řojêk le řojan

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 22 Xulek  1196 Dîtin

sware, swarî espî lawaz û neşoraw bû. bałtey řeşeřawî leber kird, çekî řawî hawîşte şanî, tajî řeşekujî wedûxist dest lew û qewetîş le xuday mezin, berew mêşezarekey kewteřê.

her geyşte naw mêşe û polepořêkî bo řêkewt, tapřêkî lê teqandin sê pořî peřnexşînî lê gêřanewe. sware bew řêkewte, geşe lehemû gyanî geřa. hetawî nermebzeyekî bê bawî kewte ser lêwe çirçekanî.

lenêw xeyałî xoşî xoyda wirdewrde berew mezra û hewargekanî sałanî meřdarî deřwêşt. espeşê řaçenî û bore kerwêşkêk řaperî û tajî her le ḧewawe qoztyewe. sware dabezî û kerwêşkî serbiřî û destî ḧurmetî be piştî tajîye zerda hêna.

sware muçuřkey meynetî, gyanî berda û lêkdanewey xirap serî sûk kird. ew řojey belawe mubarek û seretay gořbûnî negbetî bû. areqey şadî hemû leşî dagîr kird û lay wabû şansî berew gerdugułî bûjaneweye û neydezanî hewełî çařeřeşî û axrî beharî saneweyetî. sware wîstî pişû bidat le espebore hate xwar û le naw çîmenêk pałî dawe, espekey lenaw gyawgijî xaw û sawada çeyar kird. ẍerîbeyek be řêgada çeqî milî kêşabû û areqey lê deçořa.

fermûyekî ẍerîbey kird û ewîş bo sûkepşûyek lay kirdewe û xoy lê be’erzî dada.

ser û qilyan têkira û dûkełyan lê biłêndibû.

sware: bê qeydî bê le kwêre bo koy û nawî şerîfit?

nawim «sûre»ye û xełkî «seraw»y subḧanaẍam û le îş û karî pêwîst degeřêm.

sware: îşî çî û le kame kar û kaspîda desudem germî?

sûre henaseyekî barîk û bokirûzî hełkêşa û milî belarewe naw dû diłop firmêskî lêłî le çawekanî hełwerand: kame îş, kame huner bû ke be serîda zał nebim, ey małî bê bextî mirê, herwekû awam be ser dênê.

sware: lemeř karubarî dêwexan û çêşt û nan çî?

sûre: begim ewetî hem serukarim zyatir bew xizmetewe îşanduwe, karî dîwexan û xorakî řazawe her lemin dekałêtewe.

sware: zor başe kewabû şanist hawirduwe. minîş be babayekî wek to nyazim zore eger diłtan bemin wekirêt.

sûre: qurban qiset le dema şekir bêt, ke to řazî bî, min bê qisem.

sware: dey biram zor gutin qur’an xoşe min biřêk îşim heye û serêk le mezra û leweřgekan edem û egeřêmewe. bełam cenabit her lêrewe berew gundekeman weřkewe. lew çeme peřîtewe naw dê dyare xanûman le xwar gundeke be taqeweye çinarêkî berz diruşmî ḧewşekemane. kem xêzanim xom û xesûm û ’asey xêzanim, sê moczatîn kem erk û kem kwêrewerîm. em sê pořeş legeł xot berewe bo nîweřoje byanke be kebab. em kerwêşkeş bo sengesîrî şam. demêke kebabî pořim nexwarduwe, ewa swêm debêtewe bo kebabêk tajîye seqrîş řisteke ba legeł min nebê. min berew kwêstan deřom. detirsim seg û megî şwane meřan tûşî semiř û semerêkî bikat. be filan bełge xot be ’asexanî kabanim binasêne, tozêk şêtoke û qiseşre, diłit lêy nebê. xełûz û şîşe kebabekanî lê wergire be awrî geş û bê dûkeł û çeřeçeman wêçûyî xot nîşan de ta degeřêmewe.

sware emey gut û berew leweřge kewte řê. sûre tajîy řiste kird û kerwêşk û pořî pêçawe û laqêkî kirde sê û bazêkî kirde çwar û berew gund le xonûsa.

