pêşekî

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 3 Xulek  701 Dîtin

berbeyane û swêgekan berebere biřeyan têdegeřê. pencey zêwînî siruşt deyewê perdey řeşî şewezeng bidřênê. estêregeşey berebeyan leser estoy beřezayan estî weder dexa û be mergî şewgaran pê dekenê. şewpeřî xasekew û fiřey pořan koçî şew beřê deken û xewałuwan řadepeřênin. be heway nermî berbeyan gułan xo lêk deden û berokan detrazênin, diłan dexroşênin. pepûley bałzêřîn berew beheştî gułzaran bebał dekewê û le ser řûmetî xonçedeman beřûda dên. şewbay şewî lamuçan hêdî hêdî berew lêřewar û keprokey poşîn beřê dekewê û bisk û kezyan debzêwê û berokan dekatewe û ewînyan tê deřjênî. xasekaban û şêrejnî dawênpak destan leser estoy xoşewîstan ladeben û lîbasî nazî şew fiřê deden û hełkêşî gurcî řojanî hełsûřan hełdekêşin û aram aram berew kanî zołał û estêrî řawestaw weřê dekewn.

dest û řûmetan deşon û perçeman dadênin. desniwêjan degirin û leser tateberdan depařênewe û serî bendeyî bo xuday bendenewaz, berew zewî newî deken. çadanan le çawgey zułał piř deken û be teřdestî berew tawił û kepran degeřênewe.

girêberaney estoy gagêran dekenewe û berew leweřge û bijwênan beřêyan deken. deyanewê tedarekî řojî nwê, nwêtir bigirin û miził û qonaẍan be ewîn dařêjin. berebeyan xiřeke debê û pê degrê û zyatir pê dekenê. kêwekan ’ebay řeşî dawênpîsî fiřê deden û kiławî zêřîn leser denên. dîmenî siruşt bay bałî xoy deda û xoy denwênê. hemû diłêk wekû diłêk debne diłdarî hetaw û hemû çaw wekû çawêk berew çya hełdebřên, le şax û kełek û zered û berdan deřwanin û le řûdawan detirsin.

kêw û kej herçen şîn û geş û be dîmen û diłřifênin bełam çi řojan be sê řûdawî tał û çeq û tefî piř le azar sernanênewe û kem û zor zorbey řojan destî pelamar û dewene aşî lêdeweşêt. ewřokeş herwek řojanî berûtir kiřêwey peřupoyek řayeł û poy kirêkar û deştewanan deşemzênê û sernicyan berew mergî gyanleberêk řadekêşê. peřupoy peřêkî perzêřîn pořêkî esîr lejêr çiřnûkî hełoyekî xwênřêj û bê bezeyîda beba debê û hełdewerê û maławayî le jîn dexwazê.