sware û sûre

nanî genim şaxdare
Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 6 Xulek  1113 Dîtin

sware pyawêkî řêkupêk û bedîmen û berçaw bû. kem kes deytiwanî têr be çawan lêy biřwanê û biřyarî hełweşênêtewe. nawbiraw meřdar û mîwangir û sifrepan û qiseçewr û bebexşiş bû. le naw çwarçêwey jyanda xenî û bê kemayesî bû. espî bizoz û wêzengî zêřîn çekmey bemamzedar her lewî dekaławe û kesî tir.

kilêtey kurdane û řankuçoẍey sûrgoyz û xencerî miştûspî ewendey tirîş swareyan le naw diłanda xoşewîst û maqûł kirdibû. cwanî û cwamêrî sware le naw ’êl û ’eşîret û hozanda řîşey dakutabû.

desê nebû le mełbenda, destî bada û ba nebû le kogay wîstî pûşkeyek řamałê. dêw neydetwanî be mořewe lêy biřwanê û biřyarî hełbiřêt.

xwêngirî xwênan û pyawmaqûłî ser řûdawan bû. gurg û meřî pêkewe pałîn deda û fîlî be mû çewaşe dekird. ew lawe şîrîn jyawe, mamêkî hebû pîr û lerzok û lekarkewtû, bełam behoş û hêwaşbêj û be ezmûn û serderçû.

bełay pîrî û kosp û qortî temen desî pê le dawênî sware werênabû û wekû penaberêkî bêderetan leser sifrey sware dejya û çaweřwanî le mirdin bû. pîrepyaw nawî «weyse» bû. le pisporî û xwanasîda le weysî mahî deştî becê nemabû. weyse lew şoxe pyawane bû ke le katî xoy xêwî şaxdarî le gêre dekird û ḧezyey dûserî semendok dekird.

bełam geřî pîrî nizim û newî leser zewî tûşî bênazî û destindexorî kirdibû. legeł sware henasesard û bêdeng û desełat dejya, sereřay eweş zor caran swarey leser lêwî kendełanî hełe û heřałî degêřawe. wite benirxekanî bew şêweye despêdekird. deygut kuřim sware to hêşta gencî û bê ezmûnî, wirya be, nanî genim şaxt lê neda û wiret nedřê. kuřim bełay heřałî bê derman û dukture û manî be bê saman û pare nemanêkî piř le ’eyb û ’are. kuřim heta hete berzî û hewî, feqîr kewî, nizim û newî. ebê jîr bît. têrî destit lê neweşênê û nanî genim şaxt weber neda û gacûtit be gîsk pê nebexşê û nezanî tûşî tełey heřałît nekat. pêşnyan witûyane nanî genim şaxdare û pyawî têr le hełdêran nizîre. herwa gutûyane, têr tilêk bida estoy wird debê, bełam birsî sûřêk bida hełdestêtewe.

kurim řojî řûn şewî řeşî be dûda dê û be małî zor hełmexełetê. dostî sersifre, be seferî bizane û le girê û gołî naw jyan û janeserî serdemî pîrî bê bîr mebe. lem řojaneda bîstûme etewê daway ’asexanî kiçî keske bikeyt û heyasey teła û tas kiławî musłî bo bikřît û zenazenay zemawendî bo weřazênî. ajawe bixeyte nêw mał. małî xot bikeyte cêgey aşî dewene aşî û şûşey sam û şikoy xot le berdî bê nawî dey û bo hemîşe kirdepeşîman û małwêran bî. herwekû mamey xot penaberî qûn aw û tendûrî małan bît. em kare hergîz nabê bikirêt. eger her le kerî şeytan danebezî, ’asexan lifî to nîye û be sî sał temen tofîrtane. ewîş kê? kiçî keske.

hemû kesê keskey nasîwe, dełał û kitke newtîneye. kundebuwe, weyşûmeye. keske her ew jineye ke mergemûşî be gerûy bayîzxanî mêrdîda kird û ajawey xiste naw awayî û hêştaş boçek û çeřeçemanî her nebřawetewe. ’asexanîş kiçî ew daykeye «daykan bibîne û kiçan bixiwaze» kuřim ew kare bo kirdin nabê û ebê nekirêt.

mam weyse ḧekîmane û pîrane behezar û yek bełge, wîstî sware lew swarîye dabezênê û lew jinhênaney peşîmanî wekat. bełam bełay heřałî û parezorî beḧrêkî bê bwar û hełametêkî bê duktur û dermane. her weyse gutî û sware neybîst, qisey mamey şikand û nanî genim hełîmsand. samandarî, darî harî xiste dest.

xulî gořan barî jyanî gořî. małî tefrutûna kird û kilêtey be tîlakî seryewe naw berew zemawendî ’asexan weřê kewt. zemawendî piř le zenazenay bo řazandinewe. zewî lejêr simî espî bûkêy zor û zebendeda kewte sikała û bûk dabezî û řojî řeşî sware le asogewe serî hênayeder, negbetî baweşî têwerêna.

witey mam weyse hate dî. nanî genim şaxî weberda û swarey le kiřałî heřałî dabezand. nakokî naw mał û demeteqey dû hewê sêdarey janeserî bo heławesî. kuř û bûk û bab û dayk řûbeřûy yektir řapeřîn. mirqe û mirxêş mirxêş geyşte dar û kutek û toran û lêkpisanî şîrazey mał û minał û kuř û bab û dayk.

zorî pê neçû mîremał nîrî kewte ’erz û sware serî kewte bin berdaşî derdîserî û meř bê şwan û bêçû bê kaban û şwan bê şêw û qap û qaçax û çînî çeneyan kewte bin jeng. sware henaseswar berew hełdêrî nedarî beřê kewt. kotre cwanekanî swê banî dîwexan peřewaze berew çya koçyan kird. pişîley mişkixinkênî naw mał, peřewazey êr û ewêyan bûn û kasey nanî bû be mołgey paşan mişkan.

tajî nask û nazdar le nûskenûsk û qełembaz û xořanan kewtin û berew gurgemêşî û despîsî řoyîştin. mîwanî ser sifre û dostî piławxor serî swareyan sûk kird. swarey doynê, pyade ewřokeye û lejêr fermanî keske û ’asexanda bêdest û desełate. keskey xesû wikone cantay cadûgerî, fêł û tełekey bo swarey hejar awałe kirdewe û hêzî pyawetî pê hełçořand û tûşî deyan hełe û hełxilîskanî nařeway kird û małî pê hełweşand û dost û aşna û nasyawî lêkirdin be dij.

sware ser û simêł sipî û bê řeng û řû, têşkaw û peşîman, lenaw gerugay xem û pejare û bê serderîda serî lêşêwa û řojî lêbû be şew.