suwarbûnî kejał bo małî zawa

Li pirtûka:
Şeware
Berhema:
Mela Kerîm Sarde Kosanî (1926-2001)
 14 Xulek  932 Dîtin

kejał: zor başe ewa swarbûm. awatî kiçêk, dîtnî bûkêtî xoyetî, minîş ewe dîtim, îtir çîm keme, yasay bûk awiřdanewe le sê keřet da, be manay xwaḧafîzî, mał awayî le małî bawan, le deste xuşkan, le xakî awayî. bełam le bextî řeşim şikayet dekem ke min bê bab û bê beş le hemû diłsozîyekim, îtir mał awayî le kê? le kame diłsoz? meger biłêm mał awayî le jyan, le xoşî, le temen, le awat, le hemû şit, le şořşî xoşewîst, bo hemîşe, hetahetaye ta bazarêkî tir, ta meḧşerêkî tir, hestanêkî tir, cîhanêkî tir.

dîsan dûzele û naye gyanyan xirawe ber, zuřna û dehoł û dimek jînî noyan nwêtir kirdewe, sware swar bûn, lejêr çemołe û simî espanda çermî zewî çermeserî bo jyawe, geřî gowend û sema tozî zewî be çawî geşî semada kird.

kejał berew małî zawa le awayî awa bû, le jêr çarşêwî sûrewe firmêskî xwên eřjênêtewe ser zewî. kejał le hezarey xeyała eygut: her beyanî zûtir lem wexte, cilubergî sûtaw û meytî kejał, kejałî bê gyan û bê naz, bê dûzele û goranî berew małî bawan, berew baweşî şořş, berew gořistanî kon egeřêtewe. bełam be cêgay sema û hełpeřkê, be cêgay beste û bendî bûkê, şîn, henîsk, firmêsk, bexodadan û peşîmanî, xornîn, tazyebarî. kejał le deryay xew û xeyałî ałozda nuqim bibû, serî şikayetî berew ḧasman berz kirdewe û awayî małî zaway kewte berçaw.

kejał be dîtnî ew gunde, gundî małî zawa, mułkî sułtan aẍa miçorkêkî gurçûbiř cergî biřî û ewendey tirîşî tasand. kejał serî hełêna û le awayî řwanî, gundêkî řazawe û leberdiłan, beruheywan xawên û bê wêne, serban û kołan û barîkeřê le xełk axniraw, dîlan û hełperkêkî peřî lê heławîştuwe û řîzî gewrekiç û jinanî cwan be semawe berew min dên, cemawerêk pûł û pare be dest çaweřwanî dabezînî bûkin. zewî le jêr pêwpilî temaşaçyanda le çaw çuwe, le hemû geřek û kołanîka pałewpestoye û pê le pê he řemeyetî. awêney bała nwên nanî le řonada xûsawe û řûbeřûy řûmetî cwan řagîrawin. be hamuşoy diłteř û û diłdar û şayî bexoyan, ew gowinde le xoşîda xenî û lexobayî buwe û xoy be beheştî gořîn ał û goř naka û çawî řojî leber çawebřikey lawan çaw lêk nanê. řeşbełek giřî germe. her doye û bedes doxwazanewe, qalezley zawa le xoşîda masîwe, ser û simêłî be boyaẍ nwê botewe naheqî nîye, řezî be ber û dêberî besêbere. pazde sałeyek be tełey penca sałeyekewe buwe. kewate heqyetî bimasê û sêberî xoy nenasêtewe, heqîyetî ewndey tirîş xełk le xoy wexiř bikatewe û serwet û samanî xoy weber bada. ta bełkû diłî kejałî hejar weḧawênê û her corêk bê destemoy bikat û keyfî pê text bika. bełam xirap têgeyştuwe û le hełe da. samanî xoy be aw dada û be berdî nezanî ejnoy xoy şikanduwe. simêłî boz û řûmetî turit, kêrd û penîr, ya sîr û mar.

debê zûtir lew şoke, zûtir lew bûmełêle, zûtir lewey ke gurgî birsî şaławim bo bênê, qalezle ḧałî bikirê ke kiç kiřîn û şayî be zorî yanî çî? debê sultan aẍa baş bizanê řeşbełek û dîlanî piř le pîlan bê akame û paşeřojî bê kełke. debê paş tawêkî tir ne kejał bê û ne şayî.

