şêrejin

beboney 25 sałey kuştarekey seqiz em dastane le kořî yekêtîy nûseranî kurd le beẍda xwênirirawetewe û le jimarey 2y govarî «nûserî kurd»da çap kirawe.
Li pirtûka:
Hewarî Xalî
Berhema:
Hêmin (1921-1986)
 14 Xulek  3974 Dîtin

şarekeman, şare biçûk û tûk lêkirawekeman (seqiz) yekêke lew şare kawlaney kurdistan ke le mêjûy tarîk û piř karesatî xwênawîy xoyda gelêk car tûşî pelamarî diřindaney dujmin û tałan û biřo û kuşt û kuştar û hełat hełat û sûtman û xapûr kiran û çoł bûn buwe. řûy xoşî kemtir bexoyewe dîwe detwanim biłêm her neydîwe. bełê seqiz şarêkî tûk lê kirawe tenanet paş têkçûnî ḧikûmetî řezaxan paş fewtanî ew qazaxe çekme řeqe û ew dîktatore xwênmije ke xełkî êran pişûyekî hatewe ber û ahêkî xoşî le diłî geřa dîsan seqiz şûmtirîn û řeştirîn řojanî tarîxî řabward.

erteşî şahenşahî pehlewî ke deyangut asmanî beser nêzewe řadegrê û zewî leber pêyda delerzî le řast supay hawpeymananda berî fûyekî negirt. destî bo çek neçû, tawêkî berberekanî nekird, wek toy herzin biław bû, wek biłqî ser aw pûçawe. çek fiřêdan, be cilî jinanewe řakirdin û xo le tewîley aẍa û derebegan awîtin, taktîkî ew fermande lûtberzane bû ke xełkyan be dîl û koyley xoyan dezanî û le serdemî desełatî bîst sałey řezaxanda karyan zig diřîn û gîrfan biřîn û hejar çewsandinewe û dara řûtandinewe bû. bełam ew qaremananey ke le lêqewmanekey şehrîwerda demançe û şimşîrekanyan be çarşêwêkî jinan deda û çekme birîqedarekanyan be kełaşêkî keç û kon degořîyewe û baqîşyan dedawe û xoyan deşardewe û leber destî xełk, xełkî tûře û dax ledił hełdehatin. nazanim çon bû? paş maweyekî kem serusekutyan le seqiz peyda bowe? ne ḧeya û ne şerim, wek ne bayan pêda hatbê ne boran, be bergî zerqî û berqîyewe, be serdoşî mengułedarewe, be çekmey řeş û xirînge xirîngî mamzanewe wek (řomîl) le xeyabanekanî seqzida destyan kird be geřan û xo badan û qemçî hełsûřandin û poz lêdan.

bêcge le řomîlekanî xowłatî û xomałî qyafey namo û seyr seyrîş weberçaw dehatin. efserî sûre zirte û qełew û dirêj û zelam, serbazî řeşî, lawazî mirdeloxe, wa dyar bû bêganen, hêndêkyan lewberî deryawe bo parastinî xoyan hatûne êre ewanî dîkeş le asyay dûrewe řist kirawin û be zorî zordar hênrawne em wiłate ke lepênawî sûdî «saḧîb»da bibne qoçî qurban.

min ewdemî na ke mêrmindałêkî çaw nekirawe bûm, bekełke êstaş ke hezar pend û gułmezim beser hatuwe û zorim çermeserî û kwêrewerî û derbederî dîwe hîç serim le zarawey leşkirî dernaçê. bełam lebîrme ew kesaney lew serdemeda seryan le syaset dexura û demyan le şitî wa werdeda deyangut:

wez’î sitratîjîkî seqiz ewe hełdegrê. deyangut hoy giringî çareřeşî ême hełkewtinî cuẍrafyayî em şareye. deyangut seqiz derwazey kirmaşan û qesrî şîrîn û tenanet ewdîwî sinûrî êrane ke kanga newtekanî derbest le destî saḧîbdan. deyangut şepolî tûřeyî û bîrî dijî împiryalîstî xełkî êran û cûłanewey azadîxwazaney gelanî em wiłate netrey împiryalîsmî birduwe û metirsîy gewrey bo îstî’mar peyda kirduwe. zor şitî dîkeyan degut ke min serim lê dernedeçû û têy nedegeyştim. deyangut her boyeş îstî’mar naçar buwe em erteşey be destî xoy tefrutûnay kirdibû serlenwê zîndû bikatewe û gewrekanî bikate nokerî xoy û le seqiz mołyan bidatewe. çunke mirdûy xoyetî û be destî xoy naştûyetî û dezanî çîye û têy řanabînê des bikatewe, em sûrfilaney hênawe nexşey bo bikêşin û em dîlaney hênawe piştî bigirin û xerîke be hemû hêzî xoy em derwane, biparêzê.

