řûnakîy çawim eḧmedî seyfî

Li pirtûka:
Dîwanî Seyfulquzat
Berhema:
Seyfulquzat (1876-1945)
 2 Xulek  719 Dîtin
řûnakîy çawim, eḧmedî seyfî!
le şî’ir gutinit dyare bekeyfî
keyfit le sayey «ḧezretî qazî»?
weqtêk lêt řazîm «qazî» bê řazî
le şî’ir gutinit zor keyfixoş bûm
çunke naxoş bû xetit, nexoş bûm
zyatir humêdim her boye pête
«sedir»yişt ustad, gwêy le dersête
eger ḧez dekey her serferaz bî
le bab û birat her bê nyaz bî
exlaqit çak ke, boxot bixiwêne
diroyan meke, keman medwêne
le sayey «qazî», cêjin pîroze
cêjnî me qurban, nekû newroze
sayey leserman yaxuda kem nebê
dinyaman heye ger ewman hebê
en’amit wîstibû, ewa bom nardî
do’am bo bike, bexudam espardî
en’am be ’eded çwar yarî nebî
bûbekir û ’umer, ’usman û ’elî
ta lêt yeqîn bê, her çwar be ḧeqin
gwê mede xałan, ’ecem eḧmeqin
leber bê pûłî dinya bê řenge
çi weqtî se’at, ew zirînge û zenge?
hemîşe bergit, her fasunya bê
mergit nebînim, zerd ya sya bê
xêzanî małê arezût deken
meylî hatnî zûbezût deken
do’ay geyandibûm «’ezîzî mameş»
zorim pê xoş bû, le diłim biřa ẍeş
le nêw mameşan mezin «’ezîz»e
swarêkî şoř û şox û temîze
řan û řikêfî dełêy řosteme
le meydanêda şêrî bê ẍeme
dostî û řastî û hem ’ehd û wefa
herçî xûy çakin, be babî biřa
ta nêwî kurdan be çak bimênê
ḧesenNasnava edebî lelawe nêwî wî dênê