be cêgay řeş bełek, şewezengî şîn, bexodadan, xořnîn, pekû pekû, tif û neḧlet û peşîmanî bê. bełê êre małî zawaye û nobey dabezênî bûke. debê dabezim û biçme nêw gořxane. kejał zyatir le çend pişûyek derfetî jyanî nîye. başe ewa dabezîm û zînî swarîm becê hêşt. le dû lawe qołyan girtûm, řêz û ḧurmetim le jimare çote deřê, dewrem be serispî û kiçanî cwanî awayî tenrawe, hemû çawêk be çawêkî seyr temaşam eka. nizîke lejêr heresî çaw û biřoyanda birşim hełê. ew xełke her dełêy ne qet bûkyan dîwe û ne bûknî. tenanet bo tawêkîş çawim lê natrûkênin. layan seyr û sersûřhênere. kejał û qalezle! bêçû hewêrde û hêlaney dałeřeş! leweş seyrtir eweye ke be lê řwanînim geş nîn. berbûk û jinanî derûberim pêkewe xerîkî sirte û řaz û nyazin. carubar le min eřwanin û milyan be lawe enên. henasey sard hełdekêşin û eyanewê řastîyek bidirkênin negutrawêk biłên û zułim lêkirawêk nîşan biden û ewîş řenge kejałî çařeřeş, kejałî cwanemerg.

kejał eyewîst bo ḧesanewe dewrî çoł kirêt.

kejał bo şwênewnke řû le jinan û kiçan eka û ełê:

beřastî zor kifit û kutraw û kołewarim. swarî zîn û pêç û pułuçî řêga, řêy danîştinî bom nehêştuwe, řinge eweş bizanin ke şewî pêş, zirme û zîley xenebendan mawey xewî pê nedawim û tenanet xewnûçkeş merḧebayî lê nekirdûm, ebê îznim biden û çawê be xew nerim kem. ebê dewrim çoł ken û kemêk pişû bidem, ebê bimbûrin dawaw lêdekem bê ’arîm be dił negirin. daway kejał becê hat. jinanî maqûł û şede be ser kejałyan becêhêşt, pêxesû û xasekaban û bermûr lemil berew seyrî sware û geřî hełpeřkê weřê kutin. wetaẍî małî sułtan aẍa serujêr û hałî le xan û noker û law û qoz û pûłdar her cimey dehat. teqey qend û zirîkey îstîkan, boçekî kebab û qaqay xwardin û pêdakirdin newsî mirdûy pê deřasa. mizgewt û serban û berheywan le lawî xodêyî, le swar û pyade, law û pîrepyaw řawestabûn. kes kesî nedenasî, pałepestê û xořepêşnan bayexî pê dirabû.

leser sifrey şayî kejał, basî cwanî kejał û bê wêłî zawa bibû be binêştexoşkey ser zar û zimanan û hemû serbendî dehatewe ser çawî kałî kejałî. her kes be hewayek le şimşałî xoy detûřand û tûřeyî xoy lew kare derdebřê.

hêndêkî be şansî zawa hełdeşaxîn û hêndêkîş bo çareřeşî bûk çawyan ter ekird. hêndêk pêyan wabû ke zawa be hełe çuwe û ew bûke bo ew danebezîwe û lew werze berhemêk hełnagrêt. kejał nêçîrî baze û be dawî qel gîrawe. hewêrdey eḧmede û dyarî meḧmûde.

qalezle lem şoke zyatir le tam û bonî bûkî naçêjê û xawenî nabê xalezley mîraw û bûkîş gułî dîwexan.

