bawe gewre

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 3 Xulek  755 Dîtin

bawe gewre, nawî qadre û korpey baweşî sardekosane û le temenî newed sałîda le gundî yaẍyan koçî dwayî kirduwe û le gořistanî melazadan bexak espêrawe. xwalêxoşbû le binemałey ’ezîzî xałinde û be şeş pişt degatewe ser şêxey sûr kêwî desweşîn. bawegewre herwekû hemû minałekurdêk le naw peřowbałî siř û lankî şeq û şikawî kurdaneda xiřekebû. hatûtewe naw řîzî pyawanewe. bełam herwekû zorbey pyawe kurdekanî pêgeyştû, çerx û xulî jyan tûşî gelê řûdawî tûş û hełdêranî destî tosnanî kirduwe û herawhuryay sałî «şêxî» «simko» û «mela xelîl»û şeřekanî ’eşîretî û herêmî, dewrêkî çekdarî başî pê gêřawe û tałî řojanî şwanî û sepanî û sad û sewda û koç û barî, barî nalebarî ew serdeme dewreyekî tirî řoşnibîrî û netirsan û zibkubřî pê ḧînce kirduwe:

ew pyawe mezne hoş û zeyn û zanistî ta ew şwêne berz bû ke destî tarîfî pê řanagat. her le temenî minałîyewe ta naw bêşkey gořî pîrozî çî dîbû, çî kirdibû ya çî pêkirabû çî be ser kê hatbû mûbemû be pêy bełge û nîşane hemûy le bîr mabûn. zorbey caran lenaw dost û yaran le beřbeřoçke û serban û goy tendûran xełk pûrey le ser deda û ew koneçîrok û wirdebeserhateyan be tam û xwêtir le xwêy çêştan pêdegêřawe. nawbiraw lew axryaneda maloçkeyekî germ û kurdaney pêkewe nabû. le gundî yaẍyan sifrey mîwandarî û bermałî xwanasî lê řaxsitibû. kurdane jya û qise xoş û řûxoş û betam û xwê dejya û ta heştawpênc sał temenî xoy le bîr bû. ew pyawe pyawnas û gyanas û nexoşînas û serderçûyekî xul û zemanî xoy bû. nawbiraw bo ewey pyawî nezan têgeyenê û hełewpełey qełs û qołan hełgeřêtewe, dem û cê meteł û kurteçîrokî way be demda dehat, mirdûy têdegeyand û nûstûy wexeber dênan. her bew kurte nezîre û qise betamane xełkî zor berew jyan řastawêj dekird û le hełe û hełxilîskanî degêřanewe. yekêk lew çîrokaney ke pyawî têrupřî lê detirsan sergurîştey sware û sûreye kewa min be qełemî xom le zimanî ew ziman řewane deyhênme ser kaẍez û gyanî weber dênmewe. bawegewre hezaran beyt û bawî away legeł xoy xiste gořewe û le kîs êmey kutrexem û be cêmaw çûn, hezar řeḧmet le gořî bê û legeł xêrî xwa hawbaweş bêt.