çom lêłe û sûreş tirsenok. eyewê tajîyekey webestê û bwar taqî wekat. tajîy le dar hermêyek şetek da û wek mirawî bwarî biřî û peřêwe. poř û kerwêşkî lember dana û berew tajî geřawe. tajî xoy le dar hermêy pêçawe û řistey kirdote tenaf û le milî bote qułfey merg û didanî pê giřbûn. sûre dway şîn û şepoř û bexodadanêkî berçaw, her be darewe tajî becêhêşt. dûbare le çom nîşt û berew por û kerwêşke bor geřawe. bełam geřî gerdûn destî leyexey nakatewe û herdem be řûdawêkî nwêtir dawî bo qef dekat. sûre çawî çûne toqî serî řiq wiqîn, ewkî girt, destî bo xiřkeberdêk dirêj kird, wîstî des buweşênê bełam hełu zûtir kewte destewkerî û kerwêşkî xiste ḧewaw le hêrşî sûre řizgar bû. sûre serlêşêwaw benaçarî sê pořekey hełgirt û berew naw dê řoyşit. xoy be ’asexan nasand. xełûz û cêkebab û şîşey lêwergirt. pîwaz û behare û awlîmo û řonekere û nanî nermî pêguşnî leser sînîyekî zêwne moł kirdin. heweł pořî birjand boçek û çirkey tam û bonî xoş newsî řaçłekand, destî pê negřawe ew pořey her be dû sê paruçkan řohêşt û noşî gyanî kird. pořî dûhemî le şîşeda û leser polûy geşawe cêgey bo kirdewe ta awřî dawe gurpe pişîleykî amał çete pořî sêhemî řifand û herwekû ba û boran derçû.

sûre: her be pay petî kewte serî û be xiřke û pilar û taşeberdan meydanî pêgirt û benaw hodekeda wek şêlaqe deysûřand. destî le xiřke kêşa û şûşey pencerey têk şikand û gurpe pişîleş pořî lew kelênewe awedîw kird. sûre le bextî řeşî, řeşkeyek masîwe laqî le zewî kuta û çend tifî le nawçawanî bextekey kird û firmêskî hełwerandin. bepele bo lay aşpezxane geřayewe.

le mişt û miřî pişîle borda zorî pêçûbû, pořekey tirîşî le ser agirî be tîn, bibû be xełûz û kełkî xwardinî nemabû û êsk û goşt û pêstî be ser yeka sûtabûn. çeqe dûkeł û boçek û çereçeman, ’asexanî wek marî jarawî leser kilkî bo pêwedan řagirtibû. ewey debê nekirê û negutrê gutra û tif û cinêw û naw û nîtkeş serbar. lewlaşewe sware serêkî le leweřge û cêgehewar û sabate konekanî řojî berûtirda û awrî bîrewerî têhełgira û firmêskî hełřijane ser zewî beyar û çardaxî řûxaw cê hewarî çoł û hoł - çołeçray hîway weber ba da û be hełey jyanî zanî - kwêrebrînî kulanewe, mam weysey mamî hatewe bîr û biłêsey henawî piř le peşîmanî le espî hêna xwar û ejnoy pê lebaweş girt.

paş maweyek henase û ax û dax û be xodadan, şeytanî beneḧlet kird û be hîway kebabî poř û... sengesîrî şam berew mał qemçî le espî leř û lawaz û bênaz kêşa û pêç û piloçî lamûçanî becêhêşt. teq le berdemî witaẍekey dabezî. ’asexan řûbeřûy hat û řûdawî sûrey wekû taławêk be zarîda kird. herçî be demî dahat be sûrey bexêr nehatûy gut.