pêşîne gutûyane «ḧakim kerwêşk be ’eřabe degrê» û tûkî ekate nûştey xew. kurtî bibřînewe. leser sifrey nan xwardin lemeř ew zemawende ewey nedebû bigutrê gutra û çarşêw leser karesat hełdirayewe. hêşta wirgin û pîrepyawî newsin leser sifrey çewrî qalezle xerîkî zig’axnîn bûn, hêşta lawî qoz û lexořadîw, hêşta pîrepyawî şayî bexo û donedîw destî do û doxwazanyan bernedabû û dodaneyan le do piř nekirdibû, hêşta geřî řeşbełek hewełî gerd û golî bû, hêşta dûzele û naye le naw zûngî xoşîda şayan be sepan nedegirt. hêşta qalezle be dest û pê le sema nekewtibû û çaweřwanî hestanî bûk û hetawî bextî xoy ekird. hêşta wetaẍî aẍa bankî qumaryan nîwe piř nekirabû. lenekaw dûkeł û çiřeçeman xełkî řaçłekand. hawarêk lepiř gwêy xełkî dagîr kird. gutyan małî zawa sûta, zawa řîsekey bû be xurî, kejał bû be xełûz, boçekî dûkeł małî diłî xełkî řûxand, destî dîlanî pisand, dûzele û naye, zuřna û dehoł quř û qepyan çinî. dîwexan çoł kira, peřî qumar peřpeř becê maw şûşey şeřab û piław û goşt û cûcełe, tacî û tułeyan weser geřa. serban û mizgewt bebê çołekekuj mayewe û pişîle û pasarî be kase û kewłî piř le birînc xoyan xenî kird. hemû kes bo lay małî bûkê bo temaşay sûtmanî çaweřê nekiraw weřê kewtin bełam bedaxewe małî zawa hodey cê xewî kejał bibû be çałî nimrûd û binkey çiřeçemanî agir. hêzî xełk, hêrşî pêmeře û bêł, wesergêřanî aw û sêław behrey lêwernegîraw gyanî kejałyan bo negeřawe. paş têkşikanî giř û dûkeł êtir le kejał, le bûk, le jyan bêcge le mistêk xełûz û laşeyekî sardewe bû, berçaw nekewt. řûntir biłêm kejał qestî řojanî berûy le małî zawada miqest kird û mercî xoy birdeser û gyanêkî piř le wefay berew şořşî xoşewîstî beřê kirdewe û qaremanî xoy nwand û cil wibergî sûrî le agirî sûr mare biřîn. demî bawkî nezanî demkut kird û destî miłhuř û çawçinokanî şikand û řîzî řeşbełek û şayî giranî beşîn û şepořewe gêřa û bo hemîşe asogey mêjûy le temî pejare piř kird. sifre û qap û qaçaẍ bê naz û hałoz û piłoz bê nanxor û feřaş le serban û ber heywanan manewe. dehoł kut û zuřnaçî û nayelêder le jêr sîlewsiwê banan hełtûtekan. bûkê řeng şipirzaw û bizirkaw û lêwbebar westawin, kes le kes napirsê, řûdaw bêçare û sûtman karî dwayî pêhênawe. herkes deyewîst xo řepêş xa û laşey sûtawî bûkê be çawî xoy bibînê. çaw leber êşî řûdaw çûne piştî ser. dergay cê xewî kejał awałeye. leşî kejał û lîbasî bûkêtî be awrî bê eman weha be ser yeka qał kirabûn ke cya kirdineweyan ḧestem û tenanet însan le temaşakirdinî zendeqî deçû. çaw leber hêrşî firmêskan hełnayen, gyan le xefet piřbûn û dił hemû kewtûne diłekute û tûřeyî xoyan řageyand. řojî řûn le řûnî karesatî diłtezên xoy řanegirt û be henasey agirînewe, bo bin pesîwan paşekşey kird û legeł dwa henasey koçî dwayî kejał barubney xoy pêçawe û le ser tiropkî kêwe berzekan awabû û webałî mergî cwanemerganî xiste ser estiwî şewî řeş. şew bałî řeşî xoy řaweşand û xełkî berew mał gêřayewe û termî bê naz û jakawî kejał be firmêskî germ û guřî qambêj û bestewanan be şîn û şepořî law û pîre pyawan le mizgewt mîwan kira. kejał bo yekem car bû legeł pyawan le mizgewt mîwan bê û leser gazeray pişt řûbeřûy pyawan be şermî kiçanewe xo řakêşê. her çend kejał ewşewe le golî firmêskî pîre pyawan da nuqim ekiraw be destî jinanî dił bexem cilî sipî leber ekiraw be ’etir û guławî bonxuş çawekanî guław piřjîn kirabûn. bełam hêşta girêkwêrey diłî be mirad negeyştûy nekirabowe û çawî tołey her le babî diłřeqî egêřa û eywîst zûtir berew mał weřê kewêt û peymanî pitewtir legeł şořşî xoşewîstî nwêtir bikatewe û bo axrîn car maławayî lê bixiwazî.

melî şew le şeqey bałî da û korpey berebeyan serdemey diřî. kełebabî sipî be mergî şew qaqay kêşa. sofîlke leser bermałan komîlkeyan kird. teqey zengî şewênî şwan şeqłî şewî şikand. asoge û bisto bizey řûnakîyan tê geřa û termî bê gyanî kejał, bûkî řojî pêşûtir berew bawexon, berew gundî xoyan, berew gořistanî kon le dare meyt hełbestira.

xełkî bexemî awayî, bûkî řojî berûtir legeł termî bê gyanî, legeł gyanêkî sûtaw, pepûlêkî beheştî berîn weřê kewtin bełam be cêgey teqłe û cilît, qaqa û tilî lîlan, beste û bendî cwan be cêgey goranî û xenebendan, komełeyek şîn, şepoř, bexodadan, firmêsk û tûřeyî le karesat.