lew serubendaneda ke êmey xełkî lêqewmawî hejarî seqiz lejêr cezrebe û eşkencey erteşî şahenşahî û aẍakanîda le awîlkey gyan kêşanda bûyn. cûłanewey azadîxwazî le seranserî êranda birewî estandibû betaybetî fîrqey dêmukiratî azerbaycan řojbeřoj zincîrî koyletî le des û pêy gelekey depsand û ben kełewey nêrî dîlî hełdebřî û ḧîzbî dêmukiratî kurdistan ałahełgirî xebatî gelekeman, be řaberî řołey bilîmet û hełkewtûy kurd pêşeway xoşewîst qazî miḧemmedî nemir, tengî be îstî’mar hełçinîbû û řeg û řîşey le hemûlayek dakutabû û lik û popî bo hemû mełbendêkî kurdistan hawêştibû.

řêkxirawî ḧîzbî şarekey êmeş sereřay ew hemû kend û kospey le pêşda bû, lejêr çawedêrî tundî şa û îstî’marda azayane xebatî dekird û jîrane çalakîy denwand û peywendîy nihênî û berdewamî degeł merkezî ḧîzb le mehabad nedepçiřa û peykekanî ḧîzb be şew û nîweşew her le hatuçoda bûn, beyanname û řojnamekanî ḧîzb benêw xełkida biław dekiranewe.

paş ewey ḧîzbî dêmukiratî kurdistan be yekcarî serkewt û karbedestanî taranî le mukiryan û ewlatrîş derpeřand û cimhurî kurdistan damezra. hêzî gel û pêşmerge gemaroy seqzî da îtir ḧikûmetî taran be carêkî zirawî toqî û ḧezyay birîndarî îstî’mar betewawî awřûja û gezarey derkêşa û jehrî pîsî xoy beser êmeda řijand. řoj nebû polêk law negîrên, nexrêne bendîxanewe ya be řê nekirên bo piştî cebhe, şew nebû desteyekî dîke xo řizgar neken û pena neben bo kurdistanî řizgarkiraw ke amêzî bo hemû kurdêkî nîştimanperwer û hemû azadîxwazêkî cîhan awała bû, lew laşewe ew derebeg û xayn û xofroşaney ke ḧîzb deretanî xeyanet û xirapey lê girtibûn û mawey nededan xwênî miskîn û hejaran çîdî bimjin û êskyan bikřûsnewe be pelepřûze xoyan le amêzî şahenşa dehawîşt. em ḧeme řezayey emřo bêşermane dełê min şay pêxwasanim û berdî diłsozî bo cûtyar û kirêkar le sing deda, êstaş ew derebeganey ew serdemî xeyanetyan be gel û nîştimanî xoyan kird be zebrî nûkî nîze dekate nwêner û senator.

bekurtî seqiz bû be keştîy nuḧ û le hemû to û teremeyekî tê xiza. çunke tewîleş nemabû caşî tê bikirê. aẍawatekanyan wek gaw û gol beser xełkida biřî û be zorî le małan dayanmezrandin. xawen mał naçar bû lew qatuqiř û giranîye besamey ke le katî şeř le hemû cêgayek betaybetî le seqzida hebû le zarî jin û mindałî xoy bigrêtewe û gaw û golî şa dabestê. eger aẍa berçayî řonî kere û hêlke û hengiwîn û mireba û nîweřojî çiławkebab û şêwî şewaney goşt û fiřûc û qelemûn nebuwaye û şew çeleşî lê biřaba. xawen mał pêşmerge ya be qewlî ewan «mutecasîr» bû. desbecê řaportî lê dedra û deyanbirde dîjban û têrutesel deyankuta û ser û gwêlakyan deşkand û zor carîş bê seruşwên deçû.

lew serdemîda ke le sayey xebatî ḧîzbêkî şořişgêř û azadîxwaz û zanayî û diłsozîy pêşewa û řaberêkî bilîmet beşêkî kurdistan her le bestênî arasewe ta nîzîktirîn gundî seqiz azad bibû û gelekeman lewpeřî xoşî û azadî û serberzîda dejya û wek dełên «gurg û meř pêkewe awyan dexwardewe» ḧałî xełkî şarekey ême le ḧałî koylekan gelêk naxoştir bû. boye min seqzim nêw nawe şarî tûk lêkiraw. řoj nebû dîjban, kasb le dukan nehênête xwarê, weber şepanî neda ya gizîrî aẍa keşîde le estoy çend ḧacî neka û ategî çend mela nebřê. xo ewey řawêjkaran û karnasanî bêgane deyankird eger le řûm hatba bîgêřmewe miçuřk be leş hemû însanêkî xawen şeref û benamûsda dehat.

