kesêkîş çûne tewrêz. kolonêl «nisralle xan» fermandey jandarmirîş le «sayn qil’e»we berew mukirî weřê kewt, betewawî lew řûdawe bêxeber bû. bo ewey degeł xało qurban yek bigirnewe zor be fîzewe bo lay bokan hat. emîr’es’ed ke ew xeberey bîst zor bepele xoy geyande «emîr’abad»y tenîşt bokan. kolonêl ke degate bokanê û xeberî kujranî xało qurban û şikan û biławbûnî leşkirekey dezanî, fîzmałkî dedatê, bokan becê dêłê, bo «sayn qeła» degeřêtewe. swarekanî begzade û serdarî mukirî wedûyan dekewn, emîr’es’ed û aẍakanî dîkey dêbokirî be řikêfkut xo degeyenne yarmetîy swaranî mukirî û begzade. ordûy jandarmirî le kêwî pişt gundî «ałbilaẍ» gemaro deden. zoran dekujin û bedîl degirin deskewtîş gelêke. lew pelamareda «sułtan ’ibdalḧimîd xan» efserî jandarmirî kujrawe. kolonêl degeł paşmawey leşkirekey şewane le kêw dête xwarê û belařêda hełdê. aẍayanî begzadey feyzułłabegî topêkî gewreyan girt û nardyan bo «çihrîq». beřastî azayetî û lexoburdinî gişt aẍayanî mukirî bo cêbecê kirdinî erkî nîştimanî û netewayetî cêgay supase. hîwadarim leřêgay heqnasîyewe ewey lew řojname taqekemanda çapî bifermûn. ’. ş».

dyare aẍay «timdin» em basey boye nehênawete gořê goşeyek le mêjûy řojnamegerîy gelî kurd le kurdistanî êran řûnak bikatewe, bełkû mebestî şitêkî dîkeye û wîstûyetî řiq û qînî taybetî xoy beramber be serkirdayetîy řapeřînî ew serdemî gelî kurd derbibřê û boman bigêřêtewe ke çon çapxanekey lê musadere kirawe. ca boye hîç neynûsîwe ew řojnameye çend lapeře buwe, endazey çend buwe, key derçuwe, kengê pekî kewtuwe û leseryek çend jimarey biławbotewe. bedaxewe em kiłêşeş ke çapkirawe, degeł eweşda ke sał û mang û řojî dyare, jimarey be serewe nîye. êmeş carê hîç bełgeyekî tirman be destewe nîye. meger leber xomanewe bê bełge lêkî deynewe û kemêk le řastî nîzîk bînewe.

eger qisey em nûsere beřêze řast bê û ew řojname sê carî naw gořî kirdibê. ewe derdekewê ke ew řojname lanî kem debê sê jimarey lê derçûbê. em jimareş ke kiłêşekeyman leberçawe le řojî 12y şewalî 1340da biław kirawetewe. eger diłnya bîn hemû carê le řojêkî dyarîkiraw le ḧewtûda çap kirabê, ewe debê jimarey yekemî le řojî 27-28y řemezan û jimarey dûhemî le řojî 5y şewal û jimarey sêhemî le 12y em mangeda biław bûbêtewe. bełam min bo xom be çend delîl lew ḧîsab û lêkdaneweye diřdongim:

1- herçend min bo xom nemdîwe, bełam le gewre pyawanî ewdîw û emdîwim bîstuwe ke mamosta mela muḧemmedî turcanî ya qizłicî zanayekî gewre û edîbêkî şarezay kurd buwe. hîç wê naçê nawêkî wa nalebar «řojî kurd - şewî ’ecem»y bo řojnamekey hełbijardibê, ba zorîşî řiq le ’ecem bûbê. lêreda demewê ew nukte řûnak bikemewe ke kurdî êran betaybetî xełkî mukiryan, ke gutyan «’ecem» mebestyan karbedestanî dewłete nek řeşuřûtî mîllet. dûr nîye yekem jimarey řojnameke «řojî kurd» bûbê, dwaye nawî gořîbê û bûbê be «kurd».

2- nûser be řaşkawî deqî řîportajî kujranî xało qurbanî le paşkoy farsî jimare dûy řojnamey «kurd» řastewxo neqil kirduwe. le řîportajekeda nûsrawe şeřî dewrî şarî sabłax le řojî 29y řemezanda kirawe û xało qurban lew řojeda kujrawe. herweha her lew řîportajeda hatuwe ke yekêk le serkirdekanî şeřî dewrî sabłax «emîr es’ed» xoy geyandote şeřî kêwî ałbiłaẍ. řêgay nêwan sabłax û ałbiłaẍ bo leşkirî hîç nebê dû řojî dewê, ke wa bû dyare şeřî kêwî ałbiłaẍ le řojekanî hewełî mangî şewalda řûy dawe. beynî ałbiłaẍ û wirmêş bo peykî swar çwar řoj debê. boye wam lêk dawetewe ke em řîportaje bo řojî 5y şewal negeywete wirmê û le jimarey dûhemda ke be ḧîsabî sereweman debê le 5y şewalda biław bûbêtewe, çap nekirawe. meger way danêyn ke lenêwan sabłax û wirmêda xetî telgiraf bûbê û em řîportaje be telegraf nardirabê, ke ewîş cêy gumane, yan paşkoyeke le paşan çap kirabê.

3- nek her ew serdemî bełkû bedaxewe êstaş em şwêne mawe ke kurd serubendî cêjnan dest le řeş û sipî nada û lêy řadewestê bo paş cêjin. meger pêman wa bê mela miḧemmedî turcanîzade em řojnamey wek cêjnaneyekî benirx pêşkeşî netewekey kirdibê.

beher ḧał paş em lêkdananewe degeyne em řastîye ke řojnamey kurdî çapî wirmê le axir û oxrî řemezan yan le hewweł řojekanî şewałî 1340y koçîda biław botewe. bełam cêy daxe ke nazanîn çend jimarey lê derçuwe û çon û boçî û kengê pekî kewtuwe.