řêge barîk û bestên qeraẍ û çeme. bêşe û qamîşełên û çinaristane. berebeyan řûn û hewa fênk û awing le xew řanepeřîwe.

şořabey şorebîyan le zorbey şwênan termî bê gyanî kejał le baweş egirin û awing baranî deken û gyanî weber denên û le şerit û mercî kîjêkî cwanemerg, aferîn dełên. berebeyanêkî xoş û berçaw û diłřefên, be sêre û sîley çawî gułan hemû çawêkyan bo temaşay zwêr û le hełbiřan kewtibûn.

çawî manî girtuwe û le řwanîn tûřen û be şermî ewîn, ewînêkî pak nûsawin û swênd xorî şořşin û bo hîç dîmenêkî tir nayanewê biřwanin. kizebay berebeyan, carubar beşermewe taray sûrî ser tabûtî kejał hełdedatewe, hêdî û leserexo be sirtewe kejał dedwênê û wekû melêk řaz û nyaz legeł kejał eka û řûdawî tirîş be gwêy kejałda eçirpênê. şoba eyewêt biłê kejał gyan koçî sûrit mubarek bê, şořşî xoşewîst hawřête, le goristanî kon çaweřête, şořş bê to jînî newîst. emşew xoy kirde qurbanî koçî sûrit. bû be qûrbanî řojî zemawendî to û qalezle. wa le gořistan çawřêy toye. kejał gyan debřo firyay kuştey xut kewe, zûtir pê hełênewe ta le goř nexrawe, diłit xatircem bê le asmanî şînî şořişda her taqe estêreyek hełdê ewîş etoy, êtir mizgênî bê şořş êwarey řojî koçî to diłî le kar kewt, îsta be bê dił laşeyan birde goristanî kon. debřo xwat legeł şêre kiç. sed aferîn le řasanit, le wefat kiçî kurd.

şoba nayewê gyanî kejał herwa mandû beřîwe biřwat bo ḧesanewe, eyewê pêy řageyenê ke tołey kejał kirawtewe û heqî be tewawî estênrawe. bawkî kejał, ḧeme sûrî le gyan bêbeş kird. kejał gyan, koçî to nexoşî hawîşte gundî estêrok, estêrok be xwîn řengî dawetewe. dûberekî, heřeşe, dijayetî serî be hemû małanda kêşawe. kejał gyan, debřo řameweste. goristan qerebałẍe, dû meyt lewê çaweřîtin, şořş le layek û bawkit le layekî tir. mem û zînêk û bekire şofařêk. debřo xwat legeł. biřo û leser termî şořş, gyanî xot weḧsêne, kujrawî xot welawêne. dest le dest bo şarî cwanemergan û wiłatî xawên û ewîn pakan bo hemîşe pişû biden, biḧesênewe û yektir le amêz bigirin.

termî bokřûz û leşî nîwe xełûzî kejał leser şanî dił bexeman berew awayî estêrok û gořistanî kon weřê kewt. goristan le xełk pongawe. dengî şîn û řořo berze, le hemû derkêk xořnîn û bexodadin, heřeşe, hêrş, dizayetî perey lê heławîştuwe. herdełêy ewşo leşkirî merg lewê bezîwe û melî bextewerî barubney pêçawetewe, her dełêy destî تۆڵەێ xway hejarêk jarî marî pê noşîwin û bayeqoşî bê feř geřî xwênî pê firoştûn, wadyare řûdaw le sûtanî kejał řûdartir û betîntire. paç û pêmere le dû lawe xerîkî hełkendinî gorin. şořş û ḧeme sûr bûne qurbanî, bûne gawgerdûnî şewî beşûdanî kejał. dyare henasey kejałî çareřeş û biłêsey derûnî kiçêkî firoşraw bezeyî xway gewrey nwand. destî xwa tołey kejałî wergirt. bawkî kejał negeyşte mîrawî, nebû be hemekarey sułtan aẍa û weber xencerî tołe kewt.

kejal xoy sûtand, şořş muçuřkî be şûdanî kejał dwayî be jyan hêna, ḧeme sûr be tawanî peymanişkênî weber xencer kewt. melî bextewerî estêrok barubney gwêzrawe. bayeqoşî dûberekî û dijayetî bo hemîşe řeg û řîşey lê dakuta. kejał û şořş le lay yek xirane goř. be yektir biřan, ew dû ewîndare pake kewtine cîhanêkî tir, hestanêkî tir, řasanêkî tir. ḧemesûr dûr le kejał û şořş le goř xira, be tif û neḧlet gorî dapoşra.