sware ’ebesa û areqey pejare pişûy pêbřî û bû be dahołêkî bê miteq. neydezanî le des kame beła binałê, legeł kêhe řûdaw řûbeřû bwestê. karesat xokirde û dîze be destî kaban şikawe, çare her bêdengîye. çend řojêk têpeřî û tazîyey tajî û kerwêşk û pořan tewaw kira. sware le naw zongî quřuqepî hateder û řû be sûre gutî eřê to hîç le cût û ga û felayetî dezanî?

sûre milî be larewe naw gutî: ger bê şansî dûbare destim lê neweşênê, detwanim. bełê, kuře cûtyarim, cût û ga her le min cwane. her zewîyek min gasnim bîgatê, ta ḧewt sał beyar nabêtewe her ber û bêstan û şînawerdêk be destî min bête berhem hezar aferîn û maşełłay lêdebarê.

sware zerdeyekî lêł û xemawî, kewte ser lêwe çirçekanî gutî: biram le çaw û řaw û fiř û fîşałan des hełgire û leser kirdaranî danê. to çen řoj lemeber xot be feřaş xas û aşpez nasand, ewřoş barit lê gořî û bûye cûtyar û xerman pêw.

bibure aẍam ta ew hemû pişîle birsî û dizane lenaw małî toda xerîkî zyan û dizî bin min karî nan û çêştim bo nakirêt. aẍam kê be derdî kê dezanê. to nazanî ke destim da kewłe nan gurpey sûr û şiłe û tałe çon pelarim bo dênin, her ewendeye minîş naxon, îtir ’asexanîş serbar.

sware: ’asexanî çî? biłê bizanim detewê çi biłêy?

sûre: hîç, hîç, lezarim hełe bû bimbûre. wîstim dawênit badem û dawat lêbkem le des bazbazên û myawmyawî ew moczatane necatim dey û abřûm wekřî. birsîn her têřodên, řołey leber dayan hełdegirin, lewaneye pyawîş bixon, bimke cûtyar û belexetim temaşa ke, le gamerz û hoganim biřwane, dest û tûm bibîne.

sware: le xwam dewê ew kare bikey. mezram beyar nebê û netewê pêman xoş nebê û pilarman tê negřêt. her le êstawe to cûtyarît.

sûre simêłî lê bizwat û bizey kewte ser lêwan. le xoşî cût necatî le des qap û kewiçk û miřumoçî ’asexan. her êware tûberetûy dagirt. milenîr û amûrkêş û keresey pêwîstî têk na û mişar û teşwê û dar û kełewey zyadî le dewrî xoy xiř kirdewe.

sware beřûyekî xoşewe gutî: sûre beřastî le cûtyar deçî, wêdeçê serderçû bî.

sûre şanêkî geşey bada û bełêyekî qełewî bezarî dahat û pişûyekî diřêjî xwardewe: gewrem ta nekewme kar, qise bê kełke bew zuwane têdegey cergî zewî çon dêteder. bêxem to biřo belay şîrîn xewî şewewe, min ewşoke naxewm. amřazekanî cûtyarî leq û lor û le kar kewtûn, destêkyan têwerdedem, her parşêwî řojûgran berew mezra deřom gayekan birsîn. ebê têrkirên. dena erkî cûtyar dernaben.

sûre ew şewe nexewt şewî mabû nîr û amûr weřê kewt. şewî mabû le dawênî zewî barî be ’erzî dada. gabor û gazerdî kirde naw lewřgey xoşewe û wîstî têr bileweřên û hêzî karyan bêteberê û emcar ew serawser hoganyan bo weřazênê.

sûre leber wîşke xeyałî gamerz û hoganî dûr û diřêj şew nexewtibû bê xewî leşî qurs kirdibû. wîstî ta gabor û gazerd têr dexon û dêne kawêj û ziman lexo deden ewîş çawêk bexew germ kat. şanêkî bo dada û xewîş hêrşî xoy birde serî. berbeyan nerim û hewa xoş û zewî şedar û dinyaş bê mêş û megeze û geze xewnûçkeyek her debê be zêřan bîkřêt. sûre serîkirde ser kiłaşekanî û hetawî qawełtûn çeney germ nekird û mêş û megez û moze şîne xwênyan lê nehêna wexebe nehat. sûre betînî hetaw û wîzewîzî mozî miłozim řapeřî û legayekanî hełřiwanî. gazeder xoy le’erzî dawe û gaboreş be pêwe dij damawe. dîtî toberetow xurawe gazerdî nûstû zor be qełsî destî kird bekutanî. nexêr, ne gazerd leber kutek řadepeřê û nesûreş bezeyî pêdadê. sûre serî suřmawe, têgeyşit ke beharû karî xoy kirduwe, zor lemêje gazerd ’emrî dirêjî bo cûtyarî becê hêştuwe. çawêkî piř le giryanîşî le gabor kird, ewîş awî le demî dê wek řeşkeka masîwe û wekû mêjûke hełdelerzêt, ha ke êsta û ha ke tawêkî tir ewîş be derdî ewî tir biçê û goştekey le kîs biçêt. sûre neykirde namerdî, swarî serî bû, nawî xuday lêhêna û serî biřî. emcar destew’ejno, şînî tewawî gêřa. sware naştayekî direng swarî espe şê bû û tapřikey xiste pêşkoy û bo temaşay gamerz û řest û neqîzey sûre, berew mezra kewte řê. qemçî le espe şê kêşa û şabałî pê peyda kird. be çaw leyek nanêk xoy geyande řûdawî çaweřwan nekiraw. sûre tirs lerzî lê hênabû, areqey xecałetî serî şořî ewndey tirîş pê şoř kirdibû. çawî bo hełatnî degêřa û kunemişkî lêbû be qeyserî. bêserderî tengî pê hełçinîbû. pêy wabû betawanî xoy gořewşar dedrê û şarewşar beder dekirêt. sware sereřay ew hemû řûdawey ke yek bedû yeka beřûy dadeřûxan jyanyan dexsite metirsîyewe, zorî dił be sûre sûta û agirî bo têberbû. zorî diłnewayî kird û be řûyekî xoş û zimanêkî piř le bexşînewe gutî: kuřim be xem damekewe ser û simêłî xot meřnewe. tûřeyî ḧasman û hêrşî bełayan be bejnî min biřawe û nek to. başî dezanim nanî genim û bawî heřałî û xolêgořan tîrî bo xistûme kewan her tawyê bedawêk û be řûdawêk řawim dekat û herçî beserim dê û řêgem pêdegrê xum be hewênî ew beserhate dezanim newek eto. êstaş kar bexeman pêk naye, wa min berew mal deřomewe, yarmetî derit bo denêrim gayekan kewł ke û çermekeyan bo mał bênewe, deyan firoşîn. goştî gaborîş beser hejaranda webeşe û bibête beławegêřî qurit û bełay gewretir. herweha řanêk û biřêk le goştî laşan û mazepşitekeşî bo xoman řabgire. bizanîn ḧasman le řastiman çî tirî pêye û çi geřêkî tirman pê degêřê?

sûre le cwanmêrî xawen mał tînî têgeřa û ’esrêkî zû, be kewł û goştewe geyştiwe mał. her ew şewe sûre be keyfî xoy wirgî le kebabî gabor hełênca û pişîle û gurpey bizoz û haruhacîşî pê ḧemayet kirdin.

sware destûrî da her beyanî ew dû kewłe gaye bere bo şar û le çeqey bazař byanfiřoşe, parekeyan wegêře bo min pêwîstim be pare zore.

sûre her le tarîk wiřûnî beyanîda xoy geyande şar û le naweřastî çeqe bazařekeda hey çerim hey çermî girtewe. qułeçerçî û dest û gwêbiř têygeyîştin yaroy kewłfiroş lênezan û fişełok û le destan nerme. biřyaryan da hemû le hemû bibne şerîk û mifit û merḧeba ew çerme başaney lêwergirin. cûtî çermege be sî dînar her tûřey bû. ewan wek çaw best be çwar dînar û nîw lêyan kiřê. taq û cût le tirsî teşqełe û peşîmanî sûre xoyan le naw aporey xełkida gum kird. sûre parey le gîrfan axnî û wîstî berew mał wegeřêt û çalakî xoy nîşan bidat. bełam qerebałẍêk dewrî çeqebazařekey wa tenî bû kêç neydetwanî řapeřêt. pê leser pê xełk řawestabû bo temaşa û çaweçaw û pałepeste û kes lekes bû. sûre bo temaşa xoy be nêw aporeda kird û dîtî kabrayekî çawşînî awlawî melêkî pêye û herwekû meymûn gałtey pêdeka û her nobey beřengêk û mekirêk meleke xoy degořê û yarî dekat. kabra deyewê bîfřoşê bełam ne boxoy nawî nezanê û nexełkî bazareke deynasin. tenanet řawçîyekanî ew mełbendeş deyan gut ta êsta bałindey awaman nedîwe. ew de’ba borkełe le kotrokêk bawxoştir bû eger kabray xawenî qełsî dekird, dekewte hûmen û şaław û hemû leşî debû be gerdin û dehate ser wêney şînemarêkî pił piłî gahengêw. eger le hełbezîn û şaław û zenazena mandû debû xoy debirdewe beryek û debû be kunde çikoleyekî ser kełekan.

carubareş dem dekatewe û deçrîkênê. çirîkey le seqir û bazan namênêtewe. pelewernasekan neyandenasî beser suřmanewe heryekey nawêkî beser da debřî. yekî lay wabû ziřeşahoye, ewî tir eygut řenge řeşbeşoke bê û biřêkî tir deyangut eger hêhê kere hebê leser zewî her eweye. kabray wa hebû be swêndanewe denûsa û deygût kewmare. zor kesîş lay wabû şwan hełxełetêney fêłebaze.

sûre demî birde pêş û witî min aẍakem řawçî û pelewernas û serderçuwe. her debê ew bînasê. bîsmîlla, şeqey sewdaman bêt.

sûre be sê dînar û dû dirheman de’bay kiřî û berew mał pêy pêwena û de’bay leber demî aẍay dana.

sware: małwêran em kunde çikolet boçî hênawe eme qeşke û nan û dobře, meymenetî baş nîye, zûtir bîbewe cêgakey xoy gunaḧe bê zimane ba xwaman lê neřencê.

sûre: be serî to ne kunde û ne nan û dobiř melêkî qumarbaz û xoş awaze, le derkî hîç paşazadan wedes nakewê, le naw mişterî çeqebazařî şara kiřîwme řifandûme. baweř dekey bo xemřewênî her wegîr nakewê û hîç seyr û temaşayek deskî le dû nikat. ew de’baye wedes hîç mîr û xanan nakewêt. leser řuxsetî to ba biřêkî legeł bidwêm û bezmêkî weřazênim.

sware: fermû bizanim em de’ba bor û dizêwe çî le des dêt.

sûre řoyîşte pêş û peřêkî serbałî kêşa û bûzêkî pêwekird û kêşey pê hełayîsan. de’ba milî kêşa û gûpî masand û piř be hodeke zirîkandî. çetrî hełda û peřî zêřîn û hezar řengey xiste berçaw carubareş debû be marêkî řêkupêk û řazawe. de’ba şanoyekî way řazandewe, sware û ’asexanî xiste qaqakêşan.

’asexan: řebî destit xoş bê sûre, tawêk seyrî em de’baye bořebořî sed gabor û gazerd dênê, her debê aferînit lê bikirêt.

sware: ta êsta mutulfey wa cwan û leber diłanim nedîbû. şax û řewez û çołgan zor geřam małe beg û mîran zor çûm, hêşta melî wa zît û zirîng û gałte çîm çaw pê nekewtuwe. ey xozge mêyekeşî wedes dekewt, emca cûcełeşyan ebû be cêgir û lebřanewe nedehatin.

êsta eme tenyaye daxuda çendî tir bijî û îtir hîç. her xefetman pêdebřê û pekûpekû.

sûre: begim to siłamet bî û ewîş peyda dekem hîç xemit nebê.

sware: le minit kewê be her qîmet bê lêy řameweste. eger ser zewî hemû geřa bî ebê peyday key. zor minetî heye.

beřastî xwa řastî weřê hênawî çermî gazeřd û gaboranit le aw nekirduwe, ew de’baye heta biłêy cwan û mayedare. xawenî neynasîwe dena ewe firoşî nîye melêkî peřzêřîn û qedem xêr û xem řewêne. debê nawîşî her xem řewên bêt.

eto her cor bê ebê mêwekeşî bedes bênî. eger ew karet bedestewe bê nawit enêm sûrey řûsûr. sûrey lêhatû.

sûre: aẍam diłit text bê eger le kêwî qafîş bê le destim dernaçê. yan serim dedořênim yan tayekey peyda dekem.

sûre nanî kewte řonewe. xemřewên le şîne û çîne û xwardemenî xoşda hêz û twanay hatewe berê û peřupoy zêřîntirbûn. le hemû şar û şaroke û gundan dost û aşna bo temaşay xemřewên berew małî sware dadebarîn. małî swar leber hamuşoy pyade û swaran bibû be mołgey meřêk û qałmeqałmî û xoy sware řojêk ke řojan le bin heresî xeyałî tałî qerz û qołey naqułada be dûçawan firmêskî deřişt, be dû destan ejnoy xoy řadejand û be serî zimanî le des xulî zeman we şansî lawaz ewî nedebû bigutrê deygût.

wîstî be temaşay xemřewên bezmî bişarênê û xemî be badada xemřewênî hêna û buzêkê pêwekird û peřêkî kêşa. xemřewên xoy giřj kird û çetrî lêda û be zimanêkî piř le şaław û metirsî çirîkandî. sware serî newî kird û wîstî be demî piř le xoşewîstî le xoşewîstî xemřewên zyatir biřwate pêş û her dû laçawî xemřewên maç bikat. xemřewên lay wabû xirapey legeł dekirê û qût dedrêt. kewte şeř û şaławî hêna û dindûkêkî le çawî swareda birde xwar û gilêney le girêjene bird û boy derçû.

baştir biłêm swarey bê çaw kird û le şeqey bałî da û le çawan xoy gum kird. paş êre û ewê û dawwiderman û widmî çak û pîran çaw be qelpûçî mawe swarey benawbangî caran, nawnira sware qelpûç.

sał hat û sał řoyîştin. negbetî şan û milî sware qelpûçî berneda û her carê le barêkewe beła qursayî dexsite ser şanî. ta ew cêgayey ke le ’asexanî xêzanîşî kewte şik û guman û diłpîsîyewe, ew gumaneş agirî le henawî berdeda û serî pê le qalan dena û le زەناەنای xeyałî tałda herwekû mis û misîne řoj legeł řoj zyatir detwayewe. řojêk wîstî bo sefer biřwat û şew neydetwanî wegerêt. bangî sûrey kird û lay xoy be sirte biřêk nihênî la dirkand û gutî min deçim bo sefer şew le bin derga wiryabe. eweş qifił eweş kilîl, her kes le derkî da û nełê swarey seferîm, heqî kirdinewey dergat nebê.

sûre: bełê aẍam emrî to le ser serme, her le êstawe tewre zerdem desûm û her kes belay derkî toda be xeyanet řabřê bew tewre darişkêne têkî deşkênim.

sware: aferîm beřastî emîn û gwê lemistî bełam toş her wek xom kem şans û bext gêjî. řenge min her le şewda wegeřêm her wext le derkim da û gutim swarey seferîm gurc dergam lêhełgire.

sûre: bełê qurban ḧałîm, to xwat legeł û min û derga û tewrezerd.

sware řojî dwatir swar bû řoyşit. sûre her nîweřo cêgawbanî xoy birde sersekoy bin derwaze û destî be tewr sûn kird. leber xoyewe her wiřêney bû. deygut: her kes nełê swarey seferîm ne derkî bo dikemewe û ne cwabî dedemewe.

’asexan têgeyîşt ew cogele le binawanyewe çon hełgîrawe.

’asexan: sûre her wirte wirtite ełêy çî? em tewre boçî esûy.

sûre: xanim to karit nebê boçî esûm û çîm pê gutrawe.

’asexan be qeşmerîyewe be dewrîda hat û kîsey bo piř le tûtin kird. řemzî şewî hestand û le řûdaw seferî sware ḧałî bû.

’asexan xoşewîstî xoy le řemzî şew geyand û keyfî şewî tedarek girt. şew dahat û sûre derkî qifił kird û tewrezerdî leser koşî dana û ḧikûmet nîzamî řageyand. le çeqî bêłaye çwar mêrdekî danîşt. şew tarîkayî tê geřa û be hêwaşî le dirgayanda. sûre zor be tûřeyî gutî kê bû. dengêkî nerim gutî swarey seferîm.

sûre: fermû begim. xêr bê zû geřayewe. kabra lejêr liçewe gutî wahat. řoyşte jûr. dû çetorî pûł xiste koşî. gutî sûre her kes le derkîda û gutî swarey seferîm herwa bizane dize û dirgay lê hełmegre.

sûre: emir fermû qurban fermanî to beřêwe birawe.

sware her ew şewe berew mał geřawe kełebabxiwênî parşêwan le derkî xoyanî da. sûre gutî kêye. swarey seferîm.

sûre: to dizît firîwim nadeyt swarey seferî her nwêjî xewtin geřawetewe û le naw cê û banî xoyda xewtuwe.

sware le hengame têgeyşit. gutî bîkewe řojeřeş min swarey seferî řastîm ewî tir dizbuwe.

sûre: firîwim nadey to dizî ẍerîbey zyatir leserî biřwê bew tewre taze deme zerde cwabit edrêtewe.

sware: min swarem swarey seferî ḧesiłim, ewey çote jûr fêłî lêkirdûy ew dize nek min. min swarey aẍatim derga hełgire û lêm biřwane. bizane xemřewênî to çawî řastemî çon hełkołêwe bizane be çermî gazerd û gaboran çi bełayekit bo kirîm. derga weke û wemnase. eger bo xot netgut obał be estom hewî tewre zerdim lê xwênawî ke.

sûre dergay lêkirdewe û zorî tîhełřiwanî gutî: beřastî xotî obał be estom ewî tir fêłî lêkirdûm, xot nebûy. to xotî ne kabray hewełî şew. řuxsetim de babřom tewrêkî lê taqî wekem bo bapîrey bikeme qurbanî. sware çequçoy řûda û hełî deçuqand. to meřo xom deçim bew xencere şaławî debeme ser. eger derostî nehatim to lêre çît le des hat bîke. qaremanî le tow en’am û xełatîş lemin. sûre: aẍam bê xem be û tewrî min gurçûy poła debřêt. sware berew hodey ’asexan řoyşit derka qifił bû ta dergay şikand kabray diz le pencerewe fiřkey bo kird. destewxencer berew dergay ḧewşe kewte serî dengî sûreyda û sûretewrî hełsûřand. saḧebmał weber hat û diz řay kird. tewr karî xoy kird û bawkeřoy geyande kûçe û kołan. ’asexan û keske karî xoyan kird. şan û bałî sûreyan şetek da û herwekû qatlêk nasandyan. karesat be qazancî diz û mergî xawenmał tewaw kira. mîremał kwêrewebû. heřałî samanî swarey heřac kird û serê weber tewrî nezanan da û bo hetahetaye nawî lenaw mêjûda kirde metełoke.