îstî’mar hemîşe le şarekey êmewe nexşey řûxandinî cimhurî dêmukiratîkî kurdistanî dekêşa. çend car erteşî şahenşahî şingiłî le xoy da û hêrşî birde ser sengerî azadî û berengarî pêşmergey kurd bû. bełam dîtman çon be şiř û wiřwî geřayewe û řiqî xoy be êmey bê çek û bê deretan řişt.

daxî be cergim gendeł fêłî împiryalîzim karî xoy kird û şay xayn kutupiř hêrşî hêna ser ḧikûmetî azerbaycan û paş sałêk tewrêzî qareman dagîr kirawe û sêławî xwênî têda carî bû. mehabad qîbley awatî netewey kurd, le her çwar lawe abłoqe dira û bê piştîwan mawe. ca emcar erteşî şahenşahî le seqzewe berew mehabad kewte řê. ewey nedebû bibê, bû. komare xoşewîstekeman řûxa, pêşewa meznekeman be xoy û hawřêyekanyewe gîran. pêtan seyr nebê ew demîş yekem zerbetî cergibiř we şarekeman kewt û heweł řîzî sêdare le seqzî bêfeř çeqî.

beyanîyekî sardî zistanî seqiz bû, katê xełk le mał wederkewtin çi bibînin?! kafir nebînê, de sêdare çeqîbû, de řołey nebez, de qaremanî kołneder, de pyawî têkoşerî kurdyan pêwe heławesra bûn, beşî zorî em şehîdane le ’eşîretî pêşkewtû û nîştimanperwerî begzadey feyzułłabegî bûn ke mêjû şahîde em ’eşîrete le pêkhênanî ḧîzbî dêmukiratî kurdistan û damezrandinî komarî kurdistanda çi nexşêkî gewre û berçawî hebuwe. lenêw em şehîdaneda «eḧmed xanî faruqî» meznî begzadan û dû bira nocwanekey debînran ke hênde lemêj nebû be fêł gîrabûn û be tawanî kurdayetî bê muḧakeme û lêpirsînewe ḧukmî î’damyan dirabû.

efserêk ke ew ḧukmey pê řageyandûn le zor cêyan û bo zor kesî gêřawetewe:

(nîweşew kutupiř be xom û çend giroban lew jûrey ew sê birayaneyan têda bend kirdibû wejûr kewtim, çirayan daysa temaşam kird eḧmed xan anîşkî dawetewe û sîẍar dekêşê û birakanî le xwarewe be edeb leser çok danîştûn. sam girtimî, be mînge mîng ḧukmekem pê řageyandin. pêm seyr bû hîçyan nebziřkan, hîçyan řengyan negořa û řaneçenîn. eḧmed xan be şêneyî sîẍarekey kujandewe û gutî:

«min bîrim lewe kirdibuwewe, emřojem lepêş çaw bû û demzanî leser em bîrubřiwayey heme tûşî şitî wa dêm. bełê, min kurdim, dêmukiratim, azadîxwazim, min dijî řêjîmî bogenî patşayetîm û dijî desełatî şûmî bêganem û çarenûsî pyawêkî wek min le êranî êstada her eweye. hîç çawenořî bezeyîm lew řêjîme nekirduwe û nakem. bełam şayekey êwe ke lafî komełnasî lê deda, debû ewendey zanîbaye, ême ’eşîretîn û lenêw ’eşîretanda tawan her î mezin û biragewreye. çunke biray biçûk bepêy řêwşiwênî ’eşîretî naçare wedway biragewre bikewê û le qisey neçête der, leber ewe nedebû ḧukmî wa zordarane û bêřeḧmane û napyawane leser birakanim bida.»

hêşta eḧmed xan qisey mabû bîka ke ’ewłiła xan wecwab hat û gutî:

«kake gyan! kakî beřêz û berzim! mayey serberzîy binemałekeman! zor cêy daxe ke le axrî jyanmida qise le qisey biragewrey xomda bikem û em řastîye bidirkênim ke ême zor lepêş cenabtida em bîrubřiwayeman pesind kirdibû û çûbûyne nêw řîzî ḧîzbewe, eger xuday nekirde toş neçûbaye nêw řîzî ḧîzbewe û em bîrubřiwayet qibûł nekirdibaye û řêbazî şeřef û kurdayetî û azadîxwazît negirtibaye û bo parastinî mułk û mał û şitî wa piştit le neteweket kirdibaye ême le řesmî ’eşîretîman hełdeda û qet şwênit nedekewtîn. bełkû pêm waye yekem lûley tifeng, tifengî pêşmergey kurdistan ke berew singî tu řadêrbaye lûley tifengî birakanit debû.»

ḧemexan ke ta êsta bêdeng bû gutî:

«erê em kend û kojey bo çîye? hestin hersêkman biřoyn, berew şeřef, berew şanazî, berew mergî pyawane, ya baştir biłêm berew jyanî ebedî».

eḧmed xan hesta laçawî birakanî řamûsî û ewanîş destî ewyan maç kird û kewtine řê). ta êre le zimanî ew efsere bîsirirawe ke xoşî kurd buwe. bełam le bindarda zor kes agay le azayetî û pyawetî û netirsîy ewan buwe û şî’arî kurdane û azadîxwazaney em sê bira qaremananey bîstuwe.

katêk em hewałe diłtezên û cergibře bo «zêřweşan» xanmî daykî şehîdekan ke leser bermał xerîkî nwêj û du’a bû deben. lepêşda ’atîfey dayketî tînî deda û be nînok herdû la řûmete qełewekanî wa deřnê ke xwên lûzewê debestê. bełam zû dêtewe serxo û kułî denîşêtewe û zor bewîqar û aramî berew meydanî î’dam dekewête řê. lew apoře nîzîk debêtewe ke be xem û pejare û giryanewe kobûnewe. xełkeke be dîtnî em xanme beřêze û em dayke diłsûtawe ke be destî şa qet kesî nemawe û wecaẍî kwêrbotewe têkřa le gaboř deden. bełam ew nagrî, nêwçawanî girj deka û lêwî dekirojê û serberzane deçête pêş. řêy bo dekenewe ta degate ew efser û serbazaney ke ledewrey sêdarekan kêşk dekêşin. ewanîş bê îxtyar diř deden. degate bin darî kuřekanî kemêk lejêlla têyan defkirê û dełê:

«dek řołe řûtan sipî bê wek řûy daykî xotan sipî kirdewe. min botan nagrîm, quřtan bo napêwim, şîntan bo nagêřim. çunke êwe pyawane jyan û pyawane çûne ser sêdare. êwe leser dizî û pyawkujî û xeyanet û caşetî nekujrawin. êwe le řêgay azadîy meda, leser kurdayetî, leser abřû û şeřef û lepênawî řizgarî em gele zorlêkiraweda şehîd kirawin û hergîz be mirdûtan nazanim.

lew ḧałeda fermande miç û mořekey seqzîş terîq debêtewe û lêy deçête pêş û serexoşîy lê deka, şêre jin bê ewey supasî bika pêdekenê û dełê: «daxwa em şořeswarane danabezin?»

goya emrî şahenşa wa bû sê řoj termî şehîdekan beheławesrawî bimênêtewe bełam fermande wa le beramber em ẍîretey şêrejnida şermezar debêtewe destûr deda termekan dagirin. «zêřweşan xanim» kuřekanî maç deka û lew xwêney be řûmetîda dêtexwar le kułmeyan hełdeswê, melayek lewênderê debê û dełê: «xanim bo wa dekey?» cwabî dedatewe «mamosta! kuřêkî le min bûbê û şîrî minî xwardibê û le koşî minda perwerde bûbê dezanim le mirdin natirsê... bełam xot dezanî pyawî bê gyan řengî depeřê. boye kułmeyan sûr dekem, ta dujminan bîrnekenewe kuřî zêřweşan le mirdin tirsawin!».

 

têbînî: xelîl xanî bawkî em şehîdane sofyêkî benawbang bû, řenge dastanî ḧusênî ḧellacî bo xêzanekey gêřabêtewe. xwên tê hełsûnî řûmetî şehîdekan le dastanî ḧusên deçê.