pêşekî: awřêk le pyawmaqûłî û bebîrekanî mêjûy kurd

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 2 Xulek  685 Dîtin

eger be çawêkî mend û bê çawwiřaw û be hêzêkî mamostayane le kirukar û şewgurdî dest û meçekî gelî kurd wirdewe bîn û yan bo hore û lore û lawik û beyt û bawî beytibêjan gwê řadêrîn û le binemałey ’êl û ’eşîret û serok hozan mîwan bîn, temaşay kir û nexşî têř û cewał û çîxe esmerpêçekan bikeyn û le dest û çek û çekme û zengałî swarçak û gencekan řamênîn yan be zistanî sexłet û soł û serma xo le ber kûrey mizgewtan webûjênîn û le zar û zimanî pyawmaqûł û řidênsipyan fikirîn û bo nezîre tîtal û serguzeştey qisexoşan gwê řadêrîn ubałî bo dekêşîn û dełêyn gelî kurd gelêkî řesen û makedar û behoş û zeq û zîndûye. xawenî zaraweyekî heraw û paraw û belq û pope. bê ewey xoyndinewey hebê le mentîq, beyan û belaẍeda û le mecaz, teşbye û îsti’areda beşêkî here maqûł û pesendikirawî heye. zorbey gelî kurd le xwêndin û xwêndewarî dûr û tenanet zurbeyan le şaristanîyet û jyanî nwê bêbeşin. sereřay eweş hêşta řegez û řeçełekî xoyan lebîr nekirduwe û dab û nerîtî bab bapîr û ciluberg û kurtekî kurdaneyan negořîwe, betaybetî pîrepyaw û qambêj û beytizanî way têda helkewtuwe, her xoşe diłî bo wegrî û lêy fêr bî û leserî binûsî û gyanî pê weḧawênî û boşayî mêjûy pê binexşênî her bo bełge detwanîn le herêmî şaxawî xomanda le nawçey gewrkî mukirî bawegewre nîşan bideyn. lezar û zimanî ew pyawe giftulifit şîrîne, çîrokêk zîndû wekeyn û leber şebeqî ew çîroke dersêkî benerx wergirîn. bełam baştir eweye pêşekî bawegewre